|
Berdevkê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyeyê Mişel Temo hat kuştin |
|
2011-10-07 23:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 7.10.2011 de li Qamişloyê berdevkê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyeyê Mişel Temo hat kuştin û kurê wî Marsêl û hevala partiya wan Zahîde birîndar bûn.
Mişeel Temo 11-ê Gulana 2009-ê hatibû girtin û sê sal û nîvan li zîndanê mabû. Ew di 2ê Hezîrana 2011ê de ji zindanê derketibû.
FKKS kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo şermezar dike; ji malbata wî re sersaxî û ji birîndaran re şîfa dixwaze. Bila serê gelê kurd sax be.
Kurdên Swêdê ji bona cinayetên rejîma Sûriyeyê û kuştina Mişel Temo protesto bike xwepêşandinek li dar dixe!
Yekşem, 9.10.2011 Seat: 14:00 Cî: Mynttorget-Stockholm
|
|
|