Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kurdên li Swêdê ji bona maxdûrên erdheja Wan û Erdîşê seferber bûn!
2011-11-07 13:00
fkks
info@fkks.se



Di roja yekam a Cejna Qurbanê de kurdên li Swêdê ji bona maxdûrên erdheja Wan û Erdîşê du çalakî li dar xistin.

Çalakiya yekem; Di 6 ê Mijdar a 20011 an de li Stockholmê maça Dalkurd û tîma TV ya Swêdî bû. Ev çalakî ji aliyê raya giştî ve bi alaqeyek mezin hat şopandin; gelek kurd û Swêdî bêşdarî vê çalakiyê bûn.

Serokwezîrê berê yê Swêdê yê Sosyaldemokrat Ingvar Carlsson û seroka berê ya Partiya Sosyaldemokrat Mona Sahlin, Serokê Venster Partiyê Lars Ohly, Serokê Netverka Swêd-Kurdistan a Parlamnetoya Swêdê Fredrik Malm jî di temaşekirina maçê de amade bûn.

Seroka FKKS Sermin Bozarslan û sekretera FKKS Pirshang Twana jî di nav temaşêvanan de bûn.
Hat îlan kirin ku bo alîkariya gelê Wanê 250.000 kr hat kom kirin.
xxx

Çalakiya duyem; Nûnerên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Komîteya Hevkarî ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî di 6 ê Mijdar a 20011 an de li Stockholmê bo rêzgirtina hevwelatîyên ku li Wanê û Ercîşê jîyanê xwe ji dest dane civîyan.

Di vê civînê de peyamên piştgirîyê û sersaxiyê ji aliyê her du rêxistinan hate xwendin. Komîteyek bo piştgirîyê hate tesbît kirin. Ev komîte heta serê salê her rojên sêşeme saet 17.00 - 19.00 bo komkirina alîkariyê li lokala Federasyonê Duvbovägen 59 amade be.

xxx
Wek tê zanîn di 23ê Cotmeha 2011ê de li Kurdistana Bakur li bajarê Wanê û li Erdîşê di dereca 7.2 richterê de erdhejek çêbû. Erdhej li gelek bajarên derûdora Wanê jî hat hîskirin.
Li gor agahiyên herî dawî de ku hatine belav kirin, di erdhejê de 605 kes mirine, 1552 kes birûndar bûne û 2200 avayî ya hilweşiyane ya jî xesar dîtine.