|
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, serdana Nûnerayetiya Hukumeta Herema Kurdistan li Swêd kir. |
|
2021-07-28 22:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Di roja 28.07.2021 de Şandeya FKKS´ê bo pîroz kirin û dest bikarkirina Nûnerê Hukumata Kurdistan Li Swêd, serdana rêzadar Şoreş Kadir Rahem kir.
Şandeya FKKS´ê ku pêk hatibû ji endamên Komîteya Karger, ji aliyê Nûnerê hukûmetê birêz Şoreş Kadir Rahem ve hate pêşîvazîkirin.
Serokê FKKS´e Kovan Amedî, nûnerayetiya Hukumet a Herema Kurdistan li Swêdê Şoreş Kadir Rahem pîroz kir û hêviya hevkariyek hîn baştir û xurttir kir. Her usa di kar û xebatên wî de serketina wî xwest.
Nûnerê Hukumet a Herema Kurdistan li Swêdê Şoreş Kadir Rahem, hebûna Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd bi girîngî nirxand û piştgiriya xwe bo Federasyonê nîşan da.
FKKS 2021-07-28 |
|
|