Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Zara Mihemedî, kelemê nav çavên rejîma Îranê ye!
2021-03-11 16:00
FKKS
fkks@info.se
Zara Mihemedî, mamosteya zimanê Kurdî ye. Ew jineka 28 sali ye û ji Kurdistana rojhilat li gundêkî ser bi parêzgeha Sine ji dayik bûye.

Zara Mihemedî, nêzîkî deh salan e ku bi xwebexşî dersê zimanê kurdî dida xwendekarên gundê xwe. Ew yek ji damezranerên Rêxistina Nûjînewe bû û paşê jî wek seroka rêxistinê hate hilbijartin.

Rejîma Îranê, Zara Mihemendî bi erîşa li ser asayişa nîştimanî ya Îranê ve tawanbar kir û 10 sal cezaya zîndanê jê ra xwest. Zara Mihemedî, Ji ber avakirina rêxistina xêrxwaziyê Nûjînewe û berhevkirina alîkariya peryan ji bo erdheja Kirmanşah û Loristanê û her usa ji bo ku zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî dikir.

Ji ber xebatên Zara´yê, rejîma dîktator ya Îranê ne rihed dibû. Keça Kurd Zara Mihemedî, bûbû kelema çavên dijmin.

Girtina Zara Mihemedî û lê çespandina 10 sal cezayê zîndanê ku paşê daxistein 5 salan, yek ji siyaseta asîmîlekirin û tunekirina Kurdan ya rejîma Îranê ye.
Îran, di şûna ku mafên netewî û mirovî ya Kurdan nas bike, wek Tirkiyê û dewletên din yên dagîrker, hebûna kurdan û mafên wan wek pirsgirêkî xwe yê ewlewiyê dibîne.

Lewra, bi zîndanî kirin, bi kuştin û li darvekirina keç û kurên Kurdan, dixwaze çavê gelê Kurdistanê bi tirsîne.

Lê ew nizanin ku hemû keç û dayikên Kurd, mamosteyên zimanê Kurdî ne, hemû lawên Kurd, parêzvanê mafên netewî û niştîmanî ya xwe nin.

Zara Mihemedî, bo gelê kurdistanê serbilindiye û tirsa û kelema nav çavên rejîma dîktator ya Îranê ye.

Federsayona Komeleyên Kurdistanli Swêd, bangê gelê Kurdistanê dike ku xwedî li keça kurd Zara Mihemedî derkevin.

Bangê hemû dezgehên parêzvanên mafên mirovî ya navnetewî dike ku kiryarên façîstî ya rejîma Îranê teşhîr bikin û piştgiriya hemû xebatê demokratîk li Îran û Kurdistanê bikin.

01.03.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd