Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Bîranîna Dr. Nebi Kesen
2012-12-24 01:00
fkks
info@fkks.se



Bîranîna Dr. Nebi Kesen

Di 8/12. 2012ê de li weşanxaneya APECê li Stockholmê civenek bîranînê ji bona Dr. Nebî Kesen hat li darxistin. Dostên Nebî bêşdarî civînê bûn û li ser axaftin, behsa serpêhatiyên xwe digel wî kirin.

Seroka Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan bêşdarê bîranînê bû.

Dr. Nebî Kesen kurdê Andoliyê ji qezaya Cîhanbeylî yê bû û di 12ê Îlona 1980ê de terka welêt kiribû. Piştî 32 salên biyaniyê di 11.09.2012ê de li Almanyayê li bajarê Hamburgê di qeyrana dil de wefat kiribû. Dr.Kesen Zaningeha Aborî yê xelas kiribû û doktora xwe li ser Yekîtiya Ewrûpayê kiribû û di derbarê kurdan de û siyaseta penaberiyê de gelek nivîsarên wî hebûn..