Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Merasima 2014ê ya cangorîyên Helepçe bi rengîn û xemgîn bû
2014-03-17 11:00
fkks
info@fkks.se


















Di 16ê Adara 2014an de bi munasebeta 26mîn a salvegera komkujiya Helebçe li Stockholmê li Adolf Fredriks kyrka bi merasimeka rengîn şehîdên Helebçeyê hatin bi bîranîn.

Merasim ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) hat organîzekirin bi stran û muzika xemgînî û axaftinên cuda li ser Helepçeyê hat kirin û mûm hatin vêxistin. Biryara Hukmumeta Herêma Kurdistanê ku Helepçe kiriye wilayet ji alîyê beşdarvanan ve bi çepikan hat pêşewazîkirin

Merasim ji aliyê endamê Komîtea Karger yê FKKSê Dr. Maruf Erşad û hunermend û listikvana Swêdî Ingela Carlson ve bixwendina helbestan re hat birêvebirin . Merasîm bi yêk deqîqe bêdengî û bi axaftina Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan destpêkir.

Balyozê Iraqa Federal yê Swêdê Baker Fattah Hussen gotara xwe bi zimanê ingilîzî, Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Rehim bi Swêdî û nûnerê Hevkariya Hêzên Kurdî û Kurdistanê li Swêdê Samir Amin bi kurdî pêşkêş kirin.

Derun Eli zarokek 4 salî ku ji bombeyên kimyevî xilas bibû û du çavên xwe kor bibû û nuha li swêdê bi muzîk mûjil e û li bajarê Goteborgê mekteba mamosteti dixwîne bi ingilizî sitirî; li piyan bi çepikan hat pêşewazîkirin

Rewend Şêxo, Lorin Berzenci, Pirshang Twana û Shandil Berzenci bi stranên xwe yên matemî bêşdaran kelogirî kirin.

Parlamentera Moderatan Margareta Cederfeldt, Nûnera Partîya Çep (V) Jeannette Escanilla, Parlamanterê Partiya Gel(Fp) Fredrik Malm, Parlamentera Partîya Kristdemokraterna(Kd ) Desirée Pethrus, Namzetê Partîya Hawîdorê yê Parlamentoya Ewrûpa Kurdo Baksî (Mp) û Namzeta Partîya Sosyaldemokratan(S) Lawen Redar li ser girîngiya qetlîama Helepçeyê axiftin û piştgîrîya xwe û partîyên xwe anîn zimên.

Bi xwendina helbesteka Ingela Karlsson bîranîna Helepçe dawî bû.