Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Pîroz be roja zimanê dayikê li Cîhanê!
2021-02-22 08:00
FKKS
fkks@info.se
21´ê Şibatê roja zimanê dayikê li Cîhanê ye. Di sala 1999´an da Rêxistana Navdewletî ya Perwerde, Zanist û Çande yê (UNESCO) ku ser bi NY ye, 21´ê Şibatê wek roja zimanê dayikê ragîhandiye. Ji wê rojê vir da 21´ê Şibatê li hemû Cîhanê wek roja zimanê dayikê tê pîrozkirin.
Îro li Cîhanê zêdetir ji 7000 ziman tên axavtin. Li gor belgeyên YN´ê % 40 ji wan zimanan di bin tehdîda wundabûnê da ne.

Zimanê Kurdî jî di bin tehdîdê da ye. Ji damezrandina Komara Tirkiyê vir ve, li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyonek sîstematîk tê meşandin.

Bi taybetî piştî avabûna Komara Tirkiyê, Tirkiye dest bi înkarkirina Kurdan kir. Di sala 1924´an da axaftin, nivîsandina Kurdî hate qedexekirin. Piştî şoreşa 1925´an ya bi bin serokatiya Şêx Saîd da, li bazarên Diyarbekirê da her kesekî ku Kurdî biaxiviya, Ji aliyê jendirmên Tirkan ve bi 25 kurşên wê demê dihatin cezakirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, her çend radiyo ya bi zimanê Kurdî weşan bike jî, zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye.

Nuha jî li ser TV û mediya yên xwe, sivikatî bi cil û bergên Kurdî û bi hêjayîyên Kurdan dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê, her çend rewşek defacto hebe jî, li hebûna Kurdan û zimanê wan, heta nuha ji aliyê rejîma Sûriyê bi fermî nehatiye qebûlkirin.

Mafê perwerde û bikaranîna zimanê dayikê, yek ji wan mafê her bingehîn ya mirovatiyê ye. Ji bo parastina mafê ziman li Cîhanê Komîsyona peymana parastina mafê zarokan UNESCO yê, dewleta Tirkiyê jî di nav da 196 dewletên Cîhanê îmze avêtine bin peymanê. Kurd wek netewe bi rêjeya nufusa xwe ve 1/3´ê ye li Tirkiyê.

Lê heta nuha jî Kurdên Bakur ji hemû mafên xwe yên netewî bê parin. Perwerde bi zimanê Kurdî qedexe ye û zimanê Kurdî ne zimanek fermîye.

Di peymanên navdeletî da tê gotin ku zarok, aîdê pêkhateyên neteweyek yan jî grubên cuda bin jî, xwedî mafê bi karanîna ol û çande û zamanê xwe ye Divê dewlet, bo bikaranînan zimanê wan, zemîna perwerde û pêşdabirina mafên bi zimanên wan çê bike.

Lê Tirkiye heta nuha li gor peymanên navdewletî ku wan bi xwe jî îmze avêtiye binî, tu mafekî nedaye Kurdan. Tirkiye hebûna Kurdan bi gotin qebûl dike lê di yasaya bîngehîn a Tirkiyê da, Kurd wek neteweyek nayê naskirin.

Zimanê Kurdî ne fermî´ye û mafê zarokên Kurdan tuneye ku bi zimanê xwe bên perwerdekirin.

Tê zanîn ku li bakurê Kurdistanê ev çen salên dawî, bo bi destxistana mafê perwerde û bikaranîna zimanê Kurdî çendîn platform hatinin avakirin. Federasyona

Komeleêyên Kurdistan li Swêd, piştgiriya hemû xebat û hewildanên bo zimanê kurdî tên kirin, dike.

FKKS, demekî dirêje ku dest bi kampaya ya bo zimanê Kurdî kiriiye. Ji bo munasebeta 21´ê Şibatê roja zimanê dayikê li Cîhanê, FKKS nameyek ji partî û parlameterên Swêdî, ji YE û hin welatên din yê Ewrûpîyan ra şand ku piştgiriya daxwazên gelê Kurd bike ku Kurd li Tirkiyê di yasabingehîn da wek neteweyek bên naskirin, zimanê
Kurdî jî bibe zimanê perwerdê û her usa bibe zimanê fermî li Tirkiyê.

Elbet ev kampaya ya me bo zimanê Kurdî, ne katî ye. Heta xeter li ser zimanê Kurdî ra nebe, wê kampaya´ya me jî her berdewam be.

21.02.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd