Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Zimanê kurdî
2011-01-31 13:00
fkks
info@fkks.se
Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê miletekî ye ku hatiye bindesthiştin, di îmkana pêşdexistina muesesetiya milî, ji ya lêkolîn û lêgerîn û pêşxistina ziman, kultur û hebûnên civakî û tarîxî hatiye bêparhiştin, zimanê Kurdî jî têra xwe nehatiye lêkolîn û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin. Muesese û dezgehên ku karibin vî zimanî pêşdexin bi taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine, ji alî lêkolînê û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine, yek du ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya şexsî xwestine derkevin meydanê jî, hergav tûşî tehdîda dewleta serdest û zordar bûne.

Loma jî, lêkolînên li ser zimanê Kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Kurdistana Îraqê li ber çav negrin, bi îmkanên van çend ronakbîran mehdût kirîye ku ew jî ji xwe re li derveyî wel,t peyda kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber wê serbestiya nisbî ya kulturî ku encama têkoşîna milî ya bêwestan û bênavber bûye û piştrejî ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 60'î, li vî perçê welatê me, welê lê hatiye ku hejmara ronakbîr û muesesên ku li ser zimanê me xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûye. Li vî perçê welêt meriv dikare behsa hin xebatên hêja bike.

Ji bilî van tiştê kuli ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, eserên hin rojhilatnas û zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî ne. Ji bilî vê divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin der û dorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî destnîşan bikin, ku ev xebatên wiha yên li ser zimanê Kurdî ne bi mexseda ilmî lê bi ya siyasî hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine idîa û safsetên ku xizmeta mexsedên wan ên siyasî bikin li nav miletê bêne belavkirin. Dewleta Tirk ji ber ku heta roja îro hebûna miletê me înkar kiriye, û muhawele kiriye ku Kurdan wek peroeyekê ji qewmên Tirk ên Asya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê Kurdî jî idîa kiriye ku ev ziman, zimanê civakeke Tirknîjad(Tirkên çiyayî) e û di netîca asîmilasyonê de bûye zimanekî destkind (sun'î) ê ku ji çend hezar peyvên Erebî, Farisî û Tirkî pêkhatiye. Tirkan ji aliyekî ev gotine, ji aliyê din ve jî ji bo ku miletê kurd perçe bikin safsatak welê derxistine ku xwedêgiravî Zazakî ne lehceyeke Kurdî ye lê hem kesên ku bi zazakî hem j' yên ku bi Kurmancî diaxêvin, perçeyek ji miletê Tirk in.

Birêvebir û berpirsiyarên Tirk di van demên dawiyê de, piştî ku hebûna miletê Kurd îdî nayê înkarkirin piştgiriyekê dide hin kes û der û dorên ku bi idîa Kurdnebûna Zazayan radibin, idîayên wiha teşwîk dikin û di bin re alîkariya wan dikin.

Yên ku di roja îroyîn de îdîa Kurdnebûna Zazayan berpêşdikin hinek ji wan jî îdeologên nasyonalîst ên Ermeniya ne. Evên ku xwe bi xeyala Ermenîstanek Mezin ve girtine, herêmên Bakur û Rojava yên Kurdistanê jî li ser vê Ermenîstana mezin dihesibînin. Lê ji ber ku dizanin nifûsa Ermenî li van herêman nîne, Zazayan bi taybetî ji Zazayên Dêrsimê yên Alewî ji alî reh û rêçikê ve dixwazin Ermenî nîşan bidin û bi ve mexsedê jî dixwazin Zazakî ji lehcên Kurdî dûr nîşan bidin û nêzî zimanê Ermenî bikin. Ev ji piştgiriya wan der û dorên dikin ku Zazayan Kurd nabînin. Ya gelek balkêş ew eku piştgiriya kesên ku Tirk û Ermenî dikin her eynî kes in.

Birêvebirên Farisan û ideologên wan ên kirêgirtî jî her muhawele kirine ku îdîa serbixwenebûna zimanê Kurdî biserxin û bidin qebûlkirin ku Kurdî lehceyek zimanê Farisî ye. Ji bilî birêvebirên siyasî û kes û dezgehên wan ên xwedan mexsedên taybetî, hin zimannas, gerok û misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek sathî bi şaşçûnekê nivîsîne ku Kurdî ne zimanekî serbixwe ye, lehceyek e ji Farisiya kevin yan jî ya nuh. Yên ku li ser zimanê Kurdî tehlîlên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne, hejmarên kesên wiha ji yek du kesan ne zêdetir in, lê ji alî lehceyên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û peşkar kirine gelek zêde ye.

Li alî din divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku heroî lêkolînên nutral û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên ne wek hev. Ji alî van de jî nezelaliyek heye.

Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên, lêkolînên ku li ser fonolojî, morfolojî û sîntakso zimanê Kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekî serbixwe yê xwedan tarîxeka taybetî ya pêşveçûnê ye û yê rastiya han di warê zimannasî de xwe daye qebûlkirin.

Li gorî vê, zimanê Kurdî zimanekî Hîndu-Awrûpî ye, dikeve nav şaxê zimanên Îranî û di vir de jî ji grûba Îraniya Bakurê Rojava tê hesabê. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzikbûna an dûrbûna, zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine, li gor hin zimanan, hîn zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbatek zimên de hesibandine. zimanên dinyayê dabeş dibin ser van malbatên zimanan:

1- Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî
2- Malbata Zimanên Samî: Erebî, Îbramî û Aqadî dikevin nav malbatê.
3- Malbata Zimanên Bantû: ji hin zimanên Afrîka Başûr û ya navîn pêktê.
4- Malbata Zimanên Çînî: Ji zimanên Çînî û Tîbetî pêk tê.
5- Malbata Zimanên Ural-Altayî: Di vê malbatê de zimanên Fînî, Macarî, Estonî, Uygurî, Samuyetî, Tirkî, Moxolî û Manoûyî cihê xwe digrin.

Malbata zimanên Hîndû Ewrûpî ya ku Kurdî jî têde ye, bi navê Asya û Ewrûpa dibe du beş.
Beşa Ewrûpa, bi navê zimanên Cermenî, yên Romanî û yên Slavî dibe sê şax.
Di şaxê zimanên Ermenî de Swêdî, norwecî, Danîmarkî û Îslandî hene ku ev zimanê Îskandînavî ne. Pişt re Flamanî, Almanî û Îngilîzî jî di vî şaxî de ne. Zimanên Romanî ji Portekîzî, Îspanyolî, Fransizî, Îtalî û Romanî pêk tê.

Di şaxê zimanên Slavî de jî, Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Sirbî û Lehî (Polonî) hene. Herweha, Yunanî, Arnawutî (Albanî) Lîtwanî, Keltî û Baskî ji dikevin beşê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî. Di besê Asyayî yê malbata zimanên Hîndû-Îranî dabeş dibe li ser esasê zimanên Hîndî û yên Îranî. şaxê Hîndî, ji Sanskrîtî, Sindî, Urduyî, Hindiya Îroyîn, Biharayî, Bengalî, Marasî, Kûçûrayî, Pencabî û Senegalî pêk tê.

Di şaxê zimanên Îranî de jî Farisiya Kevin (ji wê jî Farisiya Navîn yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh), Avestayî, Sogdî, Belûcî, Peştûyî, Osetî û Kurdî hene. Zimanên Îranî ji alî avabûna rêzimanî dibin çar beş: Kurdî di grûba Îraniya Bakurê Rojava û farisî di grûba Îraniya başûrê rojav de ye. Zimanên dinyayê ji alî avabûna
xwe jî di bin sê beş.
1- Zimanên Yekkîteyî: Zimanê Çînî û Tîbetî ji vê grûbê ne.
2- Zimanên dûvgir: zimanên Tirkî, Fînî û Macarî di vê grûbê de ne.
3- Zimanên tewangbar: Zimanên Hîndû-Ewrûpî û yên Samî di vê grûbê de ne. Li gor vê dabeşkirinê, zimanê Kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar.

Belavbûna Zimanê Kurdî ya Coxrafî

Li ser herêma coxrafî ya ku Kurd li ser dijîn, Mîrê Bedlîsê, dîroknasê bi nav û deng ê Kurd Serefxan, di şerefnameya xwe de wiha dibêje:
"Hudûdên welatê Kurdan, ji peravê Derya Hurmuz (Delavê Basra M.E.B.) ya ku ji okyanûsê vediqete dest pê dike, li ser xeteke rast ji wê derê heta dûmahîka welayetên Meletiyê û Merasê diçe. Bi vî awayî aliyê bakurê vê xetê Fars, Iraqa Acem, Azerbaycan, Ermenîstana Piçûk û ya Mezin pêk tîne. Li başûrê ve xetê jî Iraqa Erebî, Musil û Diyarbekir heye. Tevî vê jî gelek xelq û qebîlên ji nesla van însanan, ji rojhilat heta rojava li gelek welatan belav bûne." (1)
Roja îro, Kurdî li Asiya Piçûk, erdê navbera Anadoliyê, Kafkasyayê, Faris û Ereban tê axaftin.

Li rojava Tirkî, li bakur Ermenî, li bakurê rojhilat Azerî, li rojhilat Farisî û li başûr Erebî dibe cîranê vî zimanî. Axa Kurdistanê îro hatiye perçekirin û ketiye nav hidûdên Îranê, Iraqê, sûriyê û Tirkiyê. Li gorî vê, rojava û başûrê rojavayê Îranê, seranserî bakur û rojhilatê bakurê Iraqê, bakurê Sûriyê û rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê welatê eslîn ê zimanê Kurdî ye. Civakên Kurdîaxêv her wiha li Ermenîstanê, Turkmenîstanê, Pakîstanê (Belûcîstana Pakîstanê) Afganîstanê, Hîndistanê û Lubnanê hene. Li paytext û bajarên wekî Horasanê, Tahranê, Bexdadê, Şamê, Ankarê, Îstenbolê, Konyayê û Îzmîrê ji nifûseka kesîf a Kurdîaxêv heye. Tarîxa bicîhbûna Kurdan a li van welat û bajaran ji alî hin Kurdan ve gelek kevn e, diçe bi sedsalan berî niha û ji alî hin Kurdan ve jî dikeve nav sedsala me ya nuha, bi taybetî jî van deh salên dawiyê. Ku di van salan de yan hatine sirgûnkirin, yan jî ji ber zilm û zorê jî mecbûrî barkirine. Bi vê mahnê, li welatên Ewrûpa. li Amerîkayê, li Awustiralyayê jî li ser hev nîv milyon Kurd hene.

Heke em bixwazin hidûdê welatê eslîn ê zimanê Kurdî destnîşan bikin, em divên tabloya jêrîn diyar bikin:
Li bakur, li Ermenîstanê ji Lenînekanê destpêdike ber bi rojava de bajerên Qersê, Erzurumê, Erzincanê, rexê rojhilatê bajarê Siwasê û qeza Sarizê ya Qeyseriyê digre nav xwe. Pişt re dikêşe û Merasê, Qiriqxana Hatayê jî digre di wir re ji hudûdê Sûriyê û Turkiyê dibuhure diçe herêma Afrînê (Çiyayê Kurmênc) ya li Bakurê Helebê. Afrînê digre navxwe û ber bi rojhilat diçe; Kebaniyê (Ayn Ereb), Serê Kaniyê (Rasul Ayn), Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişliyê digire. Piştî ku hemû herêma Cizîrê ya li Sûriyê girt ber xwe ber bi basûr de rex bi rexê Dîcle dadikeve Musilê, çiyayên Sincêr, qunatrên başûr ên rêzeçiyayên Hemrîn digre nav xwe, li hundurê Iraqê li başûr ta digihîje herêma Tikrîtê. Li wir Mendeliyê, û çiyayê Piştkêw digre, dikeve hidûdê Îranê, li wir digihîje başûrê Loristanê ku ji Piştkêw, Pêşkêw, Balagrêwe, Bextiyar, Kahgehî û Momesanî pêk tê.

Ji bakur ber bi rojhilat de, gava ber bi basûr dadikeve, hidûdên zimanê Kurdî, peravê rojhilat ê çemê Erez, li Îranê Makû û Xoyê û peravên rojava û başûrê Gola Urmiyê, çiyayê Sehend ê ku dikeve bakurê Merexe digre nav xwe. Ji wê derê bi zikzakî diçe û Ahmedawa, Mesîrabad, Bicar (bajarê Kurdî yê paşîn yê li rojhilata bakur) digre ber xwe, ji gund û qesebên Esedawayê derbas dibe ku ev bajar dikeve rojavayê Hemedanê, pişt re dirêj dibe heta Karêzê, Alî Çadderê û Şar Kurdê ku ev bajar li rojavayê Îsfahanê ye. Ji wir ber bi başûr de dadikeve û digihîje bajarên Kûzeyrûn û Hesarê (2)

Lehceyên Kurdî

Zimanê Kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek lehçeyan pêk tê. Tiştên ku li ser lehçeyên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce, herêm, eşîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber çavkaniyekê de, ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê. Ev yek ne bes ji alî eserên lêkolîneran, lê ji alî Kurdan bixwe jî wiha ye. Lehce, gelek caran ji alî Kurdîaxêvên vê lehceyê û ji alî cîranên wan bi navê wê herêmê, eşîrê, mîrîtîyê yan wî dînî û mezhebî hatine binavkirin. Di netîca vê yekê de, ji bo lehceyekê çend navên ji hev cihê derketine meydanê. Her wekî navê lehca Kurdiya bakur, li Kurdistana Îranê Sikakî, li Kurdistana Îraqê Bahdînî, li Kurdistana Tirkiyê, li nik Kurdîaxêvên vê lehceyê Kurmancî û li nik Dimiliyan (Zazayan) Kirdasî yan jî Here-were ye.

Navê Kurdiya navendî, li Kurdistana Îranê Mukrî, li nav perçên bindestê Tirkiyê û Sûriyê û li nav Bahdînan, Soranî ye. Lehceya ku li hin herêman bi navê Zazakî tê nasîn, li nav Kurdîaxêvên vê lehceyê li hin herêman jî Dimilkî, Kirdkî, Kirmanckî yan jî Se-bê tê binavkirin. Di çavkaniyan de, em rastî wê yekê tên ku ji Hewremanî re, Goranî, Kakeyî, Hewramî, Maoo, yan Kurdî tê gotin. Di nav lehceyên Kurdî de kêşmekêşiya herî diyar di warê Goranî, Lurrî û Zazakî de ye. Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev şêweyên lehceyeka zimanê Kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan (Lurrî) li dervayî zimanê Kurdî dibînin.

Lurriya ku bi navê Lurriya Piçûk û Lurriya Mezin dabeş dibe, hin kes jî hene ku Lurriya Mezin lehceyeka Kurdî qebûl nakin (di nav van de hin kes, wê wek lehceyeka zimanê Farisî dibînin, hin jî wê wek zimanekî bi serê xwe nîşan didin) lê Lurriya Piçûk wek lehceyeka zimanê Kurdî qebûl dikin.
Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor çavkanî û wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û şemayekê diyarbikin ku li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye.

Di warê lehceyên Kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şeref Xan e. Şeref Xan di vê esera xwe de wiha dinivîse.

"Eşîr û civakên Kurdan, ji alî ziman, adet û rewşa civakî ve bi ser çar beşan de dabeş dibe:
Beşê yekê, Kurmanc
Beşê duduyan, Lor (Lurr M.C.)
Beşê sisiyan, Kelhur
Beşê çaran, Goran." (3)

Heger, em vê tesbîta Şeref Xan nehesibînin, lêkolînên li ser lehceyên Kurdî heta nîvê pêşîn ê vê sedsala me, di esasî de ji alî biyaniyan ve hatine kirin. Di vê meselê de takeîstisna, ew broşura Mela Mehmûdê Bayezîdî ye ku di 1858`an de ji bo Aleksander Jaba; konsolosê Rûsya Qeyserî yê Erzurûmê amade kiribû û ji ferhenga şêwa Hekarî û ya Rewendî ya hevberkirî pêk hatibû. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di destpêka vê broşurê de, berî ku ji alî rêzimanî ve li ser hin xalan raweste, dide diyarkirin ku zimanê Kurdî jî ji ber ferqîtiyên herêmî û eşîrî xwediyê lehceyên cuda ye. "mesela" dibêje, "Kurmanciya ahaliyê Wanê, Mûşê, Bayezîdê û Qersê û Kurmancên bi ser Rûsya û Îranê ve û zimanê ahaliyê Botan, Hekariyan, Hemedanê, Simtî(?)yê, Diyarbekirê, Mûsilê, heta bigihê hudûdê Bexdayê (ku ji herêmên Silêmanî û şarezorê û ji taîfên Zerza, Mukrî, Bebe û Bilbasan pêk tê) ji hev cuda ne" (4) Mela Mehmûdê Bayezîdî di vê xebata xwe de, Kurdî bi navê Kurmancî bi nav dike, wek lehce jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike û di ferhenga xwe ya hevberkirî de jî şêweyên Hekarî û Rewendî hevberî hev dike.

G. Givrinlîyê ku di salên 1836- 1837`an de çend meqale li ser ziman û etnografya Kurdan belav kirin, zimanê Kurdî, bi navê Kurdiya jorîn û ya jêrîn dike du beş. Li gor Givrimlî Kurdiya jorîn ji Mukrî, Hekarî, Şikakî û Bayezîdî, Kurdiya jêrîn jî ji Lurrî, Gelhurrî, Lekî û Goranî pêk tê. (5) Peter Lench jî di xebata xwe ya bi navê "Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nardchöldaer", (Petersburg, 1857-1858) de zimanê Kurdî bi ser lehceyên Zazakî, Kurmancî, Kelhurî, Gûranî û Lurî dabeş dike. (6)
Yek ji wan lêkolînerên zimanê Kurdî; Oskar Mann, Kurdî bi navê Kurdiya Rojava, ya Rojhilat û ya Başûr dike sê beş. Oskar Mann ê ku Zazakî bi ser Goranî ve dihesibîne, Goranî jî derdixe dervayî zimanê Kurdî. (7)
Hin zimannasên biyanî yên ku piştî Oskar Mann hatine, ji dêlva ku lêkolînên nuh ên berfireh li ser lehceyên zimanê Kurdî bikin, bîzzat xwe sipartine xebatên Oskar Mannî û bîrûbaweriyên wî ducar kirine.

Karl Hadank yek ji van kesan e. Wî xebata Oskar Mannî ya ku di sala 1907'an de bi navê Kurdish Persich Forschungen Mundarten Gûran besonders, Kandulai, Auramani und Badschalani, li ser Goranî kiriye, aniye careka din di ber çavan re derbas kiriye, hin şirovekirin û têbînî lê zêde kirine û ji nuh ve çap kiriye. (8)

Dr. Mac Kanzie yê ku Goranî wek zimanekî serbixwe qebûl dike, di meqaleya xwe ya bi navê "Reh û Rêçika Zimanê Kurdî" de ku sala 1961'ê di rapora salane ya Komela Zimanî de hat belavkirin, Kurdî bi xwe jî yek ji lehceyên Farisiya Navîn dihesibîne û di xebata xwe ya bi navê "The Dialect of Auraman (Hawramani-Luhan) de Hewramanî, Kurdî nehesibandiye, wek lehceyeka Farisîya Kevn hesibandiye. (9) Dr. Mac Kenzie, zimanê Kurdî jî kiriye du beş û navê Kurmanciya Jorîn û ya Jêrîn li wan kiriye. Kurdiya ku li deverên Silêmaniyê, Hewlêrê, Rewanduzê û li Xoşnawê tê axaftin wek Kurmanciya Jêrîn qebûl kiriye û devoka Silêmanî bingeha van hesibandiye. Devokên Aqre û Suroîyê jî wek bingeha Kurdiya deverên Aqre, Suroî, Amêdiye, Berwarî Bala, Gullî, Zaxo û şêxanê qebûl kiriye. (10)

E. B. Soane, di esera xwe ya bi navê "Grammar of Kurmanji or Kurdish Language" (London, Luzak and Company, 1913) de zimanê Kurdî, beşî bi ser sê lehceyan kiriye û ji her du lehceyên pêşîn re gotiye lehceyên bingehîn. Dabeşkirina Soaneyî wiha ye:
a) Kurmanciya Jorîn
b) Kurmanciya Jêrîn
c) Lurrî, Zazakî û tevî ku nêzîkî hev in jî Hewramî û Goranî. (11)
Sosyologê Tirk, Ziya Gökalpê Diyarbekirî di wê esera xwe de ya ku navê wê "Kürt Aşiretleri Hakkinda Sosyolojik Tetkikler" (Lêkolînên sosyolojîk derheqê eşîrên Kurdan de) e û di 1922'an de li ser daxwaza hukûmeta Tirk ji bo ku di proja îskankirina eşîran da bê bikaranîn, hatibû amadekirin û piştre jî di 1975`an de ji alî Komal Yayinevi, di 1992'yan de jî ji alî Sosyal Yayinlari li Tirkiyê hatibû çapkirin, Kurdan bi navê kurmanc, Zaza, Soran, Gûran (Goran) û Lur dike pênc qewm, tevî ku dibêje ku hê tehqîq nekiriye jî lê zimanên Gûranî û Zazakî nêzîkî hev in. Di tehqîqa cara pêşîn a rapora xwe de Ziya Gökalp dibêje zimanê Bextiyarî dikare iltîhaqî Soranî û zimanê Kalhûrî jî iltîhaqî Gûranî bêkirin. Lê di tehqîqa cara dawîn de vê yekê rast dike û dinivîse ku "bi şahidiya Şerefnamê tê famkirin ku zimanê Bextiyarî diçe ser Lurrî û zimanê Kalhurî jî diçe ser Soranî".(12) Ziya Gökalp di tehqîqa xwe ya cara pêşîn de dinivîse ku "Heke em zimanên Gûranî, Bextiyarî û Kelhurî veder kin (veqetînin) di destê me de çar zimanên serbixweyiya wan diyar, dimîne:
Kurmancî, Zazakî, Soranî û Lurî" (13) Lê di lêkolîna xwe ya rastkirî ya cara pêşîn de digihê wê encamê ku "Çawa ku Gûranî, Zazakî û Dunbulî navê cihê yê zimanekî ne, Kelhurî, Babanî û Soranî jî navên cuda yên zimanekî ne. Bextiyarî û Lurî jî her navên zimanekî destnîşan dikin. Sedemê pirhejmariya navan ew e ku navên muayen ên qewmên Kurdan nînin. Loma jî tê famkirin ku Kurd ne qewmek, lê çar qewm in û Kurdî jî dabeşî bi ser çar zimanên wiha dibe ku mensûbên van zimanan qet ji hev tê nagihên. Ev çar ziman ev in: Zimanê Kurmancî, Zimanê Zazakî (Gûranî, Dunbulî), Zimanê Soranî (Bahdînî, Kalhurî), Zimanê Lurî (Bextiyarî, Feylî)" (14)
Ziya Gökalp di wê xebata xwe ya binavkirî de wiha dinivîse: "Xwediyên van herçar zimanan ji zimanên hev tê nagihên. Ji alî serf, nahw û luxet ve ferqeka mezin di navbera wan de heye. Ferqên navberê jî ne ferqên lehceyî, lê yên zimanî ne. her zimanek ji van her çaran ji alî zimannasî ve zimanê serbixwe ye. Her yek jî ji gelek lehceyan pêk tê.Tevî vê jî ev her çar ziman bi tevayî ne dûrî hev in jî. Hemî şaxên Kurdîyeka kevin in ku meriv dikare bi navê
"Kurdiya Qedîm" bi nav bike. Têkiliyên navbera zimanên Neo-Latînî û Latînî çi bin, yên navbera Kurdiya Qedîm û van Kurdiyan jî ew in." 815)
Ziya Gökalpê ku lêkolînên wî li ser eşîrên Kurda ne li ser "lehceyên" Kurmancî jî radiweste: "Hê bi tetqîqeke ilmî nehatiye derxistin ku zimanê Kurmancî dabeşî bi ser çend lehceyan dibe. Lê gava Ahmedê Xanî di kitêba xwe ya bi navê Mem û Zîn de behsa lehceyên ku bi kar tîne dike, di beyta jêrîn de navê sê lehceyan dijmêre."Bohtî û Mehmedî û Silîvî Hin lal û hinik ji zêr û zîvî" (16)
Li gorî vê, Ziya Gökalp jî Kurmancî bi navê Bohtî, Mehmedî û Silîvî dike sê beş û eşîr û herêmên ku bi van "lehceyan" diaxivin dihejmêre.
;Zanayê Kurd Tewfîq Wehbî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî Soane difikire (17).
Nivîskarê binavûdeng Alaeddîn Seccadî, di esera xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de, dibêje ku "di zimanê Kurdî de du lehce hene" û wiha didomîne: "Lehca 'Botan' a ku îro jê re 'Bahdînî' tê gotin. Kurdên Tirkiyê û Suriyê û yên qezayên Mûsilê bi vê lehceyê diaxivin. Ya duduyan jî lehceya 'Mukrî' ya ku îro jê re 'Soranî' tê
gotin. Kurdên din, yanî Kurdên bakurê rojhilat û rojhilatê Iraqê û yên Ardelan û Mukriyan bi vê lehceyê diaxivin" (18)
Dr. Kemal Fuad “ ku li ser edeb û zimanê Kurdî xebatên wî yên hêja hene, zimanê Kurdî dabeşî lehce û şêweyên jêrîn dike:
1- Kurdiya Rojava (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya jorîn -bakur-)
a- Afrînî,
b- Cizîrî û Botanî
c- Sincarî
o- Badînî
d- Hekarî
e- Şikakî

2- Kurdiya Rojhilat (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya Xwarê -başûr-, hin jî dibêjin Kurdiya Navendî)
a-Soranî
b-Silêmanî
c-Mukrî
o-Sineyî

3-Kurdiya Başûr
a-Xaneqînî
b-Feylî
c-Kirmanşanî
o-Lekî
d-Kulgayeyî
e-Kelhorî
ê-Perewendî

4-Kurdiya Goranî-Zazakî
a-Hewramanî
b-Kenûleyî
c-Gehwareyî
o-Bacelanî
d-Zengeneyî

Dr. Kemal Fûad bi rexnegirî dibêje ku wê lehceya ku ez jê re Lehceya Başûr dibêjim hin kes wê bi navê Lurrî bi nav dikin. Ew tenê wan lehceyên ku li Loristana Mezin tên axaftin wek lehceyên Lurr qebûl dike û wan wek lehceyên Kurdî qebûl nake. Dr. Kemal Fûad rexne li wê yekê digire ku çima ji hin lehceyên ku di hin çavkaniyan de wek Lurrê Piçûk derbas dibin ji wan re Lurrî tê gotin. Ew wan di nav lehceyên Kurdiya Başûr de dihesibîne (19).
Fûad Heme Xurşîd, di xebata xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Cografyayîy Diyalêktekanîy de lehceyên Kurdî bi vî awayî dabeş dike:
1-Kurmanciya Bakurî
a-Bayezîdî
b-Hekarî
c-Botanî
o-şemdînanî
d-Behdînanî
e-Diyalekta Rojava

2-Kurmanciya Navîn
a-Mukrî
b-Soranî
c-Erdelanî
o-Silêmanî
d-Germiyanî

3-Kurmanciya Başûrî
a-Lurrê Eslîn
b-Bextiyarî
c-Mamesanî
o-Gohgilo
d-Lek
e-Kelhurr

4-Goranî
a-Goraniya Eslîn
b-Hewramanî
c-Bacelanî
o-Zazakî (20)

Fûad Heme Xurşîdî, hem Lurriya Mezin hem jî ya Piçûk Kurdî qebûl kirine û ew di nav Kurmanciya Başûrî de hejmartiye. Mehemed Emîn Hewramanîyê ku li ser ziman û lehceyên Kurdî û bi taybetî jî li ser Hewramanî xebatên hêja kirine, di esera xwe ya bi navê Zarî Zimanî Kurdî Le Terazûy Berawird da, lehceyên Kurdî li gorî awayê jêrîn ji hev veder dike.
1-Kirmanciya Jorîn (bi şaşîtî jî belav bûbe yan jî Bahdînî)
2-Kirmanciya Navîn (bi şaşîtî jî belav bûbe, yan jî Soranî)
3-Kirmanciya Xwarê (bi şaşîtî jî belav bûbe, yan jî Goranî)
Piştre Goranî jî dabeşî şêweyên jêrîn dike:
a-Hewramanî
b-Lurrî
c-Bacelanî
o-Zazakî

Mehemed Emîn Hewramanî her wiha destnîşan dike ku Bacelanî jî Zengeneyî û şebekî digire nava xwe.(21)
Nivîskar û zimannasê Kurd Malmîsanijê ku li ser zimanê Kurdî û bi taybetî li ser Zazakî xebatên wî yên hêja hene, Kurdî dabeşî bi ser pênc lehceyên esasî dike û bi vî awayî dihejmêre:
1-Kurdiya bakur yan jî lehceya Kurmancî
2-Lehca Kurmanci ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê lehceyê re carina Kurdiya Başûrî (Kurmancîy Xwarû) yan jî bi şaşîtî "Soranî" jî tê gotin.
3-Lerhceya ku bi navên Kirdkî, Kirmanckî (Kirmancî), Zazakî yan jî Dimilî (Dimilkî) tê zanîn. (Malmîsanij li vê derê wek du şêweyên esasîn ê lehceya Zazakî, şêweya Dêrsimê û ya
Çewlig-Diyarbekir-Sêwregê dihejmêre).
4-Lehceya Goranî: ku Hewramî jî tê binavkirin nêzîkî lehceya Kirdkî (Zazakî, Dimilkî)
ye li Kurdistana Iraqê û ya Îranê ji alî hin Kurdan ve tê axaftin.
5-Grûba Lehceyên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Başûrî tên axaftin: gellek şaxên vê grûbê yên bi navên Kermanşahî, Lekkî, Lurrî, Sencabî û Kelhurî hene ku ev ji alî qismek Kurdên nav hidûdên Îranê û Îraqê tên axaftin.(22)
Mehemed Emîn Hewramanî di wê kitêba xwe de ku navê wê Zarî Zimanî Kurdî
Le Terazûyî Berawird da ye, dibêje ku Oskar Mann di wê kitêba xwe de ya ku
piştre ji alî Karl Hadankî ve careka din hat çapkirin, dinivîse ku lehceyên Goranî li
gor awayê jêrîn tê dabeşkirin:
"Hewramanî (Auramanî)
Kenduleyî (Kändulei)
Bacelanî (Bacälani)
Bêwenijî (Biwäniji)
Gehwerayî (Gähwarai)
Rejawî (Rijabi)
Seyyidi (Säyyidi)
Zerdeyî (Zärdai)
Mehemed Emin Hewramanî dinivîse ku Mînorskî her van lehceyên Goranî tekrar dike lê ji dêvla Bêwenîjî, Gehwerayî û Rejawî Gelhurî, Lekî, Feylî, û Kakeyî tîne û piştre M. E. Hewramanî dibêje ku "di esasî de ev bi awayekî têkilhevkirina eşîr, dîn û zimanan e". (23)
Mehemed Emîn Hewramaniyê ku bi eslê xwe jî Hewramanî ye, dibêje ku Emîn Zekî Beg di Xulasetu Tarîxul Kurd we Kurdistan de lehceya Hewramanî zimanekî Tacikî dihesibîne lê tu delîlê ji vê dîtina xwe re nayne, qasî ku tê famkirin bes bîr û baweriya Mînorskî tekrar dike. (24)
Mamosteyê Unîversîta Silêmaniyê Dr. Îzzedîn Mustefa Resûl, di esera xwe ya bi navê Zimanî Yekgirtûyî Edebîy Kurdî de, Hewramanî ji lehceyên Kurdî dihesibîne.
Mehemed Merdûxî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî şeref Xanî difikire û bi navê Kirmanc, Goran, Lurr û Gelhurr wan dike çar beş.
Tewfîq Wehbî û Edmonds, di Ferhenga xwe ya bi navê A Kurdish Dictionary, (Tewfîq Wehbye Edmonds Oxford at the Clarendon press, 1966) gotinên lehceya Hewramanî, tevî gotinên Kurdî kirine. Her weha Tewfîq Wehbî di maqaleka xwe de ku bersîva meqala Dr. Mac Kenzie ya 1961'an bû, diyarkiriye ku Kurdiya Hewramanî, ji lehceyên kevn ên Kurdî ye.
Prof. Qanatê Kurdo, di maqala xwe ya bi navê Haletekanî Cîns û Bînayî Berkar Le Zaza da, bi awayekî hevberkirî daye nîşandan ku lehceyên Zazakî û Kurmanciya Jorîn ji zimanekî ne.
Major Soane, di kitêba xwe ya bi navê Kurdish Grammar (Rêzimana Kurdî) de, Zazakî yek ji lehceyên Kurdî qebûl kiriye. (25)
Dr. Kemal Fuadê ku ji alî bîrûbaweriyên li ser zimanê Kurdî de xwe pirtirîn nêzikî Oskar Mannî dibîne, Oskar Mann jî tê de rexne li wan kesan digire ku Goranî-Zazakî Kurdî qebûl nakin û dibêje ku ev lehceyên Kurdî ne: "Hin zimannasên ku Oskar Mann jî di nav wan de ye, lehceyên gruba Goranî-Zazakî Kurdî nahesibînin. Di vî warî de ez cihê difikirim: "lehceyên vê grûbê, her oendîn ji alî leksîkolojiyê ve ji lehceyên grûbên Kurdî yên din cihê dibin jî, ev jî wekî Kurdî dikevin beşa gruba Îraniya bakurê rojava. Ji alî cografî jî dikevin nav erdên Kurdistanê. Têkiliyên wan ên aborî, civakî û siyasî jî li gora miletên dîtir pirtir bi Kurdan re hê xurttir in. Di ser de jî Hewramaniya ku lehceyeka Goranî ye, demeka dirêj (ji sedsala 16'an heta ya 20'an) di beşeka fireh a Kurdistanê de (li Kurdistana Rojhilat û ya Başûr) bûye zimanekî edebî. ji alî milî ve jî ev xwe Kurd dibînin." (26)
Li gorî Mehemed Emîn Hewramanî jî çavkaniyên kevin nîşan didin ku Kurdiya Hewramanî zimanekî kevnare ye, ne ku bes di devra Mîrîtiya Baba Ardelan (a ku di sala 132'yê Hicrî de hat damezrandin) de berî wê jî zimanekî dînî û edebî bû ku ji zimanê Avestayê hatibû guherîn. Mehemed Emîn Hewramanî wiha dinivîse:
"şêx Sedî (yê şîrazî) di beyteka xwe de wiha dibêje:
Geh be Tazî astînî ber men zened gûyed 'te'al'
Geh be Kordî gûyedem 'borê nişîne w nan were'
(Geh dest li ba dike bi Erebî dibêje 'te'al-were'
Geh bi Kurdî dibêje 'borê nişîne w nan were'. M.C.)
"Borê nişîne w nan were" ya ku di vê beytê de heye bi lehca Hewramanî ye û mahna wê
"were rûnê û nanî bixwe" ye. Di wê demê de (sedsala 13'an M. C.) Se'dî (yê şîrazî) ji lehceya
Hewramanî re gotiye Kurdî. Beytên taresan ên Sultan Sehak ên ku ji bç terefdarên Ehlî Haq tên stiran, bi Hewramanî ne. şaîrê Kurd ê meşhûr Xanayî Qubadî bi xwe dide diyarkirin ku xwestiye Dçstana şîrîn û Xusrevê bi Kurdî bike menzûm. Li gçrî wî tu kêmasiya Kurdî ya ji Farisî tuneye û jê şêrîntir e jî. Lçma jî dibêje ku:

Ce lay aqilanê sahib eql û dîn
Dana buzurganê Kurdistan zemîn
Rast en mewaçan Farisî şeker en
Kurdî ce Farisî bel şîrînter en.
.........

Ce 'ersey dinyay dûn bedfercan
Be destûrê nezanê Nîzamî meqam
Be lefzê şîrînê Kurdistan temam
Pêş buwan meh'zûz baqî weselane.

(Ji alî aqilmendên xwedî eql û dîn
Zane mezinên erdê Kurdistanê
Raste dibêjin Farisî şekir e
Lêbelê Kurdî ji Farisî şêrîntir e.

Di vê dinya bêbext û fanî de
Bi awayê nezma meqamê Nîzanî
Hemû bi lefzê şêrîn ê Kurdistanê( M.C.)
Xanayî Qubadî gava şîrîn û Xusrevê nivîsî, ger Hewremanî ne zimanê edebî yê Kurdî bû ya ne wî bi vê lehceyê dinivîsî û nejî jê re digçt Kurdî (27)
Li gçrî Mehemed Emîn Hewramanî, ji bç strana beytên dînî yên ku di defterên pîrçz ên Ehlî Heq de ne, du lehce hatine bikaranîn. Defteran ji lehca Hewramanî re gçtine "Kurdî" carna jî gçtine "Kurdiya Awramanî" ji sêwa Cafî re jî "Cafiya Awramanî". Abîdînê Caf (Abîdîn Başçavûş) ê berevkir ê ku ev agahdarî dane, dibêje ku tarîxa peyvên van beytan û yên nivîsên ku di kutubxanên wan de hene, diçe 880 sal berî nuha. (28)
Di rçnahiya van agahdariyan de ku me xwest em bidin divê meriv wê rastiyê qebûl bike ku şêveyên Lurrê Mezin ne têde, Lurrê piçûk jî daxil, hemû lehceyên Gçranî û lehca Zazakî dikevin nav lehceyên zimanê Kurdî û mesela Kurdîbûn û nebûna Lurrê Mezin ciyê munaqeşê ye.Netîce, meriv dikare li ser lehceyên zimanê Kurdî, şêweyên wê û belavbûna wan a cçgrafî agahdariyên jêrîn bide:
1-Kurdiya Bakurî (yan jî Kurmancî-Kirmancî) Lehceya Kurdiya Bakur, Lehceya herî berfirehbûyî ye. Li ser axa Kurdîstanêqada wê ya berfirehbûnê, heke meriv xetekê ji rçjhilatê ve bikêşe, ji peravê rçjavayê Gçla Urmiyê destpê dike, ber bi başûrê rçjhilatî ve dadikeve, di bakurê bajarê Şinç, di dçla Kêleşînê re ji hidûdê Îran û Iraqê radibuhure, dirêj dibe ta digihê Helgurdê. Ji wê derê ber û berê peravên bakurê rûbarê Rewandizê diçe ta digihîje Zê yê Behdînan. Li vê derê jî tê tevî Çemê Dîclê dibe, Zêyî taqîb dike. (29) Ji Gçla Urmiyê ber bi bakurî ve Kçtur û Xçyê digire nav xwe û digihîje Çemê Erez, Qers, Erzurum, Mûş û Bedlîsê digire nav xwe carinan palên rçjhilat ên Tçrasan û carnajî quntarên wan seranser taqîb dike, hidûdên wîlayeta Sêrtê, qezayên Qçzluxê, Silîva, Qulp, Lice û Bismil, Hidûdên bajarê Diyarbekirê, Erxeniyê, Deşta Gewran û herêma Çiyayê Qerejdaxê tevî xwe dike û herêmên rçjhilat, başûr, başûrêrçjhilatê Swêregê, qeza Hîlwanê, Gerger ne têde Adiyamanê, Meletiyê, bakur, rçjhilat û başûrê Meraşê hildigre ta digihîje lutikên Çiyayê Gewr (Gavur Da¤ž). Qiriqxana Hatayê û Afrîna Helebê digire nav xwe. Ji wê derê ta nuqta Çemê Dîcle yê ku Zê digre navxwe. Li wan erdên ku Kurd li ser dijîn, Kurdiya Bakurî-Kurmancî tê axaftin. Li qezayên Tunceliyê, Pertek û Zçzgîrdê, li qezayên Elezîzê yên ji bilî Madenê, Sivricê û Palçyê, li qeza Bîngçlê ya bi navê Karliçvayê û li piran herêmên Sêwasê yên Kurdîaxêv, ev lehce tê axaftin. Ev lehce her wiha ji alî nufûsa Kurd a Lubnanê, Ermenîstanê, Gurcîstanê, Azerbeycanê, Qazaxistanê û cumhuriyetên Asya Navîn yên din û ji alî Kurdên Hçrasanê û
Kçnyayê û hin Kurdên Ankarê tê axaftin. Şêweyên Kurdiya Bakurî ev in:
a) Kurmanciya Rçjava: Bi destpêka ji herêma Afrînê Kurdên Entabê, Qiriqxanê, Meraşê, Adiyamanê û Meletiyê, qezayên Ruhayê yên bi navê Surûc, Bîrecik û Xelfetiyê bi vê şîweyê diaxifin.
b) Rewendî: Şêweya ku li erdên bakurê Gçla Wanê dimînin tê axaftinê. Li rçjhilatî ji herêma Şikakan destpêdike, ta dighê cihên rex Çemê Erez, Kurmancên Qers, Erzurum, Agirî, Wan, Mûş û Erzîncanê bi vê şêweyê diaxifin.
c) Şikakî: Li herêmên navbera Gçla Urmiyê, Şemdînan û Başkalê tê axaftin.
ç) Hekarî: Hema ji başûrê Şirnexê destpê dike û li nav hidûdê wilayeta Hekariyê tê axaftin. Berê ji ber ku ji Mîrîtiya Hekariyan re Mîrîtiya Mehmûdî dihat gçtin, ji vê şêweyê re jî "Mahmûdî" dihat gçtin.
d) Bçtî: Kurdên Cizîra ku li nav hidûdê Tirkiyê û Sûriyê ye yên wê herêma ku ji bakurê Zaxçyê destpê dike ji başûr û rçjavaya Şirnexê derbas dibe Eruhê digre nav xwe û ta başûrê Gçla Wanê tê kêşan herêmên rçjhilat û başûrê Bedlîsê, Sêrtê, ta Çemê Batmanê herêma Batmanê û rçjhilatê Mêrdînê digre nav xwe, ji alî Kurmancên li ser vê axa fireh tê axaftin.
e) Bahdînî: Şêweya Kurdên Zaxç, Amediye, Akre û Zêbarê û yên Dihçkê
f) Sincarî: Kurdên Çiyayê Sincarî û yên Şêxana bi vê şêweyê diaxifin.
g) Kurmanciya Navîn (yan jî Silivî-Kîkî-Milî) Li bajarê Diyarbekirê ji bilî rçjhilat, li hemû herêmên Mêrdînê, ji Ruhayê heta peravê rçjhilatê Çemê Ferêt Kurmanc bi vê şêweyê diaxifin. Kurmancên herêmên Elezîzê yên rçjhilat û başûrî jî bi vê şêweyê diaxifin.
2- Kuriya Navîn (yan jî Sçranî). Hidûdên vê lehceyê ji başûrê wî hidûdê ku me ji bç lehceya Kurmancî kêşa destpê dike, ber bi başûrî de dçm dike ta digihe, Çemê Sîrwanê û Xaneqînê. Li başûrî, ji başûrê Çiyayên Hemrîn ber bi rçjhilatî ve vedigere ta Çiyayê Sehend, Mesînabad, Bicar û Esedawayê diçe. Firehiya herêma wê ya başûrî jî diçe ta digihîje, ser rêka esasî ya Melayir. Kirmanşah, Qesrî Şêrîn-Xaneqînê. (30)
Şêweyên Kurdiya Navîn ev in:
a) Sçranî: Ji bilî herêma Zêbarê wilayeta Hewlêrê û hemû qezayên wê vê şêwê diaxifin.
b) Silêmanî(Yan jî Babanî): Silêmaniyê, Kerkukê,Kifriyê, Qeretepê, Tuz Şiwanê û hin herêmên Xaneqînê digire nav xwe.
c) Mukrî: Şêweya ku Kurdên Şinç, Nexede, Meraxe,Miyandiwan, Şahîndij, Saqiz, Bçkan, Bave û Serdeştê pê diaxifin.
ç) şineyî: Li herêmên Sinê (Senendec), Bicar, Kengewer, Rewansar û bakurê Ciwanrçyê tê axaftin.
3-Kurdiya Başûrî: Li bakurî ji rêya esasî ya Melayir-Kirmanşah-Qesrê Şêrînê destpê dike ta digihê hidûdên herî başûr yên herêmên Kurdîaxêv Şêweyên wê yên jêrîn in:
a)Xaneqînî
b) Lurrê Eslîn (yan jî Feylî)
c)Kirmanşanî
ç)Lekî
d)Kelhçrî
e)Perewendî
f)Kulpavyeyî
4-Kurdiya Gçran: Yên ku bi Kurdiya Gçran diaxêvin li herêma çiyayîn a bakurê rêka Berda-Kirmanşanê, yên li herêmên rçjhilat û rçjavayê Çiyayên Hewraman û yên li herêmên Paweh û Kendûlê, Herêmên bakur û rçjhilatê Mûsilê, li wî cihê ku Çemê Xazir tevî Zêyî dibe dijîn.
"Ew navçeyên ku Gçran tê de dijiyan, di qirnê hijdehande ji zeviyên ku niha tê de dimînin mezintir bûn. Peydabûna Mîrtiya Silêmaniyê di dawiya sedsala hijdehan û destpêka sedsala nçzdehande bi awayekî asrî û nû, heta dereceyekê li ser hesabê tengbûna wan nav çiyan bû ku Gçran tê de dijiyan, bi vî awayî lehceya Kirmanciya Jêrîn (Kurdiya Navîn M.C.) ya zimanê Kurdî, wekî zimanekî resmî yê Mîrtiya Silêmaniyê peyda bû, di dawiya salê sedê hijdehande berebere jî ji lehceya Gçran re teng dikir û li ser hesabê wî belav dibû.
Lehceya Goranî ya zimanê Kurdî li dema Mîrtiya Ardelan de belav bû, ku Baba Ardelan di sedê çaran ê zayînî de ew damezirand ji nuh ve bajarê Şarezçr ava kir ku Mçxçla ew wêran kiribûn û ew kir paytextê Mîrîtiya xwe.
Ne dûr e belavbûna Gçranan ji rojhilatê Zagrçsî ber bi Şarezçr ve bûyerê dest pê kiribû.
Kakeyiyan (Ehlê heq, Alî Îlahî) Şarezçr kirin bajarê xwe yê pîrçz û lehceya Gçranî jî kirin zimanê xwe yê dînî...
Di wê demê de Şarezçrê zimanê şiirê Gçranî bû û edebiyata dînî ya Kakeyiyan bi şiirê destpêkiribû û heta niha jî her wiha maye. Her wiha pêwist e ev jî bê gçtin ku, êl û eşîretên derûdçra Kerkûkê, Kifriyê, Xaneqînê û qeraxê rûbarê Sîrwanê, wekî eşîretên Zengene, Cebarî, Şiwanî, Bîbanî û Talebanî û yên dîtir ji eşîretên Gçran bûn ev, xwedî edebiyata
xwe ya klasîkî ya nivîskî, edebiyata gelêrî ya fçlklçrî ya bi lehceya Gçranî bûn. Lêbelê lehca Kurmanciya Jêrîn (Kurdiya Navîn M.C.) berebere ev navçe dagîr kir di netîca geşbûn û firebûna Mîrîtiya Silêmaniyê."(31)
a) Hewramanî: Kurdên herêma Hewramana ku dikeve alî banî yê Çemê Sîrwanê bi vê lehceyê diaxêvin. Rçjavayê çiyayên Hewraman herêma navbera Helebçe û Pêncwînê ye, rçjhilatê wê jî Sine kermanşah e.
Herêma Hewramanê dabeş dibe bi ser Hewramana Luhçn, Hewramana Dizlî, Hewramana Text, Hewramana Rezaw, Hewramana Ciwanrç û Hewramana Kenduleyî. (32)
b) Bacelanî: Zegeneyî û Şebekî digre nav xwe. Ji rçjhilatê Mûsilê, ji herêmên Başwayê belav dibin, digihên ta bakur û başûrê Hamdaniyê ta herêmên Talebanî û Zengene û Qeretû, Hçrên û Şêxanê. Bacelanî li herêma Zehaw a bakurê Lçristanê jî dijîn. (33)
5- Kurdiya Zazakî(Dimilkî, Kirmanckî yan jî Kirdkî)
Li bakurê rojavayê erdên Kurdîstana bin destê Tirkiyê, herêmaka welê digre nav xwe ku di bakur ji Erzurum û Erzîncanê li başûr heta Gergerê, Adiyamanê diçe. Li hundirê Swêregê, Qeza Urfayê û gundên wê yên bakurî, li hundirên qezeyên Diyarbekirê yên bi navê Çêrmûg, Çungûş, Pîran û Hênê û li hin gundên qezayên wê yên bi navê Lice, Hazrç, Çinar û Qulpê, li qeza Wartçyê, qeza Mûşê, li hin gundên qezayên Erzurumê yên bi navê Xinis û Tekmanê. Li hundirê Erzincanê û hin gund û qezayên wê. Li hundir û hin gundên Tercanê, li Beypinarê
Netriya Zanayê ku qezeyek Sêwasê ye û li hin gundên wê, li bajarê Tuceliyê û li qezayên wê yên bi navê Pulumur, Nazimiye, Çvacix, Xçzat, Çamişkezekê bi tevayî, li hundurê Elezîz û qezayên wê yên bi navê Maden û Palçyê bi tevayî, li nîvenîa qeza Qereqççanê, li bajarê Bîngçlê û qezayên wê yên Gênc û Kixiyê bi tevayî, li Piraniya Sçlxanê û li beşekî Qarliçvayê lehceya Zazakî tê axaftin. Hundurê Diyarbekirê her çendîn piranî Kurmancin jî, nifûseka girîng a Zazakîaxêv jî heye.(34)
a) Şêweya Dêrsimê: Li Tuncelî, Erzincan û Sêwasê tê axaftin.
b) Şêwa Rçjhilatî(ya Çewlig-Diyarbekir-Sêwregê): Li Bîngçl, Elazîzê, Diyarbekirê, Sêwregê û Gergerê tê axaftin.


Çackanî:
(1) şerefxan, şerefname, Hasat yay…nlar…, 3. bask… 1990 stanbul, M. emin bçzarslan ji Erebî wergerandiye Tirkî.
(2) Fuad Heme Xurşîd, Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Dîyalektîkanîy, çapxaneyî Afaq Al arabiya, Bexdat, 1985, s. 55.
3) şerefhan, şerefname, Hast Yayinlari, 3. baski 1990, Istanbul, Wergera M. Emîn Bçzarslan ji Erebî bç Tirkî, r. 20
4) Vçkabulaire Kurde des dialectes de Hakiari et Revendi, Par A. Jaba Cçnsul de Russie a Erzerçum, Erzerçum le 15 mars
1858. Ji Dr. Marif Xeznedar Le Babet Mêjûyî Edebî Kurdiyewe 1984, Bexda r. 386'an hatiye wergirtin.
5) Mehemed Emîn Hewremanî, Zarî Zimanî Kurdî Le terazûyî Berawîrd da, 1981 Bexda, r. 52
6) Peter Lerch, Fçrschungen über die Kurden und die Iranischen Nçrdchöldaer, Petersburg, 1857-1858, r. 72
7) Gçtûwêjek legel Dr. Kemal Fûad, beşî 2., Sirwe, hejmar 39, rêzberî 1368
8) Mehemed Emîn Hewramanî, Zarî Zimanî kurdî le Terazûyî Berawirdda 1981, Bexda, r. 24
9) e. n. d. r. 6
10)Sadiq Behaeddîn Amêdî, Rêzimana Kurdî, Kurmanciya Jêrî û ya Jçrî ya hevberkirî, çapa yekê, 1987, r. 34
11)e. n. d. r. 27
12)Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sçsyçlçjik Tetkikler, Sçsyal Yayžnlarž, 1992. r. 24
13)e. n. d. r. 24
14)e. n. d. r. 95-96
15)e. n. d. r. 24-25
16)e. n. d. r. 28
29) Fuad Heme Xurşîd, Zimanê Kurdî, Dabeşbûnî cografyayiy Diyalektîkaniy, Bexda, Çapxaneyî Afaq'l Arabiya, 1985, r.60
30) e.nd:r.62
31) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r.88-89.
32) Mehemed Emîn Hewramanî, Kakeyî, Çapxaneyî Al Hawadîs, Bexda, 1984 r. 68
33) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r. 87
34) Malmîsanij: Dimilkî miyan di ciyayeya vatişan, Hêvî, kçvara çandiya giştî, Parîs, nç:2, Gulan 1984, r. 86-87.



Mûrad Ciwan ev nivîs amada kiriye