Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Li Stockholmê bîranîna şehîdên Helepçeyê
2011-03-17 11:00
fkks
info@fkks.se



Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li Stockholmê di 16 adarê saet 17.00 de li Kîlîseya Adolf Fredrik, bîranînek bo şehîdên Halepçeyê amade kir.

Di vê bîranîne de hunermend Armanc, Diyarî Kurd û Grûba Azad musîk û stran pêşkeş kirin, şanoger Ingela Karlsson ji bi stran, herlbest şehîdên Halepçeyê bibîranî.

Kurdo Baksî û Ingela Karlsson programa bîranîna şehîdên Halepçeyê birêvebirin.

Di destpêkê de seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê axaftinek kir.
Dû re Seroka partiya Sosyal demokratan Mona Salin, serokê partiya çep Lars Ohly, wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhaag ji partiya gel, parlamenter Margaretha Cederfeldt ji partiya moderater, Bodil Ceballos ji partiya Kesk, Desire Pethrus ji partiya Krist Demokrater axaftin, silav û rêzên xwe bo şehîdên Halepçeyê û malbatên wan şandin. Herweha piştgiriyên xwe bo 16 adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna çêkên kimyevî.

Serokê partiya çep Lars Ohly beriya ku be seremoniya bîranîna şehîdên Halepçeyê nameyekî taybet ji Hukûmeta Swêdê re şandibû tê de daxwaz kiribû ku bila Hukûmet bona 16 adarê ji aliye Koma Netewan wek rojek li dij bikaranîna çekên kimyevî bê îlan kirin kar bike. Herweha Ohly diyar kiribû ku Hukumet û hemû partî bi hev re ji bo vê yekê kar bikin.

Di dawîya programe de parlamenterên kurd, Roza Guclu, Shadiye Heydari, Jabar Amin, seroka komiteya parlamenter Kurdistan-Swêd û beşdar bo rêzgirtina şehîdan mum vêxistin.


Bîranîna şehîdên Halepçeyê li Avahîya Parlamentoya Swêd

Federasyona Komeleyên Kurdistanê di roja 16 adarê 2011 an de ,du bîranîn bo rêzgirtina şehîdên Halepçeyê amade kir. Yek li avahiya parlamentoya Kurdistanê û yek jî li kilîseya Adolf Fredrik.
Bîranîna yekem li Parlamentoya Swêd, bi hevkariya komiteya parlamenter Kurdistan –Swêd hat amadekirin. Serokê komîteya Swêd- Kurdistan Parlamenter Fredrik Malm ji partiya Gel û cigîra serok Anna Lena Sörenstram ji partiya Sosyal Demokrat bihevre xêrhatina beşdaran kirin şehîdên Halepçeyê bi rêzdarî bibîranîn.

Seroka FKKS Şermîn Bozarslan di axaftina xwe de Federasyonê da nasandin behsa komkûjiya kurdan kir û daxwaz kir ku hemû partiyan bihevre bo di qada navnetewî de, Enfal wek jenosîd bê nasandin û herweha bo na 16 adarê bibe rojek navnetewî li dij bikaranîna çêkên kimyevî xebatê bikin.

Li pey van axaftinan filimekî kin li ser Enfal hat nîşandan. Dûre Eisa Fili û Şhoreşh Rahem li ser babetên xwe agahdarî dan. Eisa Fili, li ser enfala kurdên feylî, Shoresh Rahem jî li ser bicîhanîna destûra Iraqa Federal axaft.