|
Wefat- Sersaxî- Taziye |
|
2016-04-14 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 13.04.2016ê de welatperwer Xalid Xoce (Ramazan Başdaş) li Stockholmê jîyana xwe ji dest da. Xalid Xoca (60) ev demek bû ji nexweşîya kanserê derman dibû.
Xalid Xoce kurdperwerekî hêja û yek ji kadroyên tevgera neteweyî ya Kurdistanê bû.Piştî darbeya 12ê Îlonê ya 1980 ew jî wek gelek şoreşgerên Kurd yên din mecbûr ma derket derveyî welêt û li Swêdê bi cî bû. Li Swêdê xebata xwe ya sîyasî û demokratîk meşand, di gelek perîyodan de di organên cûda yê FKKSê de xebitî.
Bi wefata wî em xemgîn in. FKKSê ji malbata wî re; ji xizm, dost û hevalên wî re sersaxî sebir û metanetê dixwaze. Bila serê gelê Kurd sax be! 14.04.2016 FKKS
Tazîye Roj 14-15 Nîsana 2016 Saet 15-21 Cîh Stora Sällskapetsväg 36-42, Brädeng- Stockholm
Şemî: 16ê Nisana 2016 Seat 13.00- 18.00 Cî: avayîya FKKSê, Duvbov.59 |
|
|