Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Nasandina kitêba "Dozek Dewranek Lehengek"
2013-05-27 12:00
fkks
info@fkks.se




Di 25ê Gulan a 2013ê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî Şefîq Oncû kitêba ku li ser Wedat Aydin bi navê Dozek Dewranek Lehengek nivîsandibû da nasandin. Danasîn bi nîşandana sînevizyoneka li ser jiyana Wedat bi dawî bû. Li ser nave FKKSê mamoste Kerim kûpayekê li ser wê ablema FKKS nivîsandî dîyarîyê Şefîk Oncu kir.

Civîn ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê hat amadekirin; gelek kes bi taybet jî hevalên Wedat Aydin bêşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê Berpirsê Kitêbxaneyê Newdaz Hirorî hat vekirin, piştî rêzgirtina şehîdên kurd û Kurdistanê, civîn bi moderatorîya Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Zinarê Xamo ve hat birevebirin. Nivîskarê kitêbê Şefîq Oncu û birayayê Wedat Aydin Wehbî Aydin li ser jiyana, helwest û doza şehîd Wedat Aydin rawestîyan. Birayê wî Wehbî bi salan e li derveyî welêt e bi hesreta ku têra xwe bi birayê xwe re nejîyaye anî zimên û bahsa wêrekî, fedekarî û merdîtîya wî kir.

Şefîq li ser beşa teknîkî ya amadekirina kitêbê rawest bi û bi xetên giştî bahsa jiyana wî û têkoşîna wî kir. Ev têkoşîna wî ya bêtirs ji xwe sebebê bingehîn bûye ku ew ji aliyê dewleta kûr ve bihê kuştin. Li gora nivîskarê kitêbe qarekterê Wedat ya herî balkêş hevalê wî yê zaroktî û ciwanîyê Îrfan Altunc di kitêbê de aniyê zimên ku ew “Pratîk û teorîsyenê têkbirina tirsê” bû ye.

Bi derxistina vê kitêbe Şefîq Oncu valayîyek dagirt û lehengekî ku di doza Kurdistanê de di dewranekê de rolek lîstîye ji dîrokê re hîşt.