Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kiryara terorîstî ya Parîsê şermezar dikin
2015-01-08 12:00
fkks
info@fkks.se



Em êrîşa li Parîsê li dijî kovara mizahî ya "Charlie Hebdo" hatiye kirin û di encamê de 12 kes hatin kuştin û bi dehan hatin birîndar kirin, bi tundî şermezar dikin; ev êrîş li dijî azadîya fikrî û berîya her tiştî li hember mafê jiyanê ye; ji malbata wan re ji xebatkarên kovarê yên mayîn re û ji gelê Fransayê re sersaxî dixwazin.

Yek ji van qurbaniyê terorê editorê Charlie Hebdo, Stephane Charbonnier e ku wî bi navê Charb di 22ê Cotmehê de li ser berxwedan û şerê Kurdan li hember DAÎŞê meqaleyêkî wêrek nivîsandibû û weha gotibû; "Ez ne Kurd im, gotinekî Kurdî jî nizanim. Nikarim navê nivîskarekî Kurd jî bidim. Çanda Kurdî ji min ra bi temamî xerib e…Lê min carna xwarina Kurdî xwarîye… Em dev ji van tiştan berdin lê, Ez îro Kurd im, bi Kurdî difikirim, bi Kurdî disitirim, bi Kurdî digrîm. Kurdên ku li Sûriye hatine dorpêçkirin ne tenê Kurd in, ew li hember taritîya mirovayetî ne… Ew jiyana xwe, malbata xwe, welatê xwe diparêzin, ew bixwazin jî nexwazin jî li hember "Dewleta Îslami" bi tena serê xwe kela berxwedanê ne…Ew me hemûyan diparêzin!"

Li ser navê çi, bi çi armancî û ji alîyê kê ve hatîye kirin kiryara Parîsê kiryarekê terorîstî ya hovane ye. Gelê Kurdistanê ev çend meh in li ser axa xwe ya başûr û rojava tûjî êrîşên hovane ya rêxistina DAÎŞê/DÎ bûye û di şerê li hemberî wê de gelek kurbanî dane.

7.01.2015
FKKS