|
Ala Kurdistanê sembola têkoşîna me ye |
|
2019-02-01 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Çend roj berê hin kes li Brukselê, di navenda nûneratîya Hukumeta Herêmê de destdirêjîyeka qirêj li hember ala Kurdistanê li dar xistin.
Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û beyan dikin ku em ê ala Kurdistanê wek sembola xwe ya netewî li her der, her dem û her daîm biparêzin.
Destdirêjayî li hember ala Kurdistanê, êrîş û hedefkirina dem û dezgehên netewî yên Kurdistanî dijminatîya gelê Kurdistanê ye . Bi ti awayî naye qebûlkirin.
Dewletên dagîrker, layengîr û hevkarên wan bila baş zanibin ku em ê ala pîroz bi her awayî biparêzin û êrîşkeran jî bi tundî riswa bikin. Em kesên wiha di nav refên Kurdî de nabînin ew xizmeta dagîrkeran dikin.
31.01.2019 FKKS
|
|
|