Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kiryara "Otela Tarayê" şermezar dikin!
2015-05-08 15:00
fkks
info@fkks.se



Li gor agahîyan li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Mahabatê keçeka kurd Ferînaz Xosrawî(26) Otela Tarayê ku li wê kar dikir ji ber tacîzên hin elemanên îstîxbarata Îranê xwe di qada 4an de avêtiyê û miriye. Li ser bihîstina vê bûyarê di 7ê Gulanê de gelê Mahabadê derketine kolan û meydanên Mehabadê û Otelê şewitandine û protestoyên xwe bilind kirine ku faîlên vê tacizê û xwedîyê otelê ku alîkarîya wan kiriye hêsab bihên pirsin.

Di protestoyan de du kes ji alîyê pasdarên rejimê ve hatine kuştin bi dehan kes birîndar bûne û li bajêr "rewşa awarete" hatiye îlan kirin û gelek kes hatine girtin. Ji bo vê bûyerê protesto bikin li bajarên Şîno, Mêrivan û Kermanşahê çalakîyan li dar bixin.

Rejîma Îslamê ya Îranê ev 35 sal e li hukim e û li dijî mixalefetê û bi taybet jî mixalefeta kurdan hemû rê û rêbazan diceribîne da wan îmha bike. Carna rasterast carna bi deqûdolabên bi navê "hevdîtinê" lê piranî bi bêbextî serok û rêberên kurdan dikuje. Serokên PDK-Îranê Dr. Kasim lo û hevalên wî li Viyanayê, Şerefkendî û hevalên wî li Berlînê kuşt.

Rejima Îslamî ya Îranê ji bo umrê rejima xwe dirêj bike cezayên giran dide çalakvanên siyasî. Îdam bûye parçeyek ji jiyanê. Li gor rapora raportorê taybet yê Mafê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Ahmed Şahîd, li Îranê di 2014ê de 753 kes hatine îdamkirin. Di nav wan de 25 jin û 53 kes jî li meydanan li ber çavê xelqê bûne. Li gor raporê di 2013ê de 687 û di 2012ê de jî 580 kes hatine îdamkirin.

Li gor raporên Mafê mirovavî û Amnesty Înternasyonal li dinyayêherî pir îdam piştî Çînê li Îranê çêdîbe û yên tên îdamkirin piranî çalkavanên siyasî yên kurd in. Hersal hejmara van îdaman zêdetir dibe û rejîma Îranê guh nade îkaz û îtarazên hukumet û rêxistinên sivil û protestoyên gelê cihanê. Navê dewleta Îslamî ya Îranê bûya Dewleta Îdamê ya Îranê.

Parçeya duyem ya mezin a Kurdistanê di bin nîrê Îranê de ye û li gor îstatîstîkan 8 milyon kurd lê dijîn û piranîyê wan li eyaleta Kurdistanê, eyaleta Kermanşahê û eyaleta Ilhamê ne û ji mafên xwe yên neteweyî, siyasî, kulturî bêpar in.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) vê bûyara kiret şermezar dike; lanetê li tecawuzkarên hov dibarîne û ji hukimeta Swêdê daxwaz dike ku ew li hember kiryarên hovane ya rejima Îslamîya Îranê ku li hember miletê Kurd dike, bêdeng nemîne.

8.05.2015
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê