Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Li Stockholmê bi merasimeka dewlemend şehîdên Helebçeyê hatin bi bîr anîn!
2015-03-17 00:00
fkks
info@fkks.se











Bi munasebeta 27mîn a salvegera komkujiya Helebçe di 16ê Adara 2015ande li Stockholmê li Adolf Fredriks kyrka bi merasimeka rengîn şehîdên Helebçeyê hatin bi bîranîn.

Merasim ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) hat organîzekirin bi stran û muzika xemgînî û axaftinên cuda li ser Helepçeyê hat kirin û mûm hatin vêxistin.

Merasim ji aliyê rojnamegêr Kurdo Baksî û hunermend û listikvana Swêdî Ingela Carlson ve bixwendina helbestan re hat birêvebirin. Merasîm bi yêk deqîqe bêdengî û bi axaftina Seroka FKKSê Sosin Guven destpêkir.

Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Rehim bi Swêdî û nûnerê Hevkariya Hêzên Kurdî û Kurdistanê li Swêdê Omer Soran bi axaftina xwekurdî pêşkêş kirin.

Li ser navê Hukûmeta Swêdê Cigîra serokwezîra Swêdê Asa Romsom (Mp), Seroka Netverka Swêdî –Kurdî ya Riksdagenê Anna-Lena Sörensson, Parlamanterê Partiya Gel(Fp) Fredrik Malm, Parlamenterê Moderatan(M)Göran Pettersson, Parlamentera Partîya Çep(V)Karin Rågsjö, Parlamentera Partîya Kristdemokraterna(Kd ) Desirée Pethrus, Parlamenterê Partîya Sosyaldemokrat(S) Serkan Kose li ser girîngiya qetlîama Helepçeyê axiftin û piştgîrîya xwe û partîyên xwe anîn zimên.

Komîker Oz Nujen bi axaftina xwe ya têr û tije, Feriboz, Rewend Şêxo, Pirshang Twana û Bihar Muftî bi muzik, stran û şiîrên xwe yên matemî bêşdaran kelogirî kirin. Bi xwendina helbesteka Ingela Karlsson bîranîna Helepçe dawî bû.