Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Pîroz be 75 mîn Salvegera Komara Kurdistan
2021-01-21 16:00
FKKS
fkks@info.se
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, salvegera Komara Kurdistanê bi hest û hişmendiyek netewî û Kurdistanî bi bîrtîne û silav lê dike. Serê xwe li ber rêber û hemû pêşmerge û çalakvan û şehîdên Komara Kurdistanê ditewîne.

Wek tê dizanin gelê Kurd sedan salan ji bo azadî, aşîtî û rizgarkirina Kurdistanê, li dijî dagîrkeran bi qahremanî li ber xwe daye û têdikoşe. Kurd hatîne kuştin, hatîne nefî kirin, hatinin qetilkirin, lê tucaran doza azadiya welatê xwe bernedaye û serê xwe li ber dijmin netewandiye.

Ji vir 75 sal berê gelê Kurd li rojhilata Kurdistanê li bajarê Mahabad li meydana Çarçirayê, bi pêşengiya Qazî Mihamed û bi piştgiriya serok Mele Mistefa Berzanî, Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê ragîhandin.

Herçend temenê Komara Kurdistanê kurt bû jî lê di wextekî kurt da jî karî bû karî saziyan ava bike û bingeha dewletbûnê ava bike ku hemû kurd heta roja îro jî pê serbilind in.

Rejîma Îslamî ya Îranê, her wek rejimên berê har û hovîtiya xwe li dijî li Rojhilatê Kurdistanê dimeşînê, her roj xortên kurdan, çalakvanên sîyasî bi hincêtên hîç û pûç zîndanî dikê û gelek ji wan girtiyan îdam dike.

Lê nikare rê li ber xebat û berxwedana Kurdan bigrê. Tekoşîna azadiyê li Rojhilata Kurdistanê her berdewam e.

Îro li Başûrê Kurdistanê, bo hemû beşên Kurdistanê Çirayek ji bo Kurdan hatiye pêketin.
Başûrê Kurdistanê xwedî al, Parlamen û Hukumetek Federal e. Elbet ev destkeftiya encamê xebat û tekoşîna sed sala ye, encamê bi hezaran şehîdan e. Lewra divê Kurd vê destkeftiyê wek erkekî, bi hestiyariyek netewî biparêze û pêşve bixe.

Divê hemû partî û rêxistinên Kurdan, rêz li serweriya Parlamen û Hukumeta Federal bigrên û bi hestên netewî piştgirên wê bikin.

FKKS, carek din 75 mîn salroja damezirandina Komara Kurdistanê ji dil û can pîroz dike û her usa pêşawa Qazi Mihemed û serok Melle Mistefa Berzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tîne.

Bijî Azadiya Kurdistanê
21.01.2021
FKKS-Fedrasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd