|
Kampanya ji bo zimanê kurdî |
|
2019-01-07 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Li ser banga Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) civînek ji bo piştgirîya Platforma zimanê kurdî ku bi insîyatîva neh partîyên ji bakurê Kurdistanê destpêkiribû, hat lidarxistin.
Di civînê de nûnerên çar partîyên siyasî PAK, PSK, HDP å PDK-Bakur (yên ku nûnertiya wan li Swêdê hene), Enstituya Kurd li Swêd û Navenda civata demokratik a Kurdistanê NCDK beşdarî bûn.
Ji bo koordînekirina kar li ser kampanyaya zimanê Kurdî, komîsyonek ji nûnerên partiyên siyasî û serokê FKKS´ê jî wek berdevkên Komîsyona Koordînasyonê hat hilbijartin. |
|
|