Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Parastina normên demokrasîyê erka me hemûyan e!
2011-01-31 22:00
Fkks
info@fkks.se
Di encama têkoşîna bi salan, bi berxwedana peşmerge, bi xwîna şehîdan û bi hilbijartina giştî û azad de Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin avakirin.

Divê em encamên hilbijartinan qebûl bikin. Serokatî, Parlamento, Hikûmet, li gor normên demokratî di hilbijartinên azad de hatine hilbijartin û dikarin bi têne di hilbijartinên azad de bêne guhertin, ne bi awayekî dî. Bo parastina destkeftî, aramî û ewlekarîya welatê me, bo berjêwendiyê giştî û pêkve jîyana gelê Kurdistanê, divê her alî rîayetî norm û prensîbên demokratîyetê bikin û li gor yasa tevbigerin.

Di van 20 salên dawî de li Başûrê Kurdistanê di ware demokratîyet û azadîyê de gavên mezin û girîng hatine avêtin. Wek mînak serokê Kurdistana azad bi dengê gel hat hilbijartin. Ev yek, bo Rojhilata Navîn nimûneyekî ye.

Xewna gelê kurd bû ku rojekê di welatê xwe de hilbijartinên azad bibînin, dengên xwe bikarbînin, serokê xwe û parlamenterên xwe hilbijêrin û hikûmeta xwe ava bikin. Divê em destkeftiyên gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê bi serbilindî bînîn zimên û bi bihevre biparêzin.

Gelê Kurdistanê ji bona destkeftîyan gelek qurbanî dane, wezîfeye me ye ku em bi berpirsiyarî tevbigerin, rewşa Kurdistana azad nexin bin xeterê. Em hemû bi hevre bi yekgirtî bo berjêwendiyê gelê Kurdistanê kar bikin.

Dezgehên ku bi riya demokratîk hatine hilbijartin biparêzin. Hezên xwe bo avakirina civatekî demokratîk û yeksan bi kar bînin.

Di vê riyê de FKKS piştgiriya Serokatî, Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê dike. Li ser me hemû kurdan erk e ku van destkeftîyên xwe biparêzin.

1.02.2011
Komîteya Giştî ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê