Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Hevdîtina Serokê FKKSê Keya Izol bi Balyozê Swêdê yê Konseya Ewleyî ya NY Carl Skau re
2018-11-09 11:00
fkks
info@fkks.se


Serokê FKKSê Îzol tevî heyeta Federasyone Neteyên Yekbûyî li Swêdê li Newyorkê serdana Balyozê Swêdê yê Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) kir.

Di hevdîtinê de Serokê FKKSê Keya Îzol pirs û dîtinê xwe di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de pêşkêşî wî kirîye û gotîye Swêd welatekî piçûk e lê di çareserkirina ihtilafên pirsên neteweyî de rola wê ya girîng heye.

Carl Skau di bersiva xwe de gotîye:
- Swêd herdem hewil daye ku çareseriyên cûda ji bo kurdan bibîne. Ew zanin zahmetîya çareserkirina pirsa kurd heye lê ew ji bo rîyên çareserîyê di hewildanên xwe de berdewam in.

Ew ji bo çareseriya aştiyane di navbera Hewlêrê û Bexdayê de xebitîne. Ewê li şerê dijî DAÎŞê de alîkarîya xwe ya însanî û leşkerî berdewam bikin.
Niha, planên wan tunene ku ew di qada navnteweyî de hewilbidin pirsegirekê çareser bikin; ji ber ku hêzên mezin ne ji bo wê amade ne. Lê ew ê di warên cûda de bixebitin ku Kurd mafên xwe werbigirin.

Mixabin di şerê dijî DAÎŞê de DYA wek dewletekê super alîkarîya ku divîyabû ji kurdên Iraqê û Sûriyê re bikira, nekir.

Ji bo çareserîya pirsa kurd divê hewildanên mezin ji aliyê dewletên mezin û aktorên din ve bihên kirin.