Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Şeva alîkarîkirina Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê
2010-12-21 11:00
fkks
info@fkks.se


Kitêbxaneya kurdî û Komeleya dostîniya swêdî-kurdî di roja şemiyê 4-ê decemberê de şeva alîkarîkirina Kitêbxaneya kurdî li Stockholmê saz kir.

Kitêbxaneya kurdî, ya ku di sala 1997-ê de ava bûye, di pêşiyê de projeyek bû. Rehmetî Nedim Dagdeviren, yê ku di adara 2007-ê de wefat kir, xwediyê vê projeyê bû. Weqfa çandeya paşerojê ya swêdî (bi swêdî: Stiftelsen Framtidens kultur) pareyê projeyê ji bo du salan da wî. Ber bi dawîhatina projeyê, domkirina kitêbxaneyê ket di xeterê de. Di destpêkê de, Daîreya Şêwerdariya Çandî ya Swêdê (Kulturrådet) qebûl nekir alîkariya kitêbxaneyê bike. Lê, piştî ku belediyeya Stockholmê xwast piştgiriya kitêbxaneyê bike ew razî bû.



Ji sala 1999-ê, ku Kitêbxane ji projeyê bû weqf, û heta niho, Civata Kulturê (Kulturrådet) û belediyeya Stockholmê çavkaniyên serekî yên aboriya wê ne. Kitêbxaneyê ji bo damezirandina hinek karmendan alîkarî ji daîreya karî jî wergirtiye.



Di van salên dawiyê de, piştî ku bloka burjuwa li Swêdê bû hikumdar, siyaseta dewletê ya bexşîna alîkariyên aborî di hemû waran de, û ji wan warê kulturê jî, hat guhartin. Lewre, Daîreya Şêwerdariya Çandî ya Swêdê (Kulturrådet) biryar da ku alîkariyê nede gelek rêxistinên ku berê alîkarî werdigirt. Wê alîkarî ji Kitêbxaneya kurdî nebiriye, lê wê ew alîkarî kêm kiriye çunkî ew naxwaze bibe çavkaniya serekî ya aboriya kitêbxaneyê. Belediyeya Stockholmê alîkariya xwe kêm nekiriye.



Gelek xêrxwazan bi pirtûk û materyalên din Kitêbxaneya kurdî dewlemend kiriye. Gelek kesan bi pisporî û şarezayiyên xwe xizmet di pêşxistina kitêbxaneyê de kiriye. Lewre, koleksiyonên kitêbxaneyê û xizmetên wê biqîmettir û bijaretir bûne. Kitêbxaneya kurdî ji bo hemû kurdan e û wek “navenda zanyariyan” ya dewlemend û bitecribe li ser kurd û Kurdistanê ji bo hemû cîhanê ye. Şagirdê japonî xwe şaş nekiribû dema ew berî sê salan hat Swêdê û hefteyekê li Stockholmê ma bona ku sûdê ji materyalê Kitêbxaneya kurdî bigire û teza xwe ya doktoriyê ya li ser nasyonalîzma kurdan binivîse.

Divê koleksiyonên vê kitêbxaneyê yên ku di sêzde salan de hatine civandin, qeyd kirin û berdest kirin daimî bên parastin û dewlemendtir kirin. Amadekirina şeva alîkariyê wesîleyek bû ku pê berî hertiştî xuya bibe ku parastina mîrata kulturî berpirsiyariyeka hevbeş e. Ev şev delîveyek bû ku pê pûtedan bi Kitêbxaneya Kurdî zêdetir bibe û hezkirina parastina wê xurttir bibe.



Bêtir ji dused kesan, ji şîrketdar, siyasetvan, nivîskar û hezkerên çandeya kurdî yên kurd û swêdî, beşdarî vê çalakiyê bûn. Mihemed Taha Akreyî, Sîdar Yigit, Gürsel û grûpa wî ya muzîkê, Niştî Stêrk, grûpa D Cultureyê ya govendê û artîsta swêdî Ingela Karlssonê bi deng û awaz û henek û helbestên xwe şev xweş û birewş kir. Beşdaran eleqeyka mezin ji bo xurtkirina Kitêbxaneya kurdî nîşan da. Gelekan jê biryar da salane alîkariyê pêşkêşî kitêbxaneyê bikin. Di dawiyê de, Newzad Hirorî bi navê birêveberiya weqfa kitêbxaneyê û birêveberiya Komeleya dostîniya swêdî-kurdî spasiya mêvanan kir.