|
FKKS êrîşa terorîstî ya li Qamişlo bi tundî şermezar dike! |
|
2016-07-28 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Em êrîşa terorîstî ya li Qamişlo bi tundî şermezar dikin, sersaxîyê li gelê Kurdistana Rojava û malbatên şehîd û birîndaran dikin.
Bila sere gelê Kurdistanê sax be! Terorîstên DAÎŞê bi vê êrîşa xwe ya qirêj ya li hember kurdên sivîl ku 41 kes şehîd bûne û zêdetir 177 kes birîndar bûne dixwazin zirarê bidin destkeftîyên kurdên Rojava.
Şehîdên Qamişloyê şehîdên tevayîya gelê Kurdistanê ye û lewra êş, hest û fikrên me îro bi wan re ye.
Tu hêz nikare pêşîya destkeftîyên netewî yên kurdan bisekine.
Gelê Kurdistanê li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat dê maf û azadîyên xwe yên rewa bidest bixin. Tu hêz an qewwet nikare pêşîya vê pêvajoyê bigre.
27 tîrmeh 2016 FKKS Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê |
|
|