Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Agirê Sînemaya Amûdê, dilê merivan dişewitîne
2015-12-01 12:00
fkks
info@fkks.se








Ji bo minasebeta 55 salîya şewata Sînemaya Amûdê di 29.11.2015ê de li lokala FKKS, Encûmana Kurdên Sûriyê li Swêdê(EKKS) û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê semînerek li dar xist. Seroka FKKSê Sosin Guven Semînerê vekir, piştî deqîqeyek rawestandin ji bo şehîdê kurd û Kurdistanê semîner dest pêkir.

Dihê zanîn roja 13.11.1960î de ev bûyer li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê qewimîye û li dora 280 xortên ciwan têde şewitîne.

Axafêrên semînerê Seîd Melle û Samî Namî Ahmed bûn. Seîd Melle yek ji şahîdê bûyara bû ku ew jî di dema şeweta sînemayê de li sînamayê bûye û bahsa bûyar çawa qewimîye û ew çawa jê xelas bûye kir.

Seîd Melle di axftina xwe de got, ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê fîlmekî bi navê Cerîmet nisif el-Leyl ("Cerîmeya nîvê şevê") ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û li pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin.

Wexta ew di seansa 3em de di sînemayê de bûye, agir dest pê kirîye. Du derîyê sînemayê hebûye derîyek girtî, derîyek jî nîv vekirî bûye, ew di vî derîyê nîvvekirî de xwe xelas kiriye.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê gelek zarok xelas kiriye. Di dawiyê de stûnek di ser de hatîye xwarê û ew mirîye. Di vê bûyerê e di navbera 180-283 zarokên kurd jiyana xwe ji dest dane. Ew şagirtên dibistana Xezalî û Mutenebî li bajarê Amûdê bûne.

Li gorî gelek kesan dewleta Sûriyê ev bûyer pêk aniye lê li gorî hin şahidên şewatê jî agir bi xwe ji ber elektrîkê derketiye.

Samî Namî jî bahsa pirtûka Agirî Sînema Amûdê kir ku ji aliyê bavê wî Mele Ahmed Namî ve hatîye nivîsandin û di sala 1987ê de li Stockholê ji alîyê weşanxaneya Jîna nû ve hatîye çapkirin.

Samî Namî bahsa nivîsandindina kitêba bavê xwe kir ku di vî warî de belgeyeka yekta ye.

Pêşberiya Çîroka Pirtûka Agirê Sînema Amûdê

Dema min dît ko çîroka Agirê Sînema Amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên di welatê me de çêbûn tê hijmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop here.

Her wekî ko bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Mamoste û pêzanên welatê me guh nedane tiştekî ji wan, çi mezin û çi biçûk.

Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû çi biçûk û çi mezin bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavên zana û xwendevanên xwe û zana û xwendevanên biyanî, bi camêrî û serbilindî nedihiştin tiştek di ser wan re bibûre û nenivîsandî bimîne. Tenê mamoste û zanayên me, xwediyên xameyên çalak û namîdarên mêjû yên mîna: Qadî Ibin Xelkan û Ibin Al-Esîr û Ebû Al-Fîda û herweha ristevan û torevanên me yên ko li cihanê deng dane; weke, mîrê ristevanan (أمیر الشعراء) Ehmed Şewqî, Cemîl Al-Zehawî û Me`arûf Al-Resafî hebûn. Lê wan carekê milet û welatê xwe ne anîne bîra xwe, her û her bi navê miletên din xwe dane nîşandan û naskirin û ji wan re xebatên hêja ên bê hijmar kirine. Milet û welatê wan her tim ji kar û xebata wan bê par mane, carekê ji kerema xwe re ne gotine em kurd in û gelên cihanê bi gel û welatê xwe agadar nekirine, eger biviyane dikarî bûn herkesî bi wan agadar bikin.

Du tişt bûn ko ez bivê nevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê:

1- Tiştên ko me di serê pêşberiyê de gotî: Ditirsim ev serpêhatî jî weke yên demên bûrî winda bibe.

2- Roja dawî piştî şewata sînemê ko çûme Amûdê, li wê, li ber deriyê belediyê xortekî xwenda û dilbirîn pêrgî min bû û rojbaşî da min. Çavên wî ji hêstir û fermîskan weke du pileyan sor bûbûn. Ji min re got:

"Seyda ma qey wijdan e ev serpêhatiya mezin weke serpêhatiyên demên bûrî bê nivîsandin di ser me re bibûre, ma ne şerm û fihêt e?".
Tenê ez hinekî sekinîm û di bersiva xwe de min got: Da ez binêr im ezbenî.

Dema vegeriyam malê li Qamişlo, wê şevê ez li gotina wî xortî fikirîm û min xwe bi xwe berpirsiyar kir û got:
Eger ez daxwaza vî xortî pêk neyînim bêgoman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî.
Dawî min xwe bivênevê kir û xwest ko çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim. Ger çi wê li cem nezan û dijminan bê nirx be, ji ber ko dilqirêj, bextreş, çikûs û şîrheram ji cihanê kêm nabin.
Ev tişt bûn ko ez bivê nevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê.....

Paşê min got: Gereke li gor zanîn û dîtina xwe çend rûpelan pê reş bikim û wê reşbeleka biçûk bi navê "Agirê Sînema Amûdê" pêşkêşî xwîşk û birayên xwe yên xwendevan û xoşewîst û xîretşinas bikim.
Hêvîdar im ji wan ko bi çavên biratî û dilpakî lê binêrin, ne bi çavên meznahî û neyariyê. Û ji kerema xwe kêmahîyên wê jî bi xameya dilovaniyê dirist bikin. Çiko ez ne ji wan nivîsevanên xuyayî me, xwediyê xameya namîdar im.

Xwîşk û birayan! Tiştê ko di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavên xwe dîtine û yên din ji rastgoyan ên bawerpê bihîstine. Çiko çar rojan li pey hev diçûme Amûdê û êvarî dihatim mal li Qamişlo.
Li mala Celal Qotreş.
Roj diduwa ko çûme amûdê. Ez digel hejmarek ji navdarên bajêr li mala Cela Qotreş civiyan. Di civînê de rewşa agirê sînemê hate gotobêj kirin. Xwediyê male berê xwe da civatê û got: Wê rojê roja pênşembê xwedî û hostayê sînemê hatin cem min û ji min re gotin: Bavê Şêrgoh mudîrê nahiyê dixwazê em îro careke dî sînemê bişuxulînin, lê motorê elektirîkê germ dibe û eger giranî bête ser motor em bitirsin ko biteqe. Êdî min ji serokê polîsan xwest ko vê yekê ji mudîrê nahiyê re bibêje da ko îro xwediyê sînemê bivênevê nekê û roja din çend caran bixaze wê weke wî bikin. Lê mudîr li serê xwe siwar hat ew bivênevê kirin ji bo bikaranîna motor ta ko ew ziyana bextreş rûda. (Min gotobêja civatê bi devikî xwend. Samî)
Ez bixwe yek ji wê civatê bûm û min gudariya gotinên xwediyê malê dikir. Gelo îcar berpirsiyar kî ne?. Rastî nayê gotin û tirs heye.

Lê bi rastî û ji hindikayî ve divabî çîrok hinekî bê hilwejartin û bikeve ber çavên xwendevanan û beyhode neçe. Dibe ko hinek welatperwer ên ko her tim li daxwaza gel û welatê xwe meyze dikin û nobedar in ji xweşî û serfiraziya miletê xwe. Ko carekê ev deng bikeve guhê wan û pê agahdar bibin.
Gelo em li hêviya kê mane ko xemxwariyê li me bike? Li gilih û derdê me bipirse û ji destê zorkotek û zorderan biparêze.

Cîgehê sînemê bû bustanek û mînakek têde hate danîn.
Cîgehê Şadî Û Xweşî
Bustanê Mezargehê ji îro pêve wê bibe gulistana şadî û xweşî ya bi nav û deng û tek û tenha û cîgayê xemrevînê ji bo xembarab.

Bosîtatê mezargehê ger çi bi pîvan û li ber çavan biçûk e, lê dîsa ji gulistanên cihanê ên mezin tê jimartin. Çiko ji tovê 280 xortên ciwan hatiye çandin, ji lewra me gotiye gulîstana tek û tenha û bosîtanê xemrevînê.

Paşiyê yên mayî serê we ji me re sax be û dem û çaxên we bi xwşî û şadî û bextiyarî bin.
Bi azadî û kamîranî bijîn xwîşk û birayan.
Namî nivîsandina pirtûka Agirê Sînema Amûdê di sala 1960 de bi dawî anî û di sala 1987an de ji aliyê weşanxana Jîna Nû li Stockholmê hate çapkirin û weşandin. Pirtûk ji 81 rûpelan û 10 wêneyên weke mînakê xortên şewitî, kavilê sînemê, zarokên şewitî û goristan û dayikên zarokên şewitî pêk hatiye.

Serpêhatiya Agirê Sînema Amûdê ew serpêhatiya xemgîn ko Namî ji windabûnê parast û ta roja îro kurdên Kurdistanê nifş li pey nifşan bi wê serpêhatiyê agahdar dibin û wê bibîrtînin.


Navên hin goriyên Agirê Sînemaya Amûdê

1. Celal Hesen Elumrî
2. Cemîl Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed
3. Derwîş Mecîd Debax
4. Ebdilezîz Bin Ebdilxelîl (1946)
5. Ebdilezîz mehmûd Elumrî (1948)
6. Ebdilîlah Şêxmûs
7. Ebdilqehar Mehmûd Emumrî (1946)
8. Ebdilrehman Osman
9. Ebdilrezaq Bin Ebdilxelîl (1949)
10. Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî
11. Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)
12. Ebdilsemed Şêx Tewfîq Elhuseynî
13. Ebdo Ehmed Mihê Silê
14. Ebdo Hac Umer Tauus
15. Ebdoi Ehmed Tauus
16. Ednan Mecîd Ezîz
17. Ehmed Ebdilhadî
18. Ehmed Ebdilrehman Axa Deqorî
19. Ehmed Ferhan
20. Ehmed Hemo Helqa
21. Ehmed Mela Newaf (1950)
22. Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)
23. Ehmed Mihemed Kermî
24. Elî Mela Sîrac mela Mihemed (1948)
25. Elî Şêxmûs Celo
26. Emîn Selfîc Emîn
27. Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)
28. Faris Seîd Hesen
29. Fehed Şêxmûs (1949)
30. Fêsel Mustefa Tauus
31. Fewzî Elî Şêxo
32. Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê
33. Hewas Emîn Bengo (1953)
34. Hesen Hac Mihemed
35. Hisên Ehmed Elkermî
36. Hisên Hac Mihemed
37. Hisên Mihemed Kermî
38. Ibrahîm Ebdilrehman Axa Deqorî
39. Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)
40. Ibrahîm Hac Îsa (1949)
41. Ibrahîm Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed
42. Ibrahîm Mihemed Elî
43. Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)
44. Ibrahîm Silêman Bengo
45. Ibrahîm Temo Omer (1950)
46. Ismaîl Şukrî Rezo (1948)
47. Izedîn Ebdilkerîm
48. Mecmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim
49. Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)
50. Mehmûd Hac Mistefa
51. Mehmûd Hac Silêman
52. Mehmûd Hac Xelef (1952)
53. Mehmûd Ismaîl Remo
54. Mehmûd Nezîr Axa (1950)
55. Memdûh Nezîr Axa (1948)
56. Merûf Silêman Ibrahîm
57. Mesûm Hac Ezîz (1945)
58. Mihemed Ebdilcelîl Mela Ibrahîm
59. Mihemed Elhac Mehmûd
60. Mihemed Hac Ismaîl Hiso (1946, sinfa 5an)
61. Mihemed Hac Xelef (1947)
62. Mihemed Izedîn Elebasî
63. Mihemed Mesum Xelîl (1950)
64. Mihemed Reşad Mehmûd Beşar (1948)
65. Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)
66. Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî
67. Mihemed Saleh Xelîl (1947)
68. Mihemed Salih Silêman
69. Mihemed Seîd Axa Deqorî (1928)
70. Mihemed Silêman Mercî (1948)
71. Mihemed Xalid Bin Şêx Ebdilrezaq Elbancî
72. Mihemed Yasîn Bin Essed Elribat (1951, Şam)
73. Mihemed yûnis Zeyf
74. Mihemed Zekî Şêx Musa
75. Mihyeldîn Zekî Eljac Qasim
76. Nurî Hac Hisên (1950)
77. Nurî Mihemed Sebuhe (1947)
78. Remedan Hesen (1946)
79. Remedan Mihemed Elî
80. Saleh Felemez
81. Saleh Xelef
82. Sebrî Şukrî Elî
83. Sîrac Umer Şêxmûs (1946)
84. Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)
85. Subhî Elî Mihemed
86. Şêxmûs Elhac Têlo
87. Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)
88. Tariq Şerîf Xelîl (1954)
89. Umer Ebdilhelîm Debax
90. Umer Elî Mihemed Elo
91. Umer Sofî Ferec
92. Xidir Şêxmûs Zeyf
93. Xorşîd Mela Sîrac (1950, gora tevayî)
94. Yehya Elhac Mihemed
95. Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş
96. Zuhêr Ehmed Husên (1946)
Serkanî : Wikipedia