|
Şêx Îzzeddînê Huseynî çû ser dilovaniya xwe |
|
2011-02-11 11:00 |
Fkks |
info@fkks.se |
|
Di 10ê Sibata 2011ê de li Swêdê li bajarê Uppsalayê li nexweşxaneya Akademiskayê de zana, rêber, bîrmend û têkoşerê Kurdistana Rojhilat Şêx Izeddînê Husênî di temenê 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi mirina mamoste gelek xemgîn in. Xebat û têkoşîna wî ya ji bona Kurd û Kurdistanê dê tu carî neyê ji bîrve kirin û em di wê baweriyê de ne ku di dîroka Kurdistanê de bi herfên zêrîn bên nivîsandin.
Em ji malbata mamoste Şêx Îzzeddênê Huseynî re sersaxiyê û sebir û metanetê dixwazin! Bila serê miletê kurd sax be!
11.02.2011 Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê |
|
|