Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Kurd teslîmê guran kirin!”
2018-03-19 11:00
fkks
info@fkks.se








Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) 30-mîn salvegera bîranîna komkujîya Helepçe li Stockholmê li Dêra AdolfFredrikê li dar xist. Bîranîn ji alîyê Helin Hajo Aldur û Mardin Hêja Baban ve hat birêvebirin. Televîzyonên Kurdî; Rûdaw, K24 û Kurdistan TV bîranînê şopandin.

Bîranîn bi şanoya temsîlîya komkujîya Helepçê ku ji alîyê KOMCIWAN- Komela ciwanên kurd li Swêdê ve hatibû amedekirin dest pê kir. Şano ji bêşdaran teqdîr wergirt.

Serokê FKKSê, Keya Izol, di axaftina xwe de li ser rewşa çar parçeyên Kurdistanê rewst û qetlîamên ku li dijî miletê Kurd dibin anî zimên û pirsî ku; çima dinya bêedalet e gava pirsa kurdan dibe?

Parlamenter, Fredrik Malm, yê partîya Liberal di axaftina xwe de li ser wê yekê rawest û got; herçiqas aktorên li herêma Kurdan in cûda ne, lê motîvên hemûyan di derbarê kurdan de yek in. Kurd teslîmê guran kirin.

Komsîyonerê pêşû Mafê Mirovî yê berê yê Yekîtîya Ewrûpayê, Thomas Hammarberg, jî di axaftina xwe de bahsa Helepçê û Anfalê kir û got; gava kurd tûjî wê êrîşên çekên kîmyewî bûn, ev tawana jenosîdê bû lê di têkilîyên navneteweyî de di vî warî de pasiv man. Ji ber ku wê demê DYA di şerê navbera Iraq û Îranê de li gel Sedam Huseyin bû û guhên xwe ji raporan re digirt. Hukimetên Ewrûpayê jî zêdetir Waşîntonê guhdarî dikirin û guhên xwe hindik didan raporên ciyê bûyarê.

Li ser navê hukimeta Swêdê wezîrê civakî, Ardalan Shekarabi, li ser navê partîya Center, Martin Ådahl, li ser navê partîya Liberal, Fredrik Malm, û komsîyonerê pêşû Mafê Mirovî yê berê yê Ewrûpayêm, Thomas Hammarberg, bêşdar bûn û axifin.

Nûnerê hukimeta Herêma Kuridstanê yê Skandinyavê, Bextîyar Berdman, û Nûnerê Komîteya Hekvakîya Partiyên Kurd û Kurdistanê li Swêdê, Evdal Rênas, axifin. Dengbêjê ciwan Dilovan di bîranînê de sitrîya.

---
Di 15ê Adarê de jî li Riksdagena Swêdê bîranînana Helepçe li dar ket. Bîranîn ji alîyê parlamentera sosyaldemokrat, Roza Hedin Guçlu, ve hat birêvebirin.