Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Têbînîyên FKKSê derheq rewşa awarte ya DALKURDê
2018-08-02 13:00
fkks
info@fkks.se


Birêz Neçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê

Têbînîyên FKKSê derheq rewşa awarte ya DALKURDê

Li gor agahdarîyên piralî di birêvebirin û îdara DALKURDê de hin pirsgirêk derketine holê.

Jiberku ev babet ji bo raya giştî aşkere bûye em jî wek FKKS ê dixwazin nêrîn û raya xwe bînin ziman.

DALKURD yek ji girîngtirîn deskewtîyên Diaspora kurd e û divê hebûna wê, berdewamîya wê û serketinên wê bi her awayî were parastin.

Rewşa sîyasî û herêmî ya gelê kurd tê de bêhêvîyeka mezin xistiye nav kurdên Diaspora. Serketinên DALKURDê ji bo xort û keçên kurd li derveyî welêt bûye çavkanîyeka girîng. Hezkirina ala kurdî, hezkirina neteweyatîya kurdî bi saya DALKURDê karibûye bêtir geştir be. Ev derfeta zêrîn divê were parastin.

Ji bo çareserîya vê pirsê FFKS bi her awayî amade ye roleka erênî bilîze.
Em hêvî dikin û herweha daxwaz jî dikin ku Cenabê Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî vê pirsê ji nêzîk ve bişopîne, alaqeder be daku di zûtirîn wext de çareserîyeka acîl pêk were.
27.07.2018

Silav û rêz
Keya Izol
Serokê FKKSê