|
Seredana delegasyona KRG ji bo FKKSê |
|
2014-12-22 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 21.12.2014ê de delegasyonek di bin serokatîya nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê(KRG) li Swêdê Şoreş Kadir Rahim serdana Federasyona Komeleyên Kurdistanê li swêdê (FKKS) kir.
Delagasyon ji alîyê seroka FKKSê Sosin Guven û endamên Komîteya Kargir ya FKKS bi germî hat pêşewazî kirin.
Civîn di atmosferaka germ çêbû herdu alî biryar girtin ku têkilên xwe xurt bikin û herdu dezgehên Kurdistanê FKKS û KRG di qada Swêdê li gel hev kar bikin.
|
|
|