|
SERSAXÎ |
|
2020-11-18 18:00 |
FKKS |
info@fkks.se |
|
Me bi dilek xemgîn bihîst ku parêzgerê Hewlêrê û endamê berê yê Parlamena Kurdistanê Dr. FIRSET SOFÎ çûye ser heqiya xwe.
Dr.Firset Sofî, kesayetiyek Kurdperwer û kedkarek hêja yê xebata Azadiya Kurdistanê bû. Em bi mirina wî gelek xemgîn bûn.
Rehma xwedêyê Dilovan lê be. Ruhê wî şad û cîhê wî biheşt be. Bila serê malbat û ya gelê Kurd sax be.
Sibir û silametiyê ji malbata wî ra dixwazin û beşdarî xema wan dibin.
18.11.2020 Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
|
|
|