Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civîna hin namzetên kurd
2014-09-08 13:00
fkks
info@fkks.se








Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 6ê Îlona 2014ê de li lokala xwe debatek/gotubêjek ji bo xwenasandina ji bo namzetêm kurd ji bo parlementoya Swêd amade kir. Namzetên Kurd Lawen Redar(s) li dora 8 ya Belediya Stockholmê de namzeta Meclisê ye, Kurdo Baksi(Mp) di dora 11 li Wileyeta Stockholmê namzetê Meclîsê ye, Salar Reşid(s) li dora 35 ya Meclîsê û li dora 4 ya Belediya Stockholmê, Tara Twana(s), namzeta wilayeta Stockholmê û Huseyin Alpergin(v) li dora 9 namzetê Wilayeta Uppsallayê bêşdar bûn. Namzet xwe dan nasandin û li ser sebebên ku ew xwe kirine namzet sekinin û bersîva pirsên guhdervanan dan.
Wek tê zanîn li Swêdê di 14ê Îlona 2014ê de hilbijartinên Meclîs, Wileyet û Belediyan çêdibe.




Huseyin Alpergin berendamê partiya cep/Vänsterpartiet , V, Li wileyeta Uppsala.

Huseyin Alpergin hejmar 9 di listeya partiya cep , vänsterpartiet, Li Uppsala län.

Ez di Sala 1959 Li gundê talatê girêdayi bajarê Nisêbinekê, wileyeta mêrdinê hatime dinyayê u ji Sala 1982 u virde Li swêd dijim. Di Sala 1990 Li universiteta Örebro bešê zanebunê Li ser civakê (samhällsvetarlinjen) xwendiyê. Di Sala 1992 bešê tercumani û wergeriyê xwendiyê. Min Li Universiteya Uppsala bešê kurdolojiyê u herweha Li eyni universiteyê bešê ašitiyê û nakokiyê (fred-och konfliktkunskap) xwendiyê. Di navbera salên 2004-2006 Li Universiteya stockholm mamosteyi xwendiyê u ez bume mamostê zanyariya Li ser civakê u media(samhällskunskap och media) ji bo sinifêyê seretayi yên davi (högstadiet 7-9) xwendiye. Sala 2013 û Hinek ji behara 2014 an ji Li Universiteya uppsala mamosteyi xwendiye u bumim mamostê swêdi û kurdi.

Min Li swêd Wek tercuman mamostê zimanê kurdi kar kiriye u ana ji Wek mamoste fritidspedagog Li bajarê Uppsala Li dibistenekê kar dikim.

Ji Sala 1998 an heta anaha endamê meclisa belediya Uppsala mim.

Processa serxwebuna Kurdistanê Li bašur heviyekê dide kurdan. Li gor min divê her kurd pistgiriya wê prosesê bikin ku bibe heviyek ji bo percên din yê Kurdistanê.

Ez bi Kurdi, Swedi, Tirki hineki ingilizi û hineki ji bi erebi dizanim.

Ez li gor xwe xwediyê tecrubeyeke siyasi hem di siyaseta kurdi û hem ji di siyaseta swêdi de. Loma ji go Ez ji bo parlemantoya swêd bêm hilbijartin
ezê karibim kareki baš ji bo kurdan bikim.
Ji bo min 550 bese u hejmara 9
Huseyin Alpergin