|
Beşîkçî serdana FKKSê kir |
|
2013-10-02 14:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 1ê Çirîya Pêşîn a 2013ê de alimê tirk, dostê gelê kurd sosyolog Îsmaîl Beşîkçî tevî serok û cigîrêserokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî serdana FKSSê kir. Mêvan ji aliyê komîteya Karger a FKKSê hat pêşewazîkirin. Di civînî de endamên organên FKKSê, nûnerên Hevkarîya Hêzên Siyasî yên kurd û Kurdistanê li Swêdê, endamên Komîteya Piştgirîya Komîteya Kurdistana Rojava li Swêdê bêşdar bûn.
Seroka FKKSê ermîn Bozarslan li ser kar û xebatên FKKSê û Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Ibrahîm Gurbuz û cîgirêserok Rûşen Aslan li ser xebata Waqfê agahî dan.
Hemû endam û nûnerên ku di civînê de bêşdar bûn dilgerîmeyek mezin nîşanî Beşîkçî dan û bi dîtîna wî gelek kêfxweş bûn. Û nûner pirsê xwe ji Beşîkçî kirin û Beşîkçî bi giştî bersîva wan da.
Beşikçî alimekî tirk e lê hemû xebatên xwe yên ilmî li ser rewşa kurd û Kurdistanê nivîsandiye; di vî warî de zêdetir 40 kitêb, gelek meqale nivîsandiye û tevayî 17 sal di girtîgehê de maye. Li hember dewleta tirk di dîtinên xwe de tu tawîz nade û bi vê helwesta xwe ya biryardar û bi kerketerê xwe yê nefispiçûkî di dilê kurdan de ciyekî wî yê taybet heye.
Revebirên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di 28ê Îlona 2013ê de bi dawetnameya Weqfa Kulturî ya Stockholmê hatibûn Swêdê û di serdana hefteyekê de bi civata kurd ya swêdê û bi dezgehên swêdê re semîner, civîn û hevdîtin li dar xistibûn.
|
|
|