Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civîna Komîteya Giştî ya FKKSê
2012-10-11 12:00
fkks
info@fkks.se




Di 6ê Cotmeha 2012ê de li avayiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) civîna Komîteya Giştî(KG) ya FKKSê li dar ket. Endamên Komêteya Karger(KG), endamên KG, endamên Komîteya Revîsor bêşdarê civînê bûn.



Civîna Komîteya Giştî piştî Kongreya FKKSê ya 25em ev civîna duyem bû ku li dar ket. Civîn ji aliyê Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan hat vekirin. Rojev hat qebûlkirin û li gora rojevê endamên Komîteyên Kar plana xwe pêşkêş kirin.



Berpirsê Aborî Selam Cizîrî rapora 6 mehan a aborî pêşkêşî civînê kir. Sekretera FKKSê Pirşeng Twana li ser raporên kar axivî û berpirsiyarên wan bi bîr anî, berpirsê Tekiliyên Navxweyî Dr. Erşad Maruf û Cotyar Şerif li ser rewşa komeleyên endam axivîn û berpirsê herêman jî çalakî û xebatên herêman û komeleyên endamên xwe anîn zimên.
Civîn di atmosfereka xweş de derbas bû.