|
Serdana şandeya Parlamentoya Herêma Kurdistanê |
|
2011-12-21 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 15. 12. 2011 an de şandeya parlemanterên Parlamentoya Kurdistanê ku ji hemû fraksîyonan pêk dihat serdana Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) kirin.
Şandeya Parlamentoyê ku ji 8 parlamenteran pêk dihat, ji aliyê organên FKKS ve bi germî hat pêşewazîkirin.
Di serdanê de ji bilî endamên Komîteya Karger û hin endamên Komîteya Giştî yên FKKSê, nûnerên Komîteya Hevkarî, nûnerên Encumena kurd li Suriye û nûnerên Yekitiya Jinên Kurdistanê jî amade bûn.
Di vê hevditînê de her alî ji hev re li ser kar û xebatê xwe agahdarî dan hev. Şandeya Parlamentoyê logoya Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyariyê FKKSê kirin.
Herweha FKKS ji bona şanda Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 18.12.2011ê de li Stockholmê semînerekê lidarxist.
|
|
|