Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Rapora Komîteya Giştî ya xebatê ji bona kongreya 24mîn a FKKSê
2010-12-15 15:00
Fkks
info@fkks.se
Rapora Komîteya Giştî ya xebatê ji bona kongreya 24mîn a FKKSê

15/16 Gulan 2010 / Hotel IBIS STOCKHOLM- SPÅNGA


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) kongereya xwe ya 23em di 17-18ê Gulana 2008ê de li Stockholm Kista Treffê li dar xist. Kongreya 24em a FKKSê di 15-16ê Gulana 2010ê li Ibis Otel Spånga-Stockholmê li dar dikeve. Hemû karû barê ku di vê peryodê de ango di navbera di kongreyena de hatine kirin di malpera fkks.se û berbang.org de hatine belavkirin.

Ev rapor xulaseya karûxebatên ku di navbera peryoda kongreya 23em û 24em de hatine kirin. Çalakî li gor tarixê hatine rêz kirin. Çalakiyên daîmî(Bîranîna Karesate Helepçe û Pîrozbayiya Newroz) û konfernasên ku ji aliyê FKKSê ve hatine li darxistin bi teferûat di raporê de cî digre.

Konferansa Ungdomsstyrelsen
Di 25.05.2008ê de li ser navê FKKS Sermin Bozarslan û Rodî rawej beşdarî
Konferansa Ungdomsstyrelsen bûn. Di vê konferansê de li ser şertên nû bo alîkarîyê guftûgo hat kirin û agahdarî hat dayin. Gelek ji nûnerên Federasyonên biyanî di vê konferansê de amade bûn.

Muracaata alikarî
Li pey kongreya FKKS dokumentên pêwîst bo alîkarî ji aliyê seroka FKKS ji bo sala 2008 û 2009 hat tanzîm kirin û şandin. Serdar Dzai, Selim Uzun û Hafzallah Resool jî, her yek di beşê xwe de rapor amade kirin û bûn alîkar.

Kongreya SIOS
Di 24/5 2008 an de kongreya gistî ya SIOS pêk hat. Kovan Amedi, Rodi Rawêj û Sermin Bozarslan di vê kongreyê de beşdarî kirin.

Beşdarî şahiya damezirandina YNKê
Di 1/6 2008 an de, li ser navê FKKS Rodî Rawêj, Sermîn Bozarslan, Cotiar Sherif di 33 saliya damezirandina YNK yê de beşdarî kirin. Gotara FKKS ji aliyê seroka FKKS ve hat xwendin.

Kongreya VP
Kongreya Partiya Çep (Vp) di 7/6 2008 li Norrköping pêk hat. Li ser navê FKKS seroka FKKS Sermin Bozarslan û sekreterê FKKS Pirshang Twana beşdarî kirin.

Li parlementoya Swêdê film li ser enfal

Filma enfal di 10/6 2008 an de li avahîya Parlamentoya Swêd de hat nîşan dan. Ji FKKS Sermin Bozarslan û Rodî Rawej amade bûn.

Bi armanca jiholêrakirina miletê kurd li ser axa wê, rejîma Baas 1988ê de dest bi karesata Enfalê kiribû.



Civîna Kîtêbxaneya Kurdî
Seroka FKKS, cigîra serok di komîteya birêvebira kîtêbxaneya kurdî de cî digrin. Di hemû civîn û gelek çalakîyên kîtêbxaneyê de beşdarî dike. Di 23/9 /08 an de jî di civîna komîteya birêvebir de besdarî bû.

Roja Samsol li Kista
Seroka FKKS bi riya SIOS serokatiya komîteya projeya kêmendaman bi navê Samsol li hêrema Rinkeby-Kista dike. Di 5/10/08 an de li Kista Torg rojek bo kêmendamên biyanî hat li dar xistin. Di vê rojê de Sermin Bozarslan axaftin kir û bo radoya kurdî hevpêyvîn da.
Li wir Komeleya Kêmendam û Salmezinên kurd jî beşdarï kirin. Bi pêşnîyarê seroka FKKS ev proje, hevkarî digel Komeleya Salmezin û Kêmendamên kurd dike û digel wan çalakî amade dike.


Projeya Familjehem (perwerdemal)
Seroka FKKS di xebat û civînên projeya perwerdemal/familjehem de cî digre. Heta niha çend civînên agahdarîyê hatine damezirandin. Agahdarî li malper û radyo hatiye belavkirin. Seroka FKKS karên vê projeyê birêvebiriye, di civîn û semînerên projeyê de beşdarî kiriye. Herweha di mehê de carek jibo projektledare rapport tanzîmkiriye û şandiye.
Di civîna 18/10 2009 an de penç jinên kurd besdarî kirin. Di vê civînê de li ser meriv çawa dibe familjehem agahdarî hat dayin

Konferansa diyalog a Ungdomsstyrelsen
Di 23 û 24/10 2008ê de konferansa dialog ya ungdomsstyrelsen li Scandic hotell i Sollentuna pêkhat. Li ser navê FKKS Şukrî Demîr (her du roj)û Şermin Bozarslan (roja dawî) beşdarï kirin. Seroka FKKS beriya nîvro û li pey nîvro bo beşdar û berpirsên Ungdomsstyrelsen du workshop amade kir. Li ser xebata FKKS agahdarî da.

Hevdîtina bi wezareta derve ya Swêdê re
Ji bo li dij derketina pilanên nijadperest ên rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û rakirina fermana 49 an, di roja 18-12-2008 an de, ji Komîteya Hevkarî û Federasyon şandeyek serî li wezareta derve ya Swêdê da.
Şanda kurd naverok, armanc û encamên ekonomîk, civakî, demografî û çandî yên fermanê şirovekir û daxwaz kir ku Swêd û Yekîtiya Ewropa bêyî naskirina mafên mirovî ya kurdan, peymana şirîkatiyê bi Sûriyê re imze nekin.

Muracaata alîkarî bo sala 2009
Muracaata alîkarî bo sala 2009 ji aliyê Seroka FKKs ve û bi hevkariya Serdar Dzayî, Selim Uzun û Hafzalalh Resool hat tanzîm kirin û şandin

Seredana Komeleya Kurd li Uppsala
Li ser daweta Komeleya kurd li Uppsala Sermin Bozarslan, Rodî Rawêj û Pirshang Twana serdanî komeleya kurd li Uppsal kirin. Di vê civînê de li ser babeta têkîlîyê komele û FKKS hat sekinandin.

Hevpeyvîn digel rojnamevanek Japon
Rojnamewaneke ji Japan digel seroka FKKS di warê mafê mirovî û şiddet li hember jinan hevpeyvîn kir.


Civîna Pêşketinên li Başûrê Kurdistanê
Di 28/1 2009ê de li Stockholmê li ABFê civînek li ser babeta ”Pêşketinên li Kurdistana Iraqê” hat li dar xistin. Civîn ji aliyê Federasyona Komleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) ve hat amadekirin û serokê Partiya Çep Lars Ohly û Seroka berê ya Partiyê Ulla Hoffman ku çendekî berê çûbûn Kurdistanê axêferên civînê bûn. Civîn ji aliyê Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan ve hat birevebirin û ji aliyê girseyek mezin ve bi baldarî hat guhdarkirin.

Civîn digel Ungdomsstyrelsen
Sukri Demir û Sermîn Bozarslan digel berpirsiyareke ya Ungdomsstyrelsen Maria Sundbom Ressasi hevdîtînek pêkanî. Di vê hevditînê de li ser pirsên rêxistinî hat sekinandin.
Civîn digel SIDA
Di 20/2 2009 an de Şermîn Bozarslan û Selam Cizîrî digel du lêkolerên SIDA yê re li ser nirxandina ”Projeya malbat a Kurdistanê” civîyan.

8 ê Adarê
Di 7/3 2009 an de Seroka FKKS, berpirsê ragihandinê Kovan Amedî, berpirsê kom. Perwerde û kultur Cotiar Sherif, berpirsê ciwanan Şukrî Demir di pîrozkirina 8 ê adarê ya YJK de beşdar bûn.
Di 8ê Adara 2010ê de bi munasebeta Roja Jinên Navneteweyî de seroka FKKSê Şermîn Bozarslan daxuyanîyek belav kir. Ev daxuyanî di gelek malperên kurdan de hat belavkirin.

Civîna SIDA bo Programa Tirkiye
Di 10/3 2009 an de, Kovan Amedî û Şermîn Bozarslan di civîna wezareta Derwe ya Swêdê de li ser programa SIDA bo Turkiye, beşdarî kirin. Ditînên xwe li ser vê programê anîn zimên. Girîngiya di programek weha de bikaranîna gotinên wek kurd, pirsa kurd, mafên kurdan û zimanê kurdî diyarkirin.

Beşdariya seroka FKKS di xebatên Wezareta Integrasyon û Wekhevîyê de bo diyalog di warê integrasyonê de
Demekîye di bandora wezareta Integrasyonê de bo xurtkirina rolên rêxistinên sîvîl bo beşdariya pênaber û biyaniyan di civata Swêdê de û bo integrasyonê xebatek tê domandin. Di vê babetê de li Viktory hotell çend konferansên xebatê hatin li dar xistin.
Ji bo konferansa yekem ku di 10 ê adara 2009ê de pêk hat, bi têne çend rêxistinên sîvîl yên mezin hatibûn vexwendin. Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslan di vê konferansê de li ser navê Federasyona Biyaniyan SIOS beşdarî kir. Babeta konferansa duwêm ku li 12 ê adarê çêbû, rêxistin û hûqûmet di beşa integrasyonê de çi dikarin bikin bû. Ji FKKS berpirsiyarê beşa ciwanan Shukri Demir di vê konferansê de beşdarî kir.
Konferansa sêyêm di 23 ê nîsanê de pêk hat. Seroka FKKS Şermîn Bozarslan di vê konferansê de li ser navê FKKS beşdarî kir û di beşa ziman de birêvêbiriya grûbê xebatê kir û pêşniyarên gruba xwe pêşkêşî beşdaran kir. Seroka FKKS di grûba referens de ku bo encamên konferansê berhev bikin hatin destnîşankirin de jî cî stend. Ev grûp çend hefteyan de carek dicivin.
Di van konferansan de, beşên curbecûr wek pirgirêkên xanî, tendûristî, kar, perwerde, ziman hatin minaqeşe kirin û pêşniyar bo çareserî hatin kirin. Armanc eve ku rêxistinên sîvîl di pêvajoya ewil ya jîyana biyanîyan de û di dema integrasyonê de xwedîyê rol û imkanên zêdetir bin û karibin bo hin beşan digel belediyan peymanên kar û hevkarîyê bikin. FKKS ev yek gavekê baş û girîng dibîne lewra di van konferans û têkilîyan de bi aktîfî beşdarî dike
Beşdarî di bîranîna Barzanî de
Di 15/3 2009 an de endamên komîteya karger di civîna bîranîna Barzanîyê mezin de beşdarî kirin. Seroka FKKS gotara FKKS pêşkêş kir.

Beşdarî di Newroza KRG yê de
Di 21/3 2009 an de berpirsê aborî Selam Cizîrî û Berpirsê komîteya kultur û perwerde Cotiar Sherif di Newroza KRG yê de beşdarî kirin.

Barkirin bo Avahiya nû
Di 28/3 2009 an de FKKS bar kir bo avahiya xwe li Duvbovägen 59. Bo peydakirin, barkirin û tanzîmkirina xanî gellek xebat hat kirin.

Civîn li ser Hilbijartina Tirkiyeyê
Di 30/3 2009 an de, Loqman Ertaş, Kovan Amedi û Şermîn Bozarslan di semînera li ser hilbijartinaTurkiye de beşdarî kirin. Semîner ji alîyê Sosyaldemokratan ve hatibû amade kirin.

Civîna Diyalogê
Di 17 û 18 ê Nîsana 2009ê de seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslan bêşdarî “Konferansa diyalogê li ser rewşa vegerê bo Iraqa Federal” bû

Civîna SIOS ê
Di 20/9/08 an de civîna giştî ya SIOSê li Jakttornet pêkhat. Li ser navê FKKS seroka FKKS beşgdarî kir. Li ser xebatê FKKS agahdarî da.

Civîna dialogê ya Wezareta Integrasyon û Wekhevîyê di derbarê Integrasyonê de
Di 23ê Nîsanê 2009 an de, seroka FKKS di konferansa Wezareta Integrasyon û Wekhevîyê de beşdar bû

Xelata Osman Sebrî
Di 4/5 2009 an de seroka FKKS û berpirsê ragihandinê Kovan Amedî di sermonîya xelata Osman Sebrî li Kîtêbxanaya Kurdî de kirin.

Beşdarî di panela li ser hilbijartina Yekitiya Ewrûpayê
Di 7/4 an de endamên Komîteya Karger Lokman Ertaş, Selam Cizîrî .di panela hilbijartina YE ya Komeleya Kurdiska Demokratiska Positionê de beşdarî kirin.

Konferensa ciwanan
FKKS di 25/4 2009 an de konferansa ciwanan pêkanî. Li ser navê FKKS Shukri Demir och Serdar Dzai bo civandina konferansê kar kirin. Di konferansê de nûnerên 5 komele beşdarî kirin. Ji Kom. Karger Pirshang Twana, Selam Ciziri û Cotiar Sherif jî di vê konferansê de beşdarî kirin. Di konferansê de li ser pirsgirêkên rêxistinî ya ciwanan û daxwazê n wan hat guftûgo kirin.
Civîna Media Kurdî
Di 25/4 2009 an de Kovan Amedî û Şermîn Bozarslan di civîna Media kurdî li Internetê de beşdarî kirin. Berpirsê Komîteya Ragihandinê Kovan Amedî li ser navê FKKS di civînên heziriya roja rojnamegeriya kurdî de cîh girt.

Semînera Rojnamegerî
Di roja 25.04.2009´an li Stockholmê di lokala ABF ê de, ji bo sed û yanzdemîn salvegera rojnamevaniya kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê
û Kitêbxaneya Kurdî li Stocholmê, bi hev re civînek pêkanîn. Ji FKKS berpirsê ragihandin û Berbangê Kovan Amedî di haziriya vê civînê de beşdarî kir. Civîn ji alîyê rojnamevan Lorîn Berzencî ve hat birêvebirin. Rojnamevanên panelîst, Eşref Okumuş, Newzad Elî Ehmed û Ekrem Onen bûn.

Civîna serdana mamostan bo herêma Kurdistanê
Di 5/5 an de Selam Cizîrî, Cotiar Sherif û Loqman Ertaş di civîna KRG yê li ser serdana grûbekî momostan bo Herêma Kurdîstanê hatibû amadekirin de beşdarî kirin.

Vekirina avahîya nû ya FKKSê
Di 9ê Gulana 2009ê de avahîya nû ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi merasimekê hat vekirin. Avahî ji aliyê seroka Belediyeya Spångayê (ku avayiya Federasyonê li vê belediyeyê ye) An Katrin Åslund, siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay, seroka FKKSê Şermîn Bozarslan ve hat vekirin. Di vekirinê de endamên organên FKKS û gelek nivîskar, siyasetmedar û berpirsên rêxistin û partiyên kurdan û kes bêşdar bûn.
Kongreya Qandîl
Kongreya Qandîl, di 8/6 2009 an de li muzexaneya arteşê li Stockholmê pêk hat. FKKS di rêxistina Qandîl de wek endam cî digre. Seroka FKKS di kongreya Qandîl de beşdarî kir. Vê carê me pêşniyar kirin ku agahdarî bo rêxistinên endam zêde bibe. Rêxistina Qandîl li Kurdîstanê projeyên avadanî pêk tînîn.
SIOS
FKKS, di xebat û çalakîyên Federasyona Biyanîyan SIOS ê de beşdarî kir. Li ser navê Federasyonê seroka FKKS di komîteya birêvebir a SIOS ê de wek berpirsa beşa ziman, kultur û nasname cî digre û Ew 3 sal wek berpirsiyartiya komîteya birêvebir a projeya kêmendaman SAMSOL kir.
Çend komeleyên me wek Komeleya Örebro, Katrineholm û Eskilstuna bi çalakî di avakirina SIOS Mälardalen û Skåneyê de cî girtin- çend nûnerên komeleyên me di komîteyên birêvebir an jî avakirina SIOS ên herêmî de cî girtin wek mînak Serdar Dzaî wek cigîrê serok li Mälardalen, Firat Nemrût di heziriya avakirina SIOS li Mälardalen de , Abdulkerim Kerim li Malmö di xebate herêmî bo SIOS ê de beşdarî kirin. Ji SIOS Göteborg jî daxwaz li me dikin ku komeleya me li wir, di nav SIOS ê de çalak bibe.
Komîteya parlamenterên Swêdî bo mafên mirovî
FKKS nêzîkî 6 sal in, di komîteya perlamenter bo mafên mirovî li Tirkiye de endama çavder e. Di vê komîteyê te seroka FKKS cîh digre. Ew di civîn û çalakîyên vê komîte de beşdarî dike. Ev komîte, heta niha bi dehan semîner û civîn li dar xistiye, daxûyanî belav kiriye.
Li ser navê Federasyonê Sermin Bozarslan wek endama rawejkar di vê komîteyê de cî digre. Selam Cizîrî û Kovan Amedî di hin semînerên vê komîteyê de beşdar bûn.
Kîtêbxanaya kurdî
FKKS di komîteya birêvêbir a komîteya kîtêbxaneyê de endam e. Li ser navê FKKS Sermîn Bozarslan di civînên kîtêbxaneyê de beşdarî dike. Di sê civînên Kîtebxaneyê de Selam Cizîrî wek cigîr amade bûye.
Civîn li parlamentoya Swêd li ser pirsa kurd
Di 30/9 2009 an de civînek li parlamentoya Swêdê li ser pirsa kurd ji aliyê komîteya parlamenter bo mafên mirovî li Tirkiye hat amade kirin. Di vê civînê de serokê şarederîya Amedê Osman Baydemir, parlamenter Sabahat Tuncel û nûnerên komela mafê mirovan li ser vê yekê axaftin. Di vê civînê de Sermîn Bozarslan beşdarî kir. Ew nebikaranîna zimanê kurdî wek zimanê civînê, kêmasî nîşan da. Girîngiya hevkarîyekî fireh ya partî û dezgehên kurd li welat ji bo diyar kirina daxwazên kurdan yên hevbeş anî zimên.
Projeya perwerdemal (familjehem)
FKKS dixwaze malbatên kurd ji bona zarok û ciwanên kurd yên ku pêwistiya wan bi perwerdemal hene ji bona demekî muweqet li mala xwe bi cî bikin. Malbat heq û lêçûna mesrefa xwe distînin. Ev proje berdewam e. Seroka FKKS di hemû civîn û çalakîyên projeyê de beşdarî dike, beriya her civînê rapora xebatê dişeyne. Grûba birêvebir a proje di mehê de carek dicîve. FKKS bi Komeleya Skyddsvärnet û bi federasyonên din re xebat kir ku perwerdemalên pir zimanî ji bona zarokên pir zimanî peyde bike. FKKS bangî malbatên kurd kir ku, zarok û ciwanên kurd yên ku pêwistiya wan bi perwerdemal hene ji bona demekî muweqet li mala xwe bi cî bikin. Malbat heq û lêçûna mesrefa xwe distînin.

Civîn digel kurdên Rojava
Di 25/2 2010 an de, Komîteya Karger digel nûnerên rêxistinên kurdên Rojava li ser pirsa hevkarî û rewşa kurdên Sûrî civînekî amade kir. Ji kom. karger; Sermin Bozarslan, Pirshang Twana, Serdar Dzai, Kerim Suleyman, Jotiar Sherif, Lokman Ertaş, Shukri Demir beşdarî kirin.

Bîranîna şehîdên 12 adarê ya kurdên Sûrî,
Federasyon bo bîranîna 6/3/ 2010 an li ABF wek hevkar/pîştgir bû. Selam Cizîrî û Sermin Bozarslan beşdarî bîranînê kirin. Seroka FKKS di bîranînê de gotar pêşkêş kir.
Kongreya Komela Spånga, Khristianstad û Eskilstuna Seroka FKKS li pey konferansa FKKS di kongreya Komela Spånga, Khristianstad û Eskilstuna de beşdarî kir .

Projeya ciwanan
Seroka FKKS ev proje amade kir. Ev proje, bo minaqeşekirina hêjayîyan bo jiyana demokrat û yeksan di nav ciwanan de û bo çalakiya ciwanan. Hatiye amade kirin.
Di çarçoveya vê projê de konferansa ciwanan li ser beşdarî û biserketin di civata Swêd de / mînakên baş hat amade kirin.
Dîsa di çarçoveya vê projê de agahdarî li ser vekirina dibistana yekşemê hat belavkirin. Di 4 ê meha çaran de jî Dibistana Yekşemê destbi xebatê kir. Zarok û ciwanên ku muracaat kirine dê her roja yekşemê di lokala FKKS de di qursên muzîk (instrument, stran û hwd.) beşdarî bikin.

Projeya perwerdeyî bo ciwanên penaber
Ev proje bo xebatên perwedeyî bo ciwanên kurd ku bi tenê hatine Swêd ji aliyê Skddsvärnet , bi hevkariya me hatiye çêkirin. Federasyon, bo vê proje kar bike.

Civînên Dialog IRAQ
Di du civîna diyalog - Iraq ya daîreya koçberî de Ata Baneyî beşdarî kir. Di van civînan de li ser şertên vegera welat giftugo tên kirin.

Rapora Gruba referens
Grûba referens bo dialog dinavbera hiqûmet û rêxistinên sîvîl de, di warê integrasyonê de
Seroka FKKS di vê grûba referens de wek yek ji wan temsîldarê konferansa diyalogê cîyê xwe girt. Ev grûp meha adarê karê xwe bi raporekî hevbeş dawî anîn. Ev ropora hevbeş dê bo biryar pêşkêşî hiqûmet be. Li gor vê raporê rêxistin û şaredarî bo beşdariya penaberan li civata Swêdê hevkarî bikin û rêxistin di vî warî de karibin kar (îhale) werbigrin.

Civîna infrastruktur ya SIOS ê
Di konferansa infrastruktur ya SIOSê de Sermin Bozarslan, Ata Baneyi, Selam Ciziri, Hafzallah Rasoul beşdarî kirin.

Şeva Mahabadê
Sekretêra FKKS Pirşing Tiwana li ser navê FKKS ê di 23 ê meha yekî 2010 an de beşdarî şeva salvegera Komara Mahabade bûye û peyama FKKSê xwendiye.

Hevkarî digel stadsteater bo Şanoya Ahmed Salar
Demek beriya ku Ahmad Salar were bo Swêdê ,komeleyên endam û di malperên kurdî de li ser şanoyên wî li Swêdê me gelek agahdarî belav kirin. Bo şanoya Ahmad Salar û bo Newroza 21/3 2010 digel stadsteater hevkarî hat kirin. Di civînên Stadsteater de Cotiar Sherif beşdarî kir. Di şanoya Ahmad Salar û di Newroza Stadsteater ya 21/3 2010an de Şermin Bozarslan beşdarî kir.

Beşdarî di civîna wezirê koçberiyê de
Seroka Federasyonê wek endama grûba hevkar yê wezirê koçberiyê Tobias Bilström li wezaretê, di 12/4 2010 an de beşdariya civîna hevkar kir. Li wir bi pirsekî rewşa kurdên Sûrî yên bê hevwelatî anî zimên.

Bîranîna nivîskar Rezoyê Osê
Bo rêzgirtin li giyanê nivîskarê kurdî hêja Rezoyê Osê, û li gor biryara Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, di 18.4.2010 de li baregeha Federasyonê li bajarê Stokholmê ahengeke gotaran hate lidarxistin. Ew ya çilrojiya koça zû ya ronakbîrê mezin Rezoyê Osê bû. Bêhtir ji şêst kesî ji revenda kurdistanî li Swêdê beşdarî wê bûn.

Piştî vekirina rêûresmê ji aliyê seroka Federasyonê xanim Şermîn Bozarslan û rawestana xuleyeke bêdeng wek rêzgirtin û rumetdan bi giyanê pîroz yê Rezoyê Osê, rêûresm ji aliyê Dr. Seededîn Mela ve û bi beşdariya mamosta Zagrosê Haco, Dr. Emîn Silêman hate birêvebirin.

Dibistana Yekşemê
FKKS li pey Newrozê di avahiya xwe de Dibistana Yekşemê da destpêkirin.Zarok û ciwanên beşdar,li gor daxwazên xwe qursên muzîkê an jî govendê dibînin. Şermin Bozarslan û Pirshang Twana roja yekşemiyan li Federasyonê amade bûne.

Civîn digel Kandîtên Kurd
Di 24/4 2010 an de li avahiya Federasyonê civînek digel çendîn kandîtên kurd hat pêkanîn.Di vê civînê de li ser hilbijartin, hêvîyên kandîtên kurd û FKKS hat sekinandin.

Peyman digel Folksam
Seroka FKKS, peyman digel Folksamê dirêj kir. FKKS ji bo endamên xwe ji Folksamê li pey mafekî taybet ji bo sîgorta/têmîna definkirina cenaze wergirt. Wexta meriv dixwaze cenaze bişîne welat û li wir defin bike, Fonus heta 40.300 kr. mesrefên cenaze, transport û definkirina cenaze dike. Dema ku ewqas pere ji bo mesrefên cenaze û definkirinê neçe; perê mayî didin malbata wî/wê, an jî ji bo ew kes ku hatiye wesîyet kirine.

Definkirina cenaze li Swêdê jî dîsa meriv têkilî digel Fonus datîne û hejmara sîgorta dide wan û daxwazên xwe ji bo wan dîyar dike.

Basîyên ev sîgorta/têmîna cenaze/definkirine ci ne?

• Ev sîgorta/têmîn ji gelek yên dî erzantir e û heta mirinê derbas dibe. Yê dî di dema 65 salî de dawî tên û li gor temenê meriv kêm dibin.
• Ji bo endametî rapora doxtor pêwîst nake.
• Zarokên malê ku di bîn 19 salî de ne otomatîk sîgorta/têmîn dibin.
• Di perîoda ewil de em ji 65 salî jortir re jî îmkana endametîyê dan(xilas bû)..
• Ger sîgorta/têmîna we bi riya kar an wekî dî jî hebe ferq nake, dîsa hûn dikarin bi riya fonda cenazeyê xwe têmîn bikin û ji her du alîyan pere werbigrin.

Agahdarî li ser sîgorta/têmîna definkirina cenaze

*Her endamê/a FKKS ku di navbera 19 – 65 salî de ye, dikare xwe têmîn/sîgorta bike.
*Zarokên ku di bin 19 salî ne û digel dê û bavên xwe di eynî malê de dijîn bi riya dê an jî bavê xwe otamatîk (bê pere) têmîn/sîgorta dibin. Ewana ji destpêkê heta dawîyê bê sinor ji sîgortayê îstîfade dikin.
*Kesên ku li jorî 65 salî ne ji bo xwe têmînkirinê divê di mehê de 70 kr bidin. Yên ku li jorî 65 salî ne dikarin heta dawîya meha 12 an 2007 ji bo sîgorta/têmîna cenaze muracat bikin. Li pey vê demê muracatên nû ji kesên 65 salî jortir nayên qebûl kirin.
*Di wexta mirinê de, nêzikên mirî divê digel FONUS têkilî deynin û hejmara sîgortaya ya peymana grubî ji wan re bidin. Ew dem Fonus li gor daxwaz ji bo cenaze masrafên pêwîst dike û pere mayî vedigerîne ji bo wan. Ji bo masrefên her cenaze 40.300 hezar hatiye veqetandin.
*Di nav şeş mehên ewil de sîgorta/têmîn ne tenê ji bo mirin, ji ber kazayekî trafîkê derbas dibe. Pistî şeş meh ji bo her tewir mirin derbas dibe. Li dervayî welat sîgorta/têmîn di nav 45 rojan de derbas dibe.
*Meriv dikare heqê sîgorta/têmîn her meh an jî di 6 mehan de carek razine ji kontoya fonda cenaze.
Niha Folksam , yekser ji bo endamên têmînê re forma parê razandine dişeyne.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi kêfxweşî radigihîne ku li ser daxwaza me, beşa kurdî ya Folksamê ya agahdarî li ser temîn(sigorta) hatiye damezirandin. Her kesî/a bixwaze li ser temîn/sigorta yên curbecûr agahdarî bi zimanê kurdî werbigre dikare bi riya telefon an jî e-mail berpirsiyarê beşa kurdî ya Folksamê Burhan Kadir re têkilî deyne.

Burhan Kadir : 0771-585958
burhan.kadir@folksam.se
www.folksam.se/kundservice/otherlanguages


Bîranên Karesata Helepçeyê

21mîn salvegera karesata Helepçeyê
Bi munasebate 21-mîn salvegera karesata Helepçeyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, di 16ê adara 2009 an de li Stockholmê li qada Sergelstorgê xwepêşandinek li dar xistin; şehîdê Helepçeyê bi bîr anîn. Xwepêşandin ji alî Kurdo Baksî ve hat birevebirin.

Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan, li ser navê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî Serdar Emîn, Serokê Partiya Çep (V) Lars Ohly, Sekreterê Patiya Sosyaldemokratan (S) Îbrahîm Baylan, ji Partiya Gel(Fp) parlamenter Fredrik Malm, ji partiya Moderatan (M) parlamenter Margareta Cederfelt û berdevkê Ciwanên Partiya Jîngeh (Mp) Jacup Dalunde li ser karesata Helepçeyê axivîn. Hemû axavtinvanan carek din karesata Helebçeyê mehkûm kirin û daxwazkirin ku Enfal di qada navnetewî de û ji aliyê parlamena Swêdê ve wek jenosîdek li hember gelê kurd bê qebûlkirin û 16 ê adarê bibe rojeka navnetewî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî.


22mîn salvegera karesata Halepçeyê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), di 16ê Adarê de merasimekê piralî û rengîn ji bona 22 saliya tevkujiya Helepçeyê li Stockholmê li Dêra Adolf Fredriks li dar xist. Serokên Partiyên Swêdê û parlamenterên Swêdê bêşdarî merasimê bûn û axifin, rismê tevkujiya Helepçeyê di panoyê de hatin nîşandan, ji bona qurbaniyên Helepçeyiyan mûm hatin vêxistin, şiîr hatin xwendin, stran hatin gotin.Sekretêra FKKS hunermend Pirşing Tiwana bi şiîr u stran bi dengê xwe xoş beşdarî kir, hunermend Armanc bi degê bisoz bi dû stranan beşdar bû, bilûrvan Ismet bi jenîna bilûra xwe beşdarî kir. Di bin berpirsiyariya komîteya kiltur û perwerde û endamê Komîteya Karkir, merasîm hate amadekirin û Grûba Kom-Ciwan di bin berpirsiyarê beşa Ciwanan Şukrî Demir de bi strana Şivan Perwer a Helepçeyê temsiliya tevkujiya Helepçeyê bi şanoyekê pêşkêş kirin.Di dema pêşkeşkirina şanoyê de Ş. Demir li ser tevkujiyê axaftinekê kir. Kurdo Baksî wek pêşkeşkar amade bû.
Di merasimê de Seroka Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê Mona Sahlin, Serokê Partiya Çep Lars Ohly, Serokê Partiya gel û wezîrê Perwerde yê Swêdê Jan Bjorklund, Parlamnetera Partiya Hawidor Bodil Ceballos, Parlamamentera Partiya Moderat Margareta Cederfeldt, Parlamentera Partiya Demokratê Xiristiyan Desirée Pethrus Engström amade bûn û axaftin.

Pîrozbayiyên Newrozê

Newroz -2009

Pîrozbayiya Newroza 2009ê li Swêdê di 14ê Adarê de li Stockholm Solna hallenê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat organîzekirin û teqrîben 2 hezar kes bêşdarê şahiyê bûn. Sivan Perwer, Seroka Sosyaldemokrata Mona Sahlin û seroka Rêxistina Jinên Sosyaldemokrata Nalin Baksî li Newrozê bûn.

Pîrozbayiya Newroza 2009ê li Swêdê di 14ê Adarê de li Stockholm Solna hallenê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat organîzekirin û teqrîben 2 hezar kes bêşdarê şahiyê bûn.

Partiyên Swêdê û bi taybet jî namzetên kurd; Berivan Ongurur,(V) Evin Çetin(S) Josef Erdem(s) û zavayê kurda Fredrik Malm (Fp) ku di partiyên Swêdê de kandîdatên Parlamentoya Ewrûpayê ne di şevê de şandên xwe vekirin û progagandaya xwe kirin.
Serokê Folkpartî û Wezîrê Perwerde yê Swêdê Jan Bjorklund bi pêşkeşkirina axaftina xwe bêşdarî pîrozbayiya Newrozê bû û Seroka Partiya Sosyaldemokrata Swêdê Mona Sahlin jî wek mêvana suprîz bi silavên xwe bêşdarî şahiya Newrozê bû. Nûnera Partiya Muhafazakar Margareta Cederfelt(M)Jakop Jansson ji partiya cep, Ardalan Shekarabi ji sosyaldemokrat, Jakop Dalunde ji partiya kesk ya ciwana, Göran Eriksson Serokê ABF jî di şevê de axifîn û piştgiriya xwe ji gelê kurd re nîşan dan.

Ata Baneyî ji Komîta Hevkariya hêzên kurd li Swêdê û Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan di axaftina xwe ya Newrozê de li ser pêvajoya ku kurd tê de ne axivîn.(axaftina seroka FKKSê cuda didin)

Grûba Koma Ciwan bi govenda xwe bi def û zirnê Newrozê xemiland. Hunermend, Nazdar, Erdalan û Şivan Perwer jî bi stiranên xwe coşek mezin dan şahiya Newrozê xort û keçên kurdan bi govenda xwe şahiyê xweş û geş kirin. Dema Şivan li ser sahnê bû Mona Sahlîn dîsa hat ser sahnê û Şivan pîroz kir. Şivan Perwer jî spasî Mona Sahlîn kir ku ew beşdarî şahiya kurdan Newrozê bûye û Şivan Perwer ji bo xatirê wê stirana "baran barî gulê gulê" stira û bêşdar ber govendê rekisîn û Mona Sahlîn jî bi kurdan re govend gerand.
Yek ji mêvanan Newrozê, serokê Folkpartî û Wezîrê Perwerde yê Swêdê Jan Bjorklund bû. Folk
Partî partiyeka liberal e û di hukmeta koalisiyonê de di warê parwerde, integrasiyon û politikaya Yekîtiya Ewrûpayê de giraniya wê heye û di van waran de postê wezirtiyê wergirtine.
Serokê Partiyê û wezîrê perwerdeyê Swêdê Jan Bjorklund îsal şahiya Newrozê bû û gotarek pêşkêşî temeşavanan kir. Jan Bjorklund di gotara xwe de piştgirî da doza rewa a gelê kurd û kêfxweşiya xwe diyar kir ku kurd li Swêdê Newroza xwe bi azadî pîroz dikin.
Newroz - 2010

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 27ê Adara 2010ê de li Solnahallena Stockholmê Newroz bi şahiyeke girseyî pîroz kir. Şev ji aliyê Sosin û Merwan ve hat birevêbirin.
Zarok û ciwanên Komciwan şahiya Newrozê bi bilindkirina ala kurdî vekirin. Piştî deqeyek rawestandina rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê û bi xêrhatina mêvanan, Folkora Komciwan ya zarokan derketin holê bi govend û dîlanan dilê beşdar û dê û bavan xweş kir. Koma helperke ji bajarê Uppsalayê bi helperkên kurdî bala beşdaran kişand.
Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê seroka wê Şermîn Bozarslan û li ser navê Komîta Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî Ata Baneyî axivîn. Peyamên rêxistin û partiyên Kurdan ku ji bona pîrozbayîyê şandibûn hatin xwendin.
Serokê Partiya Çep Lars Ohly û Seroka Partiya Sosyaldemokratan Mona Sahlîn di şahiya Newrozê de axaftin û, piştgiriya xwe bo Kurdan nîşan dan. Mona Sahlin di dawiya axaftina xwe de helbestekî Kemal Burkay bi navê Gula Sor xwend. Herweha li ser navê Partiya Jîngeh Jakop Dalunde, li ser navê Partiya Moderatan Mahmood Fahmî, li ser navê Folk Partiyê Fredrik Malm axaftin pêşkeş kirin. Axêvêr di axaftinên xwe de piştgiriya partiyên xwe ji gelê kurd re nîşan dan.

Muzîka DJ Weysî beşdaran rakir govendê. Sê komên Foklorê ya Komciwanê bi govend û dîlanên xwe reng dan şahiyê. Hunermedên hêja Fatê, Aras û Îsmaîl Cuma şahiya Newrozê bi stran û awazên xwe hîn geştir kirin. Şahî heta derengiya şevê dewam kir.

Agirê Newroz
Êdî bûye tradisyon ku her sal di 20ê Adarê de li Swêdê li Stockolm/ Eggebygård ji aliyê Komeleya Kulturî ya Kurd li Spångayê bi alikariya FKKSê agirê Newrozê tê vêxistin û Newroz tê pîrozkirin. Di 20ê Adara 2009 û 2010ê de li Stockholm- Eggebygård agirê Newrozê hat vêxistin.


Semîner, konferans, panel

Semîner li ser kitêba Ingmar Karlsson

Di 21.09.2008an de FKKS li ser pirtûka Ingmar Karlsson semînerek amade kir. Semîner ji alîyê seroka FKKSê Şermîn Bozarslanê ve hat vekirin. Ingmar Karlsson dîplomatekî Swêdî ye. Bi navê ”Kurdistan-landet som icke är” ango Kurdistan a ku tuneye, kitêbek çapkiriye.
Semîner ji alîyê Berpirsiyarê Netkurdê, nivîskar Mûrad Ciwan ve hate pêşkeşkirin. Murat ciwan, bi awayekî berfereh li ser pirtûka Ingmar Karlssonê sekinî.


Panel ”Pêşketinên li Başûrê Kurdistanê”
Di 28ê Çileya Paşîn a 2009ê de li Stockholmê li ABFê civînek li ser babeta ”Pêşketinên li Kurdistana Iraqê” hat lidarxistin. Serokê Partiya Çep Lars Ohly û Seroka berê ya Partiyê Ulla Hoffman ku çendekî berê çûbûn Kurdistanê axêferên civînê bûn. Civîn ji aliyê Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan ve hat birevebirin.

Konferansa mamosteyên kurd
Di roja 19.04.2009´an de li Stockholmê li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, konferansek li ser pirsên mamosteyên Kurd, pirsa perwerdeya zimanê zikmakî û li gel gelek pirsên dî ku peyvendî bi perwerdeya zimanê zikmakî hebû hat kirin. Eva duwem konferansbû ku ji aliyê Federasyonê ve hat amadekirin. Xên ji mamosteyên kurd, Şermîn Bozarslan û endamên Komîteya Karger ya Pirşeng Twana, Cotiar Şerîf, Kovan Amedî , Serdar Dizeyi û Selam Cizîrî , kerîm Slêman jî beşdarên konferansê bûn.
Di civînê de li ser kêşeya zimanê zikmakî, gelek tişt hate gotin. Hemû beşdaran, bi dîtin û pêşniyarên xwe du sê caran beşdarî li munaqeşê kirin. Di dawîyê de, ji endamên Komîteya Karger ya FKKSê û ji Mamosteyan komîteyek hate pêkanîn ku l i ser pirsên li jêr kar bikin. Hin pirs hene ku yekser bi siyaseta perwerdeya hukumetê ve girêdayêye ku divê ji mercên berpirsiyar yên Swêdê daxwaz bikin.
Hin pirs jî bi mamosteyên kurd û FKKSê ve girêdayine ku ew jî wek pêkanîna tora têkliyên mamosteyên Kurd bi hevra, bi xwendevan û dê û bavan re û bi FKKSê re ye.

Di encama vê konferansê de; xalên ku ji mercên Swêdî bên daxwazkirin evin:
-Divê wexta dersên zimanê zikmakî bê zêdekirin.
-Divê Li zanîngehê beşa kurdî bê vekirin.
-Divê zimanê kurdî jî wek gelek zimanên din bibe zimanê bijarte( sinifa 6 û jortir).
Divê mamoste di warê girîngiya ziman û nasnameyê de bêne perwerdekirin da ku ewana bikaribin girîngiya xwendin û bikaranîna zimanê zîkmakî bo dê û bavan dîyar bikin.
-Divê ji bo amadekirina pirtûkên dersa kurdî alîkarî bê kirin.
Di beşa hevkariya di navbera mamosteyên kurd û Federasyona Komeleyên Kurdistanê de jî li ser xalên jêrîn hat li hev kirin:
-Divê bi alîkariya FKKSê tora mamosteyên Kurd bê pêkanîn.
-Divê mamosteyên kurd û FKKS, li ser girîgiya zimanê zikmakî bi dê û bavan re di nav têkiliyê de bin.
-Ger mecal û derfet hebe, ji bo xwendevanan û dê û bavan qursên zimanê kurdî bên amade kirin.
-Bo xwendevanan, şahîya xwendevanan bê amadekirin.
-Her wisa salê carek roja zimanê kurdî bê amade kirin.

Panel li ser rojnamgeriya kurdi
Bi minasebeta salvegera roja rojnamegeriya kurdî, di 25.04.2009ê de li ABFê me bi Kitêbxaneya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê semînarek li ser medyaya kurdî ya internetê çê kir. Rojnamevan Eşef, rojnamevan Newzad Elî û Ekrem Önen bêşdar bûn Lorîn Berzincî panelê bi rêve bir.

Panel li ser hilbijartina Yekitiya Ewrûpayê
Di roja 12´ê Gulan a 2009 de Federasyona Komeleyên Kurdistanê panelek li ser hilbijartinên Yekitiya Ewrûpayê pêkanî. Beşdarên palnelê ji namzetên şeş partiyên Swêdî bû, hin ji wan namzetan kurd bûn. Bêrîvan Öngörür ji Partiya Çep (V), Fredrîk Malm ji Partiya Gel (FP), Josef Erdem ji Partiya Sosyaldemokratan (S), Ulrika Karlsson ji Partiya Moderatan (M), Christine Doctore ji Partiya Demokratên Xirstiyan (KD) û Rebûwar Hasan ji Partiya Jîngeh (MP) beşdarê panelê bûn.Panel ji aliyê endemê komîteya karger yê FKKSê Şukrî Demir ve hat birêvebirin. Seroka Federasyonê Şermîn Bozarslan, Berpirsê ragîhandin û Berbangê Kovan Amedî jî di Panelê de amade bûn. Di panelê de pirsa serekî ew bû ku eger bo parlamena Ewrûpayê bên hilbijartin, wê xebatên wan yên esasî çi be û wê ji bo çareseriya pirsa kurd çi bikin?


Konferansa FKKS li ser rêlibervekirina çareseriya pirsa kurd
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi bêşdariya Serokê KADEPê Şerafettîn Elçî, Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel û Parlamenterê Şirnexê yê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Hasip Kaplan di 7ê Sibata 2010ê de li Paytaxta Swêdê li Stockholmê li ser pêvajoya ’rêlibervekirina’ pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê konferansekê li dar xist. Konferans ji aliyê derûdorên cûda yên siyasî û civakî, medyeya kurdî û hevwelatiyan ve bi baldarî û girseyî hat guhdarî kirin.

Konferans ji aliyê sekreterê malî yê FKKSê Selam Cizîrî ve hat vekirin. Piştî rêzligirtina şehîdê Kurd û Kurdistanê Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan li ser pêvajoya “rêlibervekirina” pirsa kurd li Tirkiyeyê dîtinên FKKSê anî zimên. Wê diyar kir federasyon bi erenî li vê pêvajoyê dinêre û pêşniyarê Fedresayonê xal bi xal pêşkêş kir.

Encamnameya konferansa FKKSê ya li ser “Rêlibervekirina” pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê
• Heta pirsa kurd çareser nebe, demokrasî li Tirkiyeyê bi cî nabe.
• Divê Qanûneke Esasî ya nûh were çêkirin, hemû maf û azadiyên kurdan bên naskirin, zimanê kurdî bibe zimanekî resmî yê perwerdeyê
• Divê mafê Kurdan yên kolektifî bên qebûlkirin
• Divê Kurd di herêma xwe de desthilatdar bin
• Divê vesayeta leşkeran li ser hukmetê rabe û ew di bin kontrola sivîl de bin
• Divê hemû şaredar û zarokên ku di girtîgehan de ne, serbest bên berdan.

Panel li ser hilbijartina Parlamena Swêdê
Panel, di derbarê entegrasyon, pircûreyî û pirsa kurd de partiyên Swêdî çi difikirin?
Di van 30 salên dawiyê de kurd di civata Swêdê de bûn grûbeka mezin û li gor îstatistikên nefermî hejmara wan li ser 100 hezarî ne. Ew di her warî de di prosesa pêşketina Swêdê de bêşdar dibin.
Di meha nehan de hilbijartina Parlamena Swêdê pêktê. Di vê pêvajoya hilbijartina giştî ya Swêdê de, FKKS bi partiyên Swêdî re panelek pêkanî ku Kurd çawa aktîftir bibin û çewa beşdarî xebata demokratî bibin. Di vê panelê de partiyên Swêdî, dîtinên xwe li ser entegrasyon, pircûreyî û pirsa kurd diyar kirin.
Panel di 18ê Nîsana 2010ê de li avayiya FKKSê hat li darxistin. Di vekirina panelê de Şermin Bozarslan, daxwazên FKKS ji bo beşdarên panelê diyar kir. Panel ji aliyê Şukrî Demir ve hat birêvebirin.
Beşdarên Panelê ji Partiya Sosyal Demokratan (S) parlamenter Yimaz Kerîmo, Ji Partiya Çep (V) berendamê parlametoyê Hediya Guzel, Ji Partiya Moderatan (m) parlamenter Ulrika Karlsson, ji Partiya Gel (FP) parlamenter Fredrik Malm, ji Partiya Demokratê Xiristiyan (KD) parlamenter Dêsirêe Pethrus Engstrom, ji Partiya Jîngeh (MP) endamê Komîta navendî Yvonne Ruwaida bûn.
Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Stockholmê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Stockholmê, konferansa xwe yê salane di rojên 28-29/11/2009´an de li Stockholm Kärsögården pêkanî. Di konferansê de serok û nûnerên komeleyên endam, endamên komîteya giştî, komîteya karger, komîteya rawêj û komîteya çavder beşdarî kirin.Pirşeng Twana sekeretêrê FKKS konferansê vekir û rapora xebatê bo amadevanan belav kir.. Piştî vekirina Konferansê, Seroka Federasyonê Şermîn Bozarslan li ser karên salekî bi kurtî agahdarî da û bi giştî nirxandinek pêşkeş kir.

Endamên Komîteya Karger û berpirsên Komîtên Kar; Sekreter Pirşeng Tuwana, berpirsê Komîta Kulturî Jotiar Şerîf, berpirsê Berbang û Ragîhandinê Kovan Amedî, berpirsê Aborî Selam Cizîrî, berpirsê têkiliyên Navxweyî Serdar Dizeyî, bepirsê Karên Ciwanan Şukrî Demir, berpirsê Komîteya Pirsên kêmendaman û salmezinan li ser kar û xebatên xwe agahadrî dan û bersîvên pirsên beşdaran dan.

Di konferansê de Grûbên Kar hate pêkanîn. Ev grûbana li ser du pirsan xebitîn. Pirsa yekem ew bû, numûneyek bo karên komeleya xwe yê serkeftî bidin, ya duwem jî pêşniyarek zelal bo rêxistina vî demî bidin. Ev grubana encamên minaqeşeyên xwe pêşkeşî konferansê kirin.
Cîgîrê berê yê Serokwezîrê Herêmî Kurdistanê, endamê polîtburoya YNKê û berpirsê pêywediyan Îmad Ehmed ji bo karek rêxistinî li Stockhomê bû, evarê hat serdana konferansê. Îmad Ehmed, li ser rewşa dawî ya Kurdistana Başûr agahdarî da û piştî agahdariyan bersîva pirsan da.
Roja duwem jî berpirsên hereman li ser kar û xebatên xwe û rewşa komeleya xwe agahdarî dan. Rewşa komeleyan û xebatên wan hate nirxandin.

Konferansa ciwanan

Di 28/11 2009 an de li Kärsögården, ciwanên komeleyên endam konferansek pêkanîn. Di konferansê de, Ismail Kamil, rojnamevan Eşref Okumuş û Dilşa Demîrbag Sten û nûnerê komeleya akademisyenên kurd semîner dan. Semîner li ser kesayetiyên Kurd ku di civata Swêdê de pêşketine, pirsên civakî û pirsên ciwanan bû. Piştî semîneran ciwan, li ser pirgirêka rêxistina xwe minaqeşe kirin.
Ciwanên beşdar biryar girtin ku rêxistina xwe ji nû ve jîndar bikin. Ji bo vê yekê jî 11 kes hatin hilbijartin ku bi alîkariya komeleyên endam yên Federasyonê amadekarîya kongreya YCKê bikin. Berpirsê beşa ciwanan Sukri Demir konferansê birêvebir



Daxûyanî
Gelek daxûyanî ku li çar perçeyên welêt û li derveyî welêt kurdan alaqedar dike hatin belavkirin û di medyaya kurdî de hatin çapkirin. Wek mînak ji bona kongreya Komkarê, li ser roja zimanê kurdî, bîranîna Barzanî, girtina DTP û şaredarên kurd, Rewşa girtîyên kurd li Iranê, 12 adarê, Dalkurd, Bûyera li hember Ahmet Turk, hilbijartin hatin belav kirin.
Mînak:

FKKS ”Divê şiyara me bi zimanê Kurdî perwerde be”
“Roja Zimanê Zikmakî” ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 17ê Mijdara 1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneke navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeke makzimanan tê pîroz kirin.

21ê Sibatê herweha ji aliyê Netewên Yekbûyî(NY) wek rojeke dijî kolonyalîzmê hatiye qebûlkirin û di vê rojê de kolonyalîzm tê şermezar kirin.

Ev herdû roj jî ji bona kurdan bi wate ne. Welatê Kurdan, Kurdistan hîn jî kolonî ye û miletê kurd di bin nîrê Tirkiyeyê, Îran û Sûriyeyê de ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê par in. Zimanê kurdî di bin sîstema kolonî ya van dewletên serdest de hin bi fermî nahê qebûlkirin û di sîstema perwerdeya van dewletan de ciyê xwe wernegirtiye.

Li Tirkiyeyê herçiqas di çerçweya berendambûna Yekîtiya Ewrûpayê de hin gav hatine avêtin jî (wek TRT Şeş) lê hukmet û dewleta Tirk bi israr li dij e ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Hukmeta AKPê herçiqas bi navê ”Vebûna kurd” dest bi pêvajoyekê kiriye jî lê di nav planên wê de ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanekî perwerdeyê cî nagire û ev di rapora xwe de jî eşkere kiriye.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan di 10ê Sibata 2008ê de li Almanyayê got ku; ”asîmîlasyon li hember mirovayê sûcekî mezin e” Lê eynî Erdogan û hukûmeta wî, bi navê dewleta Tirk, sûcekî mezin yê asîmîlasyonê li hember zimanê Kurdî dikin; ji ber ku wexta zimanekî ku di nav sîstema perwerdeyê de neyê bi kar anîn, hingê ew zimên eşkere tê qetilkirin. Îro li Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî ev tê kirin. Dewleta Tirk bi hemû hukûmet û mekanîzmayên xwe ve, ev nêzîkî 90 sal in vî sûcî li hember zimanê Kurdî dikin.

FKKS bangî dewletên serdest yên kurd di bin nîrê wan de ne dike ku ew hebûn û nasnameya kurdan bi fermî qebûlbikin û zimanê kurdî resmî bibe zimanê perwerdeyê. Herweha FKKS daxwaz li hevwelatiyan dike ku di 21ê Sibatê di roja navneteweyî ya zimanê zikmakî de ew zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin û şiyarên; “Zimanê me hebûna me ye!” û “bi zimanê Kurdî perwerde“ bilind bikin.

Peyamên sersaxîyê
FKKS bo munasebatan gelek peyamên pîrozbayî/xemginiyê ji wan kes, dezheh û rêxistinên alaqeder re birêkir.
Sekretera FKKS peyama serxweşiyê bo rojnamewan û karmend li Televizyonî Kurdsatê Goran Omer şand bo Kurdsatê.
Sekretera FKKS peyama serxweşiyê bo komeley Zehmetkêşan/Komîtey Swêd, bo kuştina Eşref Penahî şand.Sekretera FKKS di 30/8 an de di civîna matemînî bo çil rojî yê siyasetmedar û nivîskar Fatih Resul de beşdarî kir û peyama FKKS pêşkêş kir
Di 10.03.2010 de ji bo bona wefata Mixail Semyonovîç Lazerev.
Di 27.02.2010ê de ji bona endamê Meclîsa KADEPê M. Ihsan Elçî
Di 6.02. 2010ê de ji bona Robîn Kurdman (Guzel) ê 17 salî
Di 2.12.2009ê de ji bona Selîm Dîndar
Di 6.11.2009ê de ji bona Welatperwerê kurd Zeynelabidin Ozalp (Şêx Zeynî-Lezgîn)
Di 11.10.2009ê de ji bona dengbêjê kurd Ardelan
Di 29.09.2009ê de ji bona siyasetmedar Abdulmelik Firat
Di 8.08 2009ê de ji bona hunermend Aramê Tîgran
Di 20.05.2009ê de ji bona Cafer Macir yek ji karmendê ragahandinê ser mekteba siyasî yê PDK- Iraqê bû û herweha birayê berpirsiyarê lijneya navceya Swêdê Kemal Macir bû.
Di 11. 02.2009ê de Ji bona Xwezûrê endamê KG yê FKKSê Aware Ibrahim
Di 22.12. 2008ê ji bona Sekretêrê giştî yê Partiya Demoqrat a Kurd li Suriyê M. Nezîr Mistefa
Di 21.12.2008ê de ji bona xanima kurd Gulperî Mele Ehmedê
Ji ber wefata Emîne Tigris(Okay)
Çend kongreyên komeleyên endam
- Kongreya Komeleya Kurd a Demokratîk û Kulturî li Stockholm-Spånga
Kongreya komeleya kurd demokratîk û kultirî li Stockholm-Spånga yê, di 21ê Sibatê 2010an de li dar ket. Seroka FKKS di kongreya Komela Spånga de beşdarî kir.

- Kongreya komeleya Linköping, di 8 /11/08an de, kongrê bi amdebuna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizeyî û berpirsa herêma heft Dildar Salih hate kirin.

- Kongreya komeleya Falköping, bi amadebûna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizeyî û berpirsa herêma çar Adil Dihokî hate kirin.

- Bi amadebûna Adil Dihokî berpirsa herêma çar komela Nässjö di 6 /12 /08an kongreye xo best

- Kongreya komeleya Örebro bi amadebûna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizeyî û berpirsaê herêma sê Meulud Abdulwzade hate kirin .

- Bi amadebuna Cume Berwarî berpirsê herêma dû komela Kurdistanî li Uppsala di 13 / 12 / 08 an de kongreya xo grêda .

- Bi amdebuna Niaz Ahmad berpirsê herêma şeş komeleya kurdî Gävla kongreya xwe grêda.

- Di 21 / 12 / 08 an de, komeleya Göteborg bi amdebuna Cemil Amin berpirsê herêma ne kongre hate kirin .

- Kongreya komeleya Kristianstad, bi amdebuna berpirsê herêma pênc Aware Ibrahîm û Abdulkarîm Abdulrehman di 17 / 1 / 09an de hate kirin .

-Komeleya Nwêdinge di 24 /1 /09an, bi amdebuna Cemil Amin berpirsê herêma ne kongre hate kirin .

- Di 31 /1 /09an de, komeleya salmeznan û kemendaman li Linköping , bi amdebûna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizeyî kongrê hate kirin .

- Komeleya Alingsos di 31 / 1 / 09an de, kongre hate kirin bi amdebuna berpirsê herêma çar Adil Dihokî .

- Bi amdebuna Cume Berwarî berpirsê herêma dû , komela Kurdistanî li Uppsala di 7/2 /09 an de kongreya xo grêda .

- Kongreya komeleya Västerås, bi amdebuna berpirsê herêma sê Meulud Abdulwzade di 8 / 2 / 09 hate kirin

- Bi serperştiya Adil Dihokî berpirsê herêma çar komela Jönköping di 15 / 2 / 09an kongreye xo grêda .

- Kongreya komeleya kurd demokratîk û kultirî li Stockholm-Spånga yê, di 22ê Adarê 09an de, hate li darxistin.

- Kongreya Komeleya Umeå di 5 / 4 / 09an de hate kirin.

- Bi amdebuna Niaz Ahmad berpirsê herêma şeş komeleya kurdî Borlänge kongrê hate kirin di 17 / 6 / 09 an de .

- Kongreya komeleya Linköping di 7 / 11 / 09 an de , bi s amdebuna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizayî hate li darxistin .

- Di 15 / 11 / 09an de, kongreya komeleya Falköping bi amdebuna Adil Dihokî berpirsê herêma çar hate li darxistin .

- Kongreya komeleya Malmö, di 22 / 11 / 09an de , bi amdebuna Selam Cizîrî berpirsê aborîya FKKS û berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizayî û berpirsê herêma pênc Aware Ibrahîm hate li darxistin .

- Di 19 / 12 / 09an de, bi amdebuna Cume Berwarî berpirsê herêma duyem komela Kurdistanî li Uppsala kongreyahate kirin .

- Di 20 / 12 / 09an de, bi amdebuna Cutyar Şerîf berpirsê komîteya kiltur u perwerde komela Kurd u Swêdî li Uppsala kongreya hate kirin.

- Kongreya komeleya Örebro di 9 / 1 / 2010an de , bi amdebuna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizeyî û berpirsê herêma sê Meulud Abdulwzade hate kirin .

- Komeleya Alingsos di 16 / 1 / 2010an de, kongre hate kirin , bi amadebuna berpirsê herêma çar Adil Dihokî .

- Kongreya komeleya Eskilstuna di 16 /1 / 2010an de, kongrê bi amdebuna Şermin Bozarslan seroka FKKS û berpirsê herêma heft Dildar Salih hate kirin- Bi amdebuna Adil Dihokî berpirsê herêma çar komela Jönköping di 23 /1/2010an kongre hate li darxistin .

- Kongreya komeleya Borlänge, di 1 /2/ 2010an de, bi amdebûna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizeyî kongre hate li darxistin .

- Kongreya komeleya Västerås, di 27 / 2 / 2010 an de, bi amdebuna berpirsê têkiliyên navxweyî Serdar Dizayî hate li darxistin .

Rapora Komîteya Kultur û Perwerde

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) kongereya xwe ya 23em di 17-18ê Gulana 2008ê de li Stockholm Kista Treffê li dar xist. Piştî kongreya FKKS ya 23 di civîna Komîteya Giştî (KG) ya yekem da biryar bi yek dengî hate girtin ku ez bibim berpirsê Komîteya Kultur û Perwerde.
Jibo hêsanîkirina kar û bar min komîteyek ya Kultur û Perwerde ava kir. Komîte ji van kesan hatin hilbijartin.
Loqman Ertaş, Şûkrî Demîr, Salih Demîr, Kovan Amedî, Dildar Duhokî, Cuma Berwarî û Selam Cizîrî.
Di civîna KG ya duyem da me programa xebatê ya salane pêşkêş kir. Pîştî pejirandina programê me li gor programê karê xwe meşand. Ji wan karan ku bi nav bikim ev in:

Civîna ”Pêşketinên li Başûrê Kurdistanê”
Di 28ê Çileya Paşîn a 2009ê de li Stockholmê li ABFê civînek li ser babeta ”Pêşketinên li Kurdistana Iraqê” hat lidarxistin. Serokê Partiya Çep Lars Ohly û Seroka berê ya Partiyê Ulla Hoffman ku çendekî berê çûbûn Kurdistanê axêferên civînê bûn. Civîn ji aliyê Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan ve hat birevebirin.

Konferansa mamosteyên kurd
Di roja 19.04.2009´an de li Stockholmê li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, konferansek li ser pirsên mamosteyên Kurd, pirsa perwerdeya zimanê zikmakî û li gel gelek pirsên dî ku peyvendî bi perwerdeya zimanê zikmakî hebû hat kirin.

Newroz 2009
Pîrozbayiya Newroza 2009ê li Swêdê di 14ê Adarê de li Stockholm Solna hallenê çêbû. Partiyên Swêdê û bi taybet jî namzetên kurd; Berivan Ongurur,(V) Evin Çetin(S) Josef Erdem(s) û Fredrik Malm (Fp) ku di partiyên Swêdê de kandîdatên Parlamentoya Ewrûpayê ne di şevê bêşdar bûn. Wek tê zanin Hilbijartina Parlamena Ewrûpayê di navbera 10-13 Hezîrana 2009ê de li dar ket. Herweha Serokê Folkpartî û Wezîrê Perwerde yê Swêdê Jan Seroka Partiya Sosyaldemokrata Swêdê Mona Sahlin Nûnera Partiya Muhafazakar Margareta Cederfelt (M)Jakop Jansson ji partiya cep, Ardalan Shekarabi ji sosyaldemokrat, Jakop Dalunde ji partiya kesk ya ciwana, Göran Eriksson Serokê ABF jî di şevê de axiftin û piştgiriya xwe ji gelê kurd re nîşan dan.

21mîn salvegera karesata Helepçeyê
Bi munasebate 21-mîn salvegera karesata Helepçeyê bi Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî re, di 16ê adara 2009 an de li Stockholmê li qada Sergelstorgê xwepêşandinek li dar xist.