|
Semîner: Firat Cewerî û hêjayiyên kurdan di berhemên wî de |
|
2013-03-08 00:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Semîner: Firat Cewerî û hêjayiyên kurdan di berhemên wî de
Kitêbxaneya Kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Komeleya Ciwanên Kurd bi hevkariyê li gel ABFê zincîreka semîneran li ser hêjayiyên kultur û civaka gelê kurd di berhemên nivîskarên kurd de pêk tînin. Ev zincîra semîneran li gel Firat Cewerî û hêjayiyên kurdan di berhemên wî de dest pê dike.
Firat Cewerî ji Dêrika bakûrê Kurdistanê ye, ji sala 1980yê li Swêdê dijî. 3 roman, 4 kitêbên çîrokan, 2 dîwanên helbestan, 4 giştî, 15 werger (ji swêdî û tirkî) weşandine. Sernivîskarê kovara Nûdemê (1992-2002) bû. Serokê berê yê komîteya nivîskarên PENa swêdî.
Roj: Şemî, 2013-03-09 Dem: 13.00 – 16.00 Cih: Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê Gustavslundsvägen 170, Alvik
|
|
|