Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kobanî ji DAÎŞê rizgar bû! Pîroz be
2015-01-27 13:00
fkks
info@fkks.se


Piştî şerekî dijwar bajarê Kobaniyê di 26.01.2015ê de ji DAîŞê rizgar bû; li gelê Kurdistanê, hevkar, dost û li me hemûyan pîroz be. Ev serkeftina mezin bi hevkariya pêşmergeyê qehreman û şervanên YPG û bi piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî hat bidestxistin.

FKKS silav û sipasiyên xwe ji hemûyan re dike û herweha silav ji gîyana wan re dişîne ku yên ji bo welatê xwe biparêzin şehîd ketin.

Divê em jibîr nekin ku li seranserê dinyayê welatên ku kurd li wê dijîyan ji bo raya giştî ya dinyayê û ewrûpayê bikşînin ser rêxistina DAÎŞ/DÎ û piştgirîya xwe ji Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî ji Kobanê re nîşan bidin gelek karê diplomasîyê kirin û xwepêşandin li dar xistin. FKKS di 27.09.2014ê de li Stockholmê li dijî êrîşên rêxistina terorîst a DAÎŞê/ISIS xwepêşandinekê girse li dar xistibû.

Rêxistina DAÎŞê di 15ê Îlonê de bi hovane êrîşê bajarê Kobanê û gundên wî kiribûn; bi hezaran kurd dev ji gund û malên xwe berdabûn û ber bi bakurê Kurdistanêbve çûbûn.
26.01.2015
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê