Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
14ê Nîsanê Roja Enfalê ye
2015-04-13 00:00
fkks
info@fkks.se



Parlamentoya Herêma Kurdistanê 14ê Nîsanê weke roja Enfalê nas kiriye û Parlamentoyên hin dewletên Ewrûpayê; Almanya, Fransa, Hollanda, Swisre, Belçika, İngiltere û Swêd anfalê wek komkujî qebûl kirine.

Îsal 27mîn salvegera Enfalê ye. Enfal navê komkujiyeka li Başûrê Kurdistanê ye ku ji aliyê rejima xwînxwar a Baas ve li dijî Kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê girtîye.

Pêla Enfalê 23ê sibata 1988 an li Silêmaniyê dest pê kir û 6ê îlona 1988an li Zaxoyê dom kir.
Di 8 qonaxên Enfalê de zêdetirî 182 hezar kurd hatin qetilkirin û wendakirin û zêdetirin 4000 gund hatin wêran kirin.

Di eslê xwe de Enfal ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyan e. Di Nîsana 1974ê bi bombebarankirina Qeledizê dest pê kir di salên 1980î de bi bi sirgunkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dewam kir; 20 hezar ciwanên Kurdên Feylî ku ji aliyê rejîma Sedam ya Iraqê ve, winda bû û qet şopa wan nehat dîtin. Di sala 1983ê de rejîma Baas 8 hezar mêrên eşîra Barzanî dîl girt û kuşt. Di 16’ê Adarê 1988ê de navçeya Helebce hat kimyabarankirin 5000 kesên bêtawan bi kimyayê hatin kuştin û bi qasî 10 Hezar kes jî birindar bûn û bûn qurbanên çekên kimyawî.

Li hemberî qirkirina Kurdan mixabin cîhan bêdeng ma, çavên xwe li qirkirina bi deh hezaran Kurdan girt. Helepçe bû sembola van qirkirinan.

Di 2014ê de Kurdistan îcar tûjî êrîşên DAÎŞê bûn. DAÎŞ li Şengalê û Kobanî ‘enfaleka’ din bi serê kurdan anî, bi sedan kurdên êzîdî kuşt, bi hezaran terqa cîh û warên xwe kirin. Pêşmerge û şervanên kurd ji Xenikînê heta Kobenî li hember terorîstanê DAÎŞê şer kir; di vî şerî de îtîbara pêşmerge û şervanên Kurd li dinyayê deng veda dewletên sereke yên dinyayê di vî şerî de piştgirîya gelê kurd kir; kurd di filiyatê de sînorên di nav xwe de ji navê rakir û îro kurdistana başûr pêngav bi pêngav ber bi dewletbûnê ve diçe. Kurd îro li herêmê aktorên sereke ne û terefekî esasî ne; bêyî wan li herêmê ne aramî ne jî aştî peyda dibe.

Di 27 salîya komkujîya anfalê de qurbanîyên enfalê bi minnet û rehmet û hurmet bi bîr tînin û ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin 16 Adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna çekên kîmyewî û enfal wek komkujî bê nasandin.

14.04.2015
FKKS