Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS li dijî tund û tûjîyê ye!
2016-02-20 11:00
fkks
info@fkks.se


Bûyer û rûdanên ku li herêma rojhilata navin û li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê diqewimin di tavilê de tesîrên xwe li dîasporê nîşan didin. Piştî ku di Tîrmeha 2015ê de di navbera dewleta Tirk û hêzên PKKê de şer dest pê kir li Swêdê jî hin grûbên kurd û Tirk şêl û helwestên tund û tuj li hember hev nîşan dan û ev raya giştî ya Swêdê aciz dike.

Di 13ê Îlona 2015ê de li Stockholm Sergelstorgê di xwepêşandineka kurdan ya yasayî de ku sembolên rêxistinên PKK ê û rismên serokê PKKê Abdulah Ocalan hilgirtibûn xwepêşaner tûşê êrîşên tirkên ku alayên Tirk û sembolê "Gurê Gewr" hilgirtibûn, bûn û di navbera wan de arbede peyda bû û polis tedaxulê wan kir.

Di 14ê Îlona 2015ê de lokaleka Kurd li taxa Fittjayê bi bombeyekê hat tahrîbkirin.

Di 13ê Sibata 2016ê de di xwepêşandineka ku ji alîyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Fittjayê li dar ket, tûşî gulebaran bûn û xwepêşenerêk bi navê Gafur Mihamedî birîndar bû.

Di şeva 17ê Sibata 2016ê de dîsa li Fittyayê Komeleya Kulturî ya Tirk bi teqînekê hat tahrîbkirin.

Hin xêrnexwaz dixwazin armancên xwe yên qirêj bi kar bînin û nifaq û dijminayetî li dîasporê jî bixin nava gelan.

Fittja
Fittja taxekê ji Beledîya Stockholmê a Botkyrka ye. Botkyrka ji 5 taxan pêk dihê; Alby, Fittja, Hallunda-Norsborg, Tullinge och Tumba-Grödinge. Nifûsa nuştecîyên Botkyrkayê nêzî 90. 000 e û ji %56ê wê biyanî ne û li Beledîyê 100 zimanên cûda dihên axaftin. Ev jî dihê wê wateyê ku evqas miletê cûda li vê belediyê dijîn.

Li vê Beledîyê Kurd û Tirk û bi taybet jî yên ku ji Anatolîyê navîn hatine bi cî bûne û her yek komeleyên wan heye. Çawa ku Kurdên Cihanbeylî û Kuluyê û gundên girêdayî wan bi kultur û zimanê xwe li Antolîyê dijîn her ew li vê Beledîyê jî bi wî hawî dijîn û di nav civata kurdên Swêdê de herî pir ew zarokên xwe dişînin dersên zimanê kurdî. Her weha ew grûba kurdên yekem in ku di dawîya salên 60 û 70yî de bi sebebên aborî hatine Swêdê bi cî bûne û di nav xwe de piştgirîyeka wan a xurt heye.

Herweha Tirkên Anatolîyê jî di Beledîya Botkyrka de bi cî bûne û komeleyên wan jî hene û ew jî bi ziman û kultura xwe dijîn. Çawa ew li Anadatîlyê cîranê hev in li vir jî ew cîran in. Piştî ku Komeleya Kulturî a Tirk bi teqînekê hat tahrîbkirin Komeleya Kulturî a Kurd lokala xwe da wan da ew civîna xwe li wê bikin. Ev şêla wê di raya giştî de teqdîr wergirt. Piştî van bûyaran serokên komeleyan dan dîyarkirin ku ew mil bi mil dijî her curê şîddetê ne.

Di van salên dawîyê de civaka Ewrûpa bi tevahî û ya Swêd bi teybet sempatîyek mezin ji bo doza gelê Kurd û Kurdistanê nîşan daye. Hin grûbên nexêrxwaz hewil didin ku vê îmaja pozîtîv têk bibin.

FKK Sê balê dikşîne ser vê yekê ku kurdên niştecîyên Swêdê di vî warî de hişyar bin û xwe ji hemû provakasîyonan dûr bixin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 1981ê de hatîye damezirandin û bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayî ye û di nav rêxistinên kurdan de nimûneyaka yekta ku ji hemû beşên Kurdistanê ji bîr û dîtinên cûda însan di bin baskê xwe de civandîye.

Bingehîna xebata wê; pirsa zimên, pirsa nasname û pirsa kultur e û herweha ew bi pirsên integrasiyon, demokratî û yeksaniyê mijûl e, piştgiriya penaberan kurd ku nûhatine Swêdê dike, di derheqê Kurd û Kurdistanê de agahî belav dike û li hember cewazî û rasîsmê xebat dike.
FKKS ji sala 1996an ve endama SIOSê ye (Organa Hevkarîya Rêxistinên Biyanîyan li Swêdê) ku ji 21 Federasyonên biyanîyan pêk tê û yek ji wan jî Federasyona Tirkan e. SIOS di derheqê pirsên biyanîyan yên hevbes de, berdevkîya helwestên van rêxistinan yên hevbeş dike.

Di nav 35 salên xebata xwe de FKKS bi sedan xwepêşandin, şev û civîn li dar xisitiye û ev çalakî bi taybat ji xwepêşandin û meş bi rê û rêbazên aştî û yasayî û demokratîk meşîyaya ye û ji tund û tûjîyê dûr sekinîye. Di dîroka FKKSê de tenê nimûneyeka xwepêşandinek heye ku di wê xwepêşandinê de di navbera polis û xwepêşaneran de arbede derketîye. Ev jî xwepêşandin û meşa li hemberî seferata Iraqê dema Saddam Husên bûye ku di sala 1988ê de Saddam li hember Kurdan çekên kîmyayî bi kar anî bû û dinya li hember vê qetlîama Helepçe bêdeng mabû û xwepêşener bi taybet jî hewelatîyên başûr ku xizm û merivên xwe di qetlîamê de wenda kiribûn hewildabûn û xwestibûn balyozxaneya Iraqê bidin ber kevir û daran lê polis ew dabûn sekinandin.

FKKS di wê bawerîyê de ye ku li Swêdê û welatên din bi rê û rêbazên tund û tûjî sempatî û piştgîrî ji bo gelê kurd yê mazlûm û pirsa kurd û Kurdistanê nahê bidestxistin.
19.02.2016
FKKS