Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKSê panelek li ser hilbijartina Parlamena Swêdê pêkanî
2010-04-14 02:00
Kovan Amedî
kovanamedi@hotmail.com
FKKSê panelek li ser hilbijartina Parlamena Swêdê pêkanî

Panel, di derbarê entegrasyon, pircûreyî û pirsa kurd de partiyên Swêdî çi difikirin?
Di van 30 salên dawiyê de kurd di civata Swêdê de bûn grûbeka mezin û li gor îstatistikên nefermî hejmara wan li ser 100 hezarî ne. Ew di her warî de di prosesa pêşketina Swêdê de bêşdar dibin.

Di meha sebtemberê de hilbijartina Parlamena Swêdê pêktê. Di vê pêvajoya hilbijartina giştî ya Swêdê de, FKKS bi partiyên Swêdî re panelek pêkanî ku Kurd çawa aktîftir bibin û çewa beşdarî xebata demokratî bibin. Di vê panelê de partiyên Swêdî, dîtinên xwe li ser entegrasyon, pircûreyî û pirsa kurd diyar kirin. Panel ji aliyê Şukrî Demir ve hat birêvebirin.

Beşdarên Panelê ji Partiya Sosyal Demokratan (S) parlamenter Yimaz Kerîmo, Ji Partiya Çep (V) berendamê parlametoyê Hediya Guzel, Ji Partiya Moderatan (m) parlamenter Ulrika Karlsson, ji Partiya Gel (FP) parlamenter Fredrik Malm, ji Partiya Demokratê Xiristiyan (KD) parlamenter Dêsirêe Pethrus Engstrom, ji Partiya Jîngeh (MP) endamê Komîta navendî Yvonne Ruwaida bûn.

Yilmaz Kerîmo: Li ser pirsên Panelê wisa got: ” Ez li ser pirsa Kurd û pirsa hurgelên din de atktîv kardikim. Ez ji dilve dixwazim kurd û hurgelên din xwedî mafên xwe yên demokratîk bin. Divê meriv ji hemû deng, reng û firên cuda re hurmet nîşan bide. Ji bo ku meriv xwe Swêdî hîs bike, ne şerte ku eslê xwe înkar bike yan jî saîmîle bibe. Kurdek, Asûriyek jî dikare xwe wek Swêdî hîs bike. Di civatê de li hember hev hukmê pêşîn heye. Ji bo şikandina hukmên pêşîn di nav civatê de, rola komele û dezgehên sivîl gelekî girîng e.” ji bo Helebçe û Enfalê jî usa got ” Sosyaldemokratan di kongreya xwe de biryar girt ku Helebçe û Enfal qetiliyamek bû li hember gelê Kurd.”

Hediye Guzel: ” Federasyon, serbixweyî daxwazekî rewa ya gelê Kurd e, em piştgiriya daxwazên gelê Kurd dikin. Ez bi xwe wekî Kurdekê Swêdî me jî, Kurdbûna min ji bo Swêdîbûna min ne asteng e. Divê biyanîbûna me nebe asteng ji bo Swêdî bûyina me.” Hediye siyaseta perwerdeye zimanê swêdî ji bo biyaniyan rexne kir û daxwaz kir ku perwerda fêrkirina zimanê Swêdî bo biyaniyan baştir be.

Ferdrik Malm: ” Ez nikarim bêjim bila kurd serxwebûnê yan Federasyonê bixwaze, divê kurd bixwe biryar bidin ew çi dixwazin. Em piştgiriya daxwazên demokratîk ya gelê Kurd dikin. Mixabim NY bi vî rewşa xweya nuha nikare pirsa Kurd çareser bike, ji ber ku NY jî di nav xwe ne gelek zelale.” Ji bo Kurdistana başur jî usa got: ” Kurdistana Başur bi fermî ne serbixwe be jî lê di piraktîkê de serbixweye.” Kareata Helebçe û Enfalê jî wek Qetilyam bi nav kir û got ew generalên ku di qetliyamê de beşdarin û nuha li hin welatên Ewrûpayê wek penaberin, divê ewana ji ber kiryarên xwe bên mehkemekirin.” Li ser pirsa entegrasyonê jî wisa got: ” kesên ku li Swêdê dijîn û maf û berpirsiyariyan par dike, ew Swêdî ye.”

Yvonne Ruwaida. ” pirsa Kurd ne tenê pirsa Kurda ne, her ûsa pirsekî navnetewiye: Divê raya giştî ya dinyê jî ji bo pirsa Kurd hestiyar be.” Divê Kurd bixwe biryar bidin ku ew jiyanek çewa dixwazin. Ez bi xwe jî bawer nakin ku NY bikaribe pirsa Kurd çareser bike. Li gor raya min divê raya giştî ya dinya yê jê re bê amadekirin.” Di pirsa entegrasyonê de jî wisa got: ” nasname ji bo merivan gelek girînge, ji berku nasname dikare civatê bigorîne. Pirsgirek ewe ku di civatê de meriv ji ber reng û dengê xwe, cudakarî li wan tên kirin. Ez li vî welatî raşizmê naxwazim. Ji bo pêşî li raşîzm û cudakarî bê girtin pêvîstî bi dîyalog û têkilîye heye, divê di nav civatê de ev yeka zêde be û bê pêşxistin.”

Ulrika Karlsson: ” Em pirsa Kurd wek pirsekî mafê mirovî dibînin û divî warî de piştgirî didin. Em her tim mafê gelê bindest diparêzin, ev pirs ne yê Swêdê ye ev pirs, pirsa Kurdan e, rola me ewe ku gava daxwazên Kurdan aşîtiyane be piştgiriyê bikin.” Ez dijî cukariyê me, ez bi xwe swêdî me, jinim, moderatim, ateîstim. Pirsgirêk ew ku nifşen nû yê ku li Swêdê çêbûne xwe wek biyanî dihesibînin.”

Dêsirêe Pethrus Engstrom: ” Her çiqas navê Partiya min, Partiya Demokratê Xiristiyan be jî, lê em ne partiyek Xiristiyanin, endamê me yên ne xiristiyanin jî henin.” Pirsa Kurdan de jî em di çerçewa mafên mirovî de piştgirî dikin. Her çen em wek partî di vî warî de piçek qelbin jî , hêvî darim di pêşerojê de vê qelsiya xwe serrast bikin.”

* Berbang