Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Dr. Qasimlo bi bîr tînin; Navê dewleta Îslamî ya Îranê bûya Dewleta Îdamê ya Îranê!
2017-07-14 13:00
fkks
info@fkks.se



Di 28-mîn salvegera şehîdbûna wî de, em lehengê gelê Kurdistanê Dr. Qasimlo û hevalên wî bi rêz û hurmet bibîr tînin. Qasimlo dê di dilê Kurdan de herdem bijî!

Rejîma Îslamê ya Îranê ev 38 sal e li hukim e û li dijî mixalefetê û bi taybet jî mixalefeta kurd îmha bike hemû rê û rêbazan diceribîne. Carna rasterast carna bi deqûdolabên bi navê "hevdîtinê" lê piranî bi bêbextî serok û rêberên kurdan dikuje. Serokên PDK-Îranê Dr. Kasimlo û hevalên wî di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Viyanayê, Şerefkendî û hevalên wî di 17ê Îlona 1992ê de li Berlînê kuşt.

Berê çend rojan rejima Îslamî 3 pêşmergeyên rêxistina Komeleyê kuşt.

Rejîma Îslamî ya Îranê tedaxulê Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dike û bi her hawayî çavsorî nîşanê referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr dide.

Rejima Îslamî ya Îranê ji bo umrê rejima xwe dirêj bike cezayên îdam kiriye parçeyek ji jiyanê. Li gor raporên Mafê mirovavî û Amnesty li dinyayê herî pir îdam piştî Çînê li Îranê çêdîbin û yên tên îdamkirin piranî çalakavanên siyasî yên kurd in. Hersal hejmara van îdaman zêdetir dibe û rejîma Îranê guh nade îqaz û îtirazên hukumet û rêxistinên sivil û protestoyên gelê cihanê. Navê dewleta Îslamî ya Îranê êdî bûya Dewleta Îdamê ya Îranê.

Parçeya duyem a mezin a Kurdistanê di bin nîrê Îranê de ye û li gor îstatîstîkan 10 milyon kurd lê dijîn û piranîyê wan li eyaleta Kurdistanê, eyaleta Kermanşahê û eyaleta Ilhamê ne û ji mafên xwe yên neteweyî, siyasî, kulturî bêpar in.

FKKS kiryarên terorîst ya rejîma xwînxwar a Komara Îslamî ya Îranê û desttêwerdana wê ya perçeyên din yên Kurdistanê şermezar dike û bang dike ku li dijî hovîtîya wê dengên xwe bilind bikin!

13.07.2017
FKKS