Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS bi hemû hêza xwe piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê dike
2014-07-14 00:00
fkks
info@fkks.se


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi hemû hêza xwe piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê dike.

Wek tê zanin ku li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî di 8 /07 2014 parlamana Kurdistanê civîya.

Parlamana Kurdistanê dê demekê diyar bike da ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûmek bêt organîzekirin.
Ev referandum yê jibo hemû başûrê Kurdistanê be.
Cihê pesindan û şanazîyê ye ku hemû partîyên siyasî li başûrê welatê me yek deng û yek helwestin jibo serxwebûna Kurdistanê.

Em wek FKKS dixwazin bidin diyarkirin ku em li gel wê pêşnîyarîya Serokê Kurdistanê ne û emê bi hemû hêza xwe di paşerojê de bibin palpişt ji bo vê erka pîroz a serxwebûnê.

Wek hemû dewletên cîhanê serxwebûn mafê netewa kurd yê rewa ye.

Ev sedan sal in neheqîyek mezin li gelê me tête kirin û hêdi dem hatîye ku ev neheqîya nerewa ji holê bête rakirin û kurdi jî li gel hemû pêhatên Kurdistanê wek hemû neteweyan bighên mafê xwe û bi wî mafê şad bibin.
Hêdi tu hêz û tu fen û fiç yê nekaribe li himberê wî mafê rewa rewest e.

FKKS bi hemû hestên xwe yê netewî û Kurdistanî piştgirîya biryara referandûma serxwebûnê dike û vê biryarê pîroz dibîne û dinirxîne.

Piştgirîkirina vê gava dîrokî weke erkekê li ser milê hemû kurdên li hemû cihanê bi tevahî û hemû kurdistanîyan e.

Her weha em bangî hemû Partîyên parlamana Swêd û dezgehên demokratik dikin ku ew bi hestîyarî pêvajoyê bişopînin û rêzê nîşanê referandûma başûrê Kurdistanê û biryara gelê kurd a çarenivîsê bidin.

Her bijî yekîtî û yekdengîya gelê kurd jibo dewletek serbixwe.

Her bijî Kurd û Kurdistan

Federayona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
2014.07.13