Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serdana Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bo Federasyona Komeleyên Kurdistanê!
2020-11-11 23:00
FKKS
info@fkks.se
Di roja çarşemîyê 2020-11-11àn da denjimêr 17:00 serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Ali Kut li bajarê Stockholmê serdana Federasyona Komeleyên Kurdistanê kir.

Rêzdar Ali Kut ji aliyê Serokê Federasiyonê Kovan Amedî û endamên amade yên komîteya Kargêr we hat pêşewazî kirin.

Serokê komeleya Nivîskarên Kurd Rêzdar Ali Kut pîrozbayî li Komîteya nû ya Federasiyonê û serokê nû kir û dawxaziya serketinê ji bo kar û xebata Federasiyonê xwest.

Rêzdar Ali Kut di gel pîrozbahiya Kongireya dawî ya FKKSê dwaxaza serkevtinê bo Federasyonê kir û pişgîrî û hevkariya xwe û Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo pêşketina xebat û karên FKKS`ê ragehand.

Rêzdar Ali Kut di gel pêşkêş kirina çend pirtûkê xwe yên bi qîmet ji bo FKKSê, herwisa tekez li ser berdewamiya xebata FKKSê ji bo pêşwe çûna Kar û xebatên netewî, kulturî di nav Civaka kurd li Swêdê û bi taybet di nav çîna genc û xortên kurd de bi hevce da zanîn.

Her wisa serokê FKKSê Kovan Amedî û endamên Komîteya Kargêr sipasî û xêrhatina berêz Ali Kut kirin û li ser xebat û pilanên karên FKKS´ê agahî dan kekê Ali Kut.

Kekê Kovan Amedî da zanîn ku wê çalakî û pêwendîyên xwe di gel Komeleya Nivîskarên Kurd xurtir bikin û giranî bidin pirsgirêkên revenda Kurd li Swêdê.

Civîn piştî çend demjimêran bi kêfxweşî we bi dawî hat.

2020-11-11
Federasyona Komeleyên Kurdistanê (FKKS)