|
Şehîd Seîd Riza nayê ji bîrkirin! |
|
2020-11-13 22:00 |
FKKS |
info@fkks.se |
|
Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, di salvegera li davebûna rêberê Kurd Seîd Riza û hevalên wî bibîrtînin.
Ji vir 83 sal berê dewleta Tirkiyê, di roja 15.11.1937 an de rêveberê nemirê serhildana Dêrsimê Seyid Riza û Riza û kurê wî Reşik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Eliyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, li Elezîzê li Meydana Genim da li darve kirin.
Em carek din li darvekirina rêberê Kurd Seîd Riza û li darvekirina 6 welatparêzên ku pêra hatin li darvekirin, bi tundî şermezar dikin.
Seîd Riza û hevalên wî wê her tim di dilê me da bin û di tekoşîna me da bijîn…
13.11.2020 Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
|
|
|