Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Xwepeşandinek girseyî li hember îdamên rejîma Îranê
2013-11-11 00:00
fkks
info@fkks.se





Di 10ê Mijdara 2013ê de li Stockholm li Sergelstorgê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) û Hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê(Hevkarî) li dijî îdamên rejîma Iranê ku li hember aktivîstên kurdan û aktivîstên gelê din yên îranê dike protesto bikin xwepêşandinek mezin li dar xist. Di xwepeşandinê de piranî kurdên rojhilat ji hemû perçeyên kurdistanê gelek kurd bêşdar bûn.

Di xwepêşandinê de finde hatin vêxistin, muzîka matemî hat lêxistin, şiîr hatin xwendin û balong hatin firandin.

Di xwepşandinê de nûnerên rêxistinên kurdan û yên hin partiyên Swêdîyan axaftin û li ser siyaseta rejîma Îranê ku li hember kurdan dimeşîne sekînin û îdamên wê şermezar kirin.

Li ser navê Hevkarî Muloud Abdulzadeh, li ser navê FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan û nûnerên PDK-Iranê û Komeleya Zahmetkêşên Îranê xwepêsandananê de peyama hevbes xwendin.

Parlamenter Abir Al- Sahlani ya Centerpartiet, Parlamenter Jacob Johnsson yê Partiya çep û Philip Wästberg sekreterê navnetewî ya ciwanên Liberal axifin.

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd(FKKS) Aycan Şermîn Bozarslan bi kurdî û Swêdî axaifî û siyaseta rejîma Îranê ku li hember gelê kurd dimeşîne şermezar kir.

Bozarslan di axaftina xwe de diyar kir ku; di 2013ê de ji 500 kesî zêdetir însan li îranê hatine îdamkirin; tenê di meha dawiyê de 14 kurd û 16 Belucî hatin îdamkirin. Rejima Îranê bêyî ku mafê miravî û neteweyî yê gelê kurd û gelê din yên Îranê nas bike ew girtiyên siyasî îdam dike û dixwaze mixalefetê bitirsîne da ku ew bêdeng bimînin.

Di dawiya axaftina xwe de Bozarslan got ku; bi taybet piştî hilbijartina serokomariya Îranê ya 2013ê de hejmara îdaman li Îranê zêdetir bûye; ev ji bo mafî mirovî rûreşîyek e û divê NY û hikumeta Swêd kiryarên rejima Îranê şermezar bikin û hewilbidin van îdaman bidin rawestandin.