Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Seroka FKKSê Sosin Guven bû endama Komîteya Rawej a Federasyona YN a Swêd
2015-06-15 01:00
fkks
info@fkks.se








Di 13-14ê Hezîrana 2015ê de li Gotebergê kongreya Federasyona NY a Swêdê li dar ket. Seroka FKKSê Sosin Guven wek endama Komîteya Rawej hat hilbijartin.

Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê(Svenska FN-Förbundet) di sala 1957ê de hatîye damezirandin li seranserê Swêdê zêdetir 100 komeleyên wê û nêzî 30 herêmên wê hene. FKKS îsal bû endama wê û li ser navê FKKSê endamê Komîteya Kargir û bepirsê aborî Berzan Koçkaya tê de temsîl dibe.

Federasyona NY ya Swêdê ji 3 salan carek kongeya xwe di meha Hezîranê de li dar dixe. Kongreya îsal li bajarê Goteborgê bû. Li ser navê FKKSê Seroka FKKSê Sosin Guven, Sekretera FKKSê Pirşeng Twana, Berpirsê aborî Berzan Kockaya û berpirsê têkiliyên navxweyî Selam Cizîrî bêşdar bûn.

Kongreya îsal bi bêşdarîyek mezin li dar ket û di organên hilbijartinê de reqabetek berbiçav hebû. Ji bo Komîteya Rawej Seroka FKKSê Sosin Guven wek endam hat hilbijartin.
Wezîfeya endamên Komîteya Rawej ew e ku di dema kongreyê de ji bo organên wê namzetan pêşniyazê kongreyê dike.