Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
"Kurdên dimilî, beşekî civaka milletê Kurd e"
2012-12-30 17:00
fkks
info@fkks.se



Ji raya giştî re!

Zimanê kurdî hebûna milletê me ye!

Wezîrê perwerdeya millî ya dewleta Tirkiyeyê Ömer Dinçer, di axaftina xwe ya 12.12.2012an ya li Unîversîteya Çewlîgê (Bîngolê) de diyar kir ku "zazakî zimanekî cihê ye. Unîversîteya Artukoglu ya Mêrdînê em xapandine. Ew ne pisport bûn. Wan bi me dabûn bawer kirin ku zazakî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di vî warî de em baweriya xwe bi pisporên Unîversîteya Çewlîgê tînin... Di kitêbên sala bê de, wê zazakî ne wek zaravayekî kurdî, wek zimanekî din bê qebûl kirin...".

Ev daxuyanî û helwesta wezîrê perwerdeyê, nîşana berdewamiya siyaseta kevnare ya dewleta Tirk e ku li ser hîmê înkar, asîmlasyon û jiholêrakirina miletê Kurd û zimanê wî hatiye ava kirin. Heta ji destên karbidestên vê dewletê hat, hebûna miletê Kurd û zimanê wî înkar kirin û xwestin di nav berdên aşê asîmlasyonê de hûrhûr bikin û ji holê rakin. Lê teva hemû hewldan, zilm û zordariya dewletê jî, gava di vê armanca xwe de bi ser neketin; niha jî dixwazin bi awayên cihê miletê Kurd ji hevdu perçe bikin û fesadiyeke din gûr bikin. Ji xwe ev siyaseta dewletên kolonyalîst ya ku "perçe bike û îdare bike" ji bo milletê Kurd ne tiştekî nû ye!

Li gor agahdariyên ku gihaştine me, ev kesên ku wezîrê perwerdeyê referens nîşan dide, nîjadperestên kevn in ku bi navê "ulkuciyan" tên nas kirin. Ew niha jî li Universîteya Çewlîgê bi navê "akemîsyentiyê", dixwazin di warê zaravayên kurdî de, fitne û fesadiyê geş bikin û qaşo bêtifaqiyê û cihêtiyê têxin nav kurdên kurmancîaxêv û dimilîaxêv.

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd careka din diyar dikin ku, kurdên dimilî, beşekî civaka milletê Kurd e. Dimilkî (kirdkî) jî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye û tu hêz nikare vê rastiyê berovajî bike.



Di dîroka serhildanên milletê Kurd yên ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî de, kurdên dimilî (zaza) roleke gelekî taybetî lîstine. Ew mejiyên ku xwe ji ruhê kolonyalîstî û nîjadperestîyê rizgar nekirine, bila ji kerema xwe re dîsa li rûpelên dîrokê binerin û di serhildanên Koçgirî, Pîran û Dersimê de wan qahremanên kurdên dimilî bînin ber çavên xwe!



Em vê helwesta wezîrê perwede ya dewleta Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin û herweha em bi awakî giştî gazî milletê Kurd û bi taybetî jî gazî akademîsyen, nivîskar, mamoste, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan dikin ku li hemberî, vê siyaseta kolonyalîst û kone bi ruhekî neteweperwerî rawestin.



Zimanê kurdî, hebûna miletê Kurd e. Milletê kurd ne xwediyê mejiyekî teng û yekrengî ye. Em civateke pirrengîn in û vê yekê weke dewlemendiyek xwezayî dizanin. Mafê kesekî tuneye ku di vî warî de devdirêjiyê bike û neheqiyê li milletê Kurd û zimanê kurdî bike. Loma jî divê Wezîr Ömer Dinçer weke camêran vê şaşî û neheqiya xwe bibîne û van gotinên xwe paş de bigre!



Bi vê wesîleyê jî em dixwazin dîsa bînin bîra hukûmeta îro û wezîrê perwerdeyê ku weke her milletî û zarokên her milletî, mafê milletê kurd û zarokên kurdan jî heye ku bi zimanê dayika xwe û bi zaravên xwe perwerde bibin û vî mafên meşrû û însanî di her warên jiyanê de bi kar bîne û pêş de bibe!





29ê kanûna 2012



Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê