|
Wefat- Sersaxî- Tazîye |
|
2015-07-22 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Hevwelatîya me û endama Komîteya Giştî ya FKKS a berê Rûken Misto di 21.07.2015 de li Stockholmê ji nexweşîya penceşêrê jîyana xwe ji dest da. Bi mirina wê em xemgîn in. Ji kurê wê Salar re, ji xizm û hevalên wê re sarsaxî û metanetê dixwazin.
Rûken Misto hevwelatîya me ya ji Rojavayê Kurdistanê bû; jinêka çalak bû. Li gel karê komeleyetîyê yek ji endama aktîf a EKSS (Encumana Kurdên Sûriyê li Swêdê) bû. Bi mirina wê EKKS û civata kurd li Swêdê çalakvaneka xwe ya hêja wenda kir. Bila serê miletê Kurd sax be!
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Taziya wê: Çarşem- Pêncşem; 22-23 Tîrmeh Saet 14:00 Stockholm/Bredäng Tempelriddarvägen 1
|
|
|