|
JENOSÎDA ENFAL LI DIJÎ GELÊ KURD NAYÊ JI BÎRKIRIN |
|
2021-04-14 18:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Enfal projeyek qirkirina Kurd û Şewitandina axa Kurdistan û têkdana rewşa aborî, zeîfkirina û nehiştina kultura dêrîn ya Kurdî bû.
Enfal Birîna kûr ya Kurdane. Ew birînana jî li pişt xwe yadgirtinê tal di dîroka Kurda hiştiye.
Enfal Yekem car 07.31.1983´ an de Li dijî xelkê bê guheh yê devera Berzan li Behirke û Quştepe û Herîr dest pê kir û 8000 mêr jin û zarok hatin kuştin.
Hêzên Seddam Huseyîn, li dijî gelê Kurd ku li Herêma Kurdistana dijî, êrîşên giran kirin.
Di van êrişên ku di navbera 1986 û 1989-an de, ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve, di bin navê "Operasyona Enfalê" li dijî gelê Kurd bombebaranên hewayî, çekên kîmyewî, kuştina komî, wargeh hatin ruxandin û wêran kirin.
Di van êrîşan de, nêzê 200 hezar kes, bi taybet ciwan, pîr, jin, mêr û zarok, hatin qetil kirin, 4500 gund hatin wêran kirin, ji 1 mîlyonî zêdetir Kurd penaber bûn, dibistan, mizgeft û nexweşxane hatin şewitandin û rûxandin.
Dîroka milletê Kurd pir bi qetliyam û qirkirina ve tijîye. Hema hema çend salan carek karesatek bi serê gelê Kurdistanê ve hatiye. 14-ê meha Nîsanê jî salvegera êrişên Enfalê ye.
Her sal di 14´ê Nîsanê de, qurbaniyên Operasyona Enfalê têne bibîranîn. Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd şehîdên Enfal û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û careke din Operasyona Enfalê, ku jenosîda Kurd e, şermezar dikin.
Em bejna xwe li ber şehîdên ji berxwedan û helwesta xwe ya mafdar û rewa hatine qetil kirin ditewînin.
14.04.2021 Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd |
|
|