|
Serokên FKKSê |
|
2011-01-31 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Salih Ince, di navbera 1982-83an de seroktiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1974an de hatiye Swêdê, mamoste ye.
Mahmûd Kiper, di navbera salên 1983 û 1984an de seroktiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1975an de hatiye Swêdê, pedegog e
Zinarê Xamo, di sala 1985an de(6 meh) seroktiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1980an de hatiye Swêdê, karker e.
Harûn Eliaçik, di sala 1985-1986(8 meh)an de serokitiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1976an de hatiye Swêdê, muhasib e.
Henefi Celebli di sala 1986-88an de de seroktiya Federasyonê kiriye. Kurdê Anadoliyê ye. Di sala 1973an de hatiye Swêdê, muhasib e.
Keya Izol di navbera salên 1988-1991 û 1997-2004 û salên 2016- seroktiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1974an de hatiye Swêdê, mamosteyê zimanê zikmakî ye.
Vildan Tanrikulu, di salên 1991-1995an de seroktiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1981ê de hatiye Swêdê, mamoste ye.
Mustafa Aydogan, di sala 1995-1996an(8 meh) de seroktiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1986an de hatiye Swêdê, mamoste ye.
Aycan - Şermin Bozarslan, di sala 1996-1997 û di sala 2004 - 2014 an de serokatiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdîstana Bakûr e. Di sala 1983 an de hatiye Swêdê. Di sala 2009 û 2010 an de serokatiya SIOS ê (Konfederasyona Biyaniyan) kiriye. Ji sala 2004 vir de cigîra serok a weqfa Kitêbxaneya Kurdî ye. Birêvebira pedagojîyê a komek dibistana sereta ye.
Sosin Guven, di sala 2014-2016 seroktîya Federasyonê kiriye. Ji bakurê Kurdistan e, yek ji nesla nû ye, hiqûqzan e. |
|
|