Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Bi programek dewlemend karesata Helepçe hat bibîranîn
2016-03-17 12:00
fkks
info@fkks.se












Ji sala 1988ê vir ve ye li Swêdê di 16ê Adarê de xwepşandin û civîn ji bo karesata Helepçê dihê li dar xistin. Ev 15 salên dawîyê êdî bûye tradisyon ku ev him li Parlamentoya Swêdê û him li Dêra Adolf Fredriks a Stockholmê wek sermonî dihê bi bîranîn.

Li Parlamentoya Swêdê bi insiyatîfa Netverka Kurdistan- Swêd li Riksdagenê û bi hevkarîya dezgehên Kurd û Kurdisatanê li Swêdê û li Adolf Fredriks Kyrka jî ji alîyê FKKSê dihên organîze kirin.

Civîna îsal ali Parlamentoyê ji aliyê parlameterê Partîya Lîberal Fredrîk Malm ve hate birêvebirin. Seroka Netverka Swêd - Kurdistanê Anna Lena Sorensson, Seroka FKKSê Sosin Guven, Nûnerê Hukumata Herema Kurdistanê Şoreş Kadir, Konsolosê Iraqê Bakir Fattah Hussen, û nûnerê Komîteye Hevkariya Partiyên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li ser karasata Helebçeyê axivîn. Hunermend Mihemed Taha Akrewî û Deraan muzîkên matemê lê dan.

Wek her sal îsal jî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 16.03.2016ê de, li Stockholmê li Dêra Adolf Fredrîkê, li gel axaftinên mêvanan, şiîr û muzîkê merasimeke dewlemend û bi girseyî qetlîama Helebçeyê bi bîr anî.

Bîranîn ji alîyê Gulan Avcî û Ingela Karlsson ve hat birevebirin. Seroka FKKSê, Sosin Guven, Wezîra karên derve ya Swêdê Margot Wallstrom, serokê Partiya Lîberal Jan Bjorklund, Serokê Partiya Çep Jonas Sjosted, Seroka Netverka Kurdistan û Swêd li Riksdagenê, Anna Lena Soransson, parlamenterê Partîya Moderat Sotiris Delis nûnerê Kurdistanê yê Swêd Şoreş Kadir, nûnerê komîteya Hevkarî Azad Cigerxwin di şevê da axivîn.

Margot Walstorm di axaftina xwe de got; ew birîna Kurdan fehm dike ku gelek caran bihîste kuk u Kurd gotine xeynî çîya dostên me tunene.

Jan Bjorklund got; kareseta Helepçe di dilê hemû Kurdan de bîrinek e û îro pêşmerge li dijî rêxistina DAÎŞê şerê hemû mirovayê dike.

Jonas Sjostedt: Peşmerge ne tenê ji bo xwe ji bo yên din jî şer dikin. Parastina Qubanî ji rêxistina DAÎŞê û rizgarkirina Şengalê moraleka mezin bû ji bo kurdan û hemû mirovayî yê.

Hunermend Mihemed Taha Akreyî Deraan, Bilind, Pirşeng Twana û Ingela karlsson bi muzika matamî şevê xemilandin.