Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Qurbanîyên Şingalê rûmeta gelê Kurdistanê ne!
2016-08-04 12:00
fkks
info@fkks.se


Di salvegera dagirkirina/komkujîya Şingalê de em hemû qurbanîyên êzidî yên Şingalê bi rêz û giramî bibîr tînin, çeteyên DAÎŞê careka din bi tundî rûreş dikin.

Zulm û zordestîyên ku bi destê barbarên DAÎŞê li hember gelê êzîdîyên Şingalê yek ji qirêjtirîn rûpela tarî ya dîroka mirovatîyê ye.

Bi sed hezaran kurdên êzîdî di ber çavên hemû cîhanê de hatin qetil kirin, malên wan hatin wêran kirin, zarok, keç û jinên wan hatin revandin.

Wek di hemû qetlîamên ku li dij kurdan pêkhatî de vê carê jî dinya li hember vê wahşetê ku di 3ê tebaxa 2014ê de qewimî bêdeng ma, wek pêwîst wazîfeyên xwe yên însanî bicîh neanîn.

Di dilên her kurdekî de Şingal herdem dê wek birîneke kûr bimîne.

Em qurbanîyên Şingalê tucar jibîr nakin!

Hest û fikrên me bi êş û keserên wan re ye!

Liberxwedana gelê êzîdî li hember hêzên tarî îro bûye nîşana têkoşînê, simbola nirxên mirovatîyê.

Em bang li civaka navnetewî, YN û hemû terefên ku xwedan li nirxên mirovatîyê derdikevin, dikin!

Bi hemû hêzên xwe alîkarîya gelê êzîdî û jinûve avadankirina Şingalê bikin!

3 tebax 2016
FKKS