|
Li Wanê erdhej çêbû! Em xemgîn in! |
|
2011-10-26 16:00 |
Fkks |
info@fkks.se |
|
Di 23ê Cotmeha 2011ê de li Kurdistana Bakur li bajarê Wanê û li Erdîşê di dereca 7.2 richterê de erdhejek çêbû. Erdhej li gelek bajarên derûdora Wanê jî hat hîskirin.
Li gor agahiyên ku di 26ê Cotmehê de hatine belav kirin di erdhejê de 459 kes mirine, 1352 kes birûndar bûne û 2200 avayî ya hilweşiyane ya jî hesar dîtine. Hêviya me ew e ku birîna xelkê me zûtirin derman bibe, zerar û ziyana wan telefî bibe, avayiyên wan ji nû ve ava bibin.
Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ji miriyan re rehmet, ji birîndaran re şîfaya acil dixwazin; sersaxiyê ji malbatên ku jiyana xwe ji dest dane re daxwaz dikin û bila sere gelê kurd sax be!
26.10.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|